Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Qeşmer Şûto

Dema (1978-1982) ez li Vartoyê Mela bûm, em mela tim piştî nimêjê diçûn qehwa sofiya me çay veduxwar.

Ji cemaeta me bi navê Abdirehmanê Marangoz (Abdurrahman Çelik) yek

hebû timê dihat cem me mela û wi û Mela Abdulmecit (muezzinê camiya jor) bi hevdu henek dikirin.

Dema Mela di pey wî ra bihata berê xwe diday digot

عظمونى كرمونى وانصبولى منصبا قال لى اخا الولاية قشمر شوتو مرحبا

Ezzimûnî, kerrimûnî, wensîbû lî menseba
Qale lî axel wilaye qeşmer şûtô merheba

û Mela Abdulmecît jê ra dida xebera, em tev bi hevra dikeniyan.

Mana wê: Ez mezin kirim, ji min ra ikram kir, nisbeta min da malbateka mezin.
Waliyê bajêr ji min ra got qeşmer Şûto merheba.

Çiroka wê gotinê:

Yekê mirtib (mitrib) diçe cem waliyê bajêr ji boy meselekê, lê walî hima bi tenê jê ra qeşmer Şûto merheba dibêje. (qeşmerî nisbeta malbateka mezin e)

Îja qeşmer Şûto êdî bi salan medhê xwe dike û dibêje waliyê bajêr ji min ra wiha got.

Ev çîrok li ser hin kesên ku diçin cem mirovên mezin an xwedî meqam, ku ji wan ra carek merheba bêjin êdî ew û şelafên wî bi deh salan medih û peznê wî didin.

Çîrokên Mela Abdulmecît û Abdirehmanê Marangoz gelek in.

Rojekê nimêja sibê, Mela hêj li mizgeftê ye, Abdurrahman pêşda diçe lava xanima Mela dike, dibê tu ji malê derkeve biçe mala me, ez dikevim nava ciya ka mela wê çi bike.

Jiber dostên hevdûyê malbatî bûn, xanima Mela (Navê wê Nûrê bû) jî qebûl dike diçe.

Abdurrahman laçika Nûrê datîne serê xwe, fistanekî wê jî li xwe dike, dikeve nava ciya.

Mela tê mal, cilên xwe derdixe dikeve nava ciya û Nurê himêz dike.

Nûrê wî tam dide. Mela hêrs dikeve dibê ev çiye, îja te cil li xwe kirine ruyê xwe grtiye va xêr e?

Dema laçika Nûrê davêje, dibîne ku Abdurrahman e.

Mela him dide xeberan him jî bi hevdu dikenin.

Dema ku bihatana cem hevdu, Abdurrahman piştî merhebatiyê va çîroka digot em tev dikeniyan.

Xwedê rehma xwe li herduyan jî bike. 

M.Nureddin Yekta
17.05.2017

 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!