Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Bizvirin rûpala jiyana sosret!

Gelo Selaheddînê Eyyûbî xaîn bû?!...

Ji destpêka dîroka kurdan heya ya îro, helbet gelek kesên navdar û qehreman hebûne, lê bi taybet du navdarên ku îro kurd û cîhan behsa wan dike hene.

Yek Kawa yê Hesinkar, ku bi cejna newrozê di dîroka kurd da cîh girtiye û bi taybetî kurd wî pirr nasdikin. Lewra wî Dehhakê xwînxwar kuşt û kurd ji bin zilma wî azad kir. Agir berda koşka wî, kurdan jî li cihê bilind agir vêxistin, xeber dane hevdu û wê rojê wek Newroz (roja nû, nûroj) pîroz kirin. Kawa bi taybet di dîroka kurd da pirr tê naskirin.

Yê din jî Selaheddînê Eyyûbî ye (w. 1138, Tikrît, m. 4 Mart 1193, Şam) ku hemî cîhan wî nasdikin û dost dijmin hemî kes jê ra rêzdar in.

Lê mixabin hinek ji me kurda hêjî wî nasnakin!. Bi taybetî kurdên me yên kemalîst ku li pey tirkên kemalîst in, ji Selahaddin ra dibêjin xaîn e!.. Dibên çima wî bi navê Kurdistanê dewletek serbixwe saznekiriye!.
Ew kurdana nizanin ku di wê demêda, hemî dewletên ava dibûn li ser navê Sultanê wê rojê û bi gelemperê dewletên olî bûn.
Ewana wan salan jî wek niha dizanin û mixabin bi xwe jî, di vê dema ku her milletek ji xwe ra dewletek serbixwe avakiriye lê yên me dijî dewletek kurdî ne!

                                      ***

Wê rojê hevcivînek min bi mamosta kurê min Azad ra hebû.

Em bihevra çûn dibistana wî, bal mamosta wî.

Mamosta jineka pîr bû, xwe wek jinên kurd yên berê girêdabû. Wek wan pîrên me yên heftê salî yên beriya çil salî. Min zenkir ku yek ji kurdên me yên êzdî ye, ji boy neviyê xwe hatiye. Lê Azad got na bavo vaya mamosta min e!

Mamostê ji min pirsî Wata azad çiye bi zimanê erebî?

Min got azad ne erebî ye, em jî ne ereb in, em kurd in. Azad bi zimanê kurdî bi wata hur, yani ne bindest ne kole.

Lêborîn xwest, got min nizanî ku hun kurd in, lê mirovekî we hebû di dîrokê da, ku wî gelê kurd bi cîhanê dabû naskirin navê wî seeeel... suuuulll.. himmm..

Xwest navê wî bibîrbîne min zenkir ku nahat nahat bîra wê.

Min got Selaheddînê Eyyûbî?

Got ha saet xweş. Em avrûpî kurda bi navê Selahaddîn nasdikin, kurd bi wî tên nasîn ku çiqas qehreman in, çiqas merd in, çiqas camêr in!..

Min spasiya wê kir, lê min di dilê xwe jî da got "mixabin dunya Selahaddin nasdike lê hin kurdên me hê jî nasnakin, an jî naxwazin nasbikin."

Bi min sedemê nexwestina naskirina Selahaddin tenê oldariya wî ye, ew kurdên ji wî ra xain dibêjin, armanca wan tenê dijminiya ola îslamê ye, ne ku di kurdiya Selahaddînê Eyyûbî da şibha wan heye!

M.Nûreddin Yekta

10.03.2016