Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Nizam Beg
Welleh ez şikir nakim!

Dema ez li Vartoyê îmam bûm, ji cemaeta min yên daîmî yek jî Nizameddin Beg bû. Nizameddîn Beg kurê Ehmed Begê birayê Xalid Begê Cibirî bû. Ji malbatekî mezin û naskirî bû. Mirovek delal û henekvan û gelek maqûl bû.

Carnan me sohbet dikir, henek dikir û em dikeniyan.
Rojekê zutirê hat mizgeftê, ez jî li wir bûm, me li halê hevdu pîrsî.
Min got.
- Beg tu çawayi?
li çavên min nêhêrî bişirî, min zanî dilê wî heye henekekê bike.
- Got; Mela Nûreddin ez rast bêjim an derewa bikim.
- Min got; rast bêje, haşa jixwe derew ji te nayn.
- Got: welle ez nebaş im.
- Min got; şikrê Xwedê ke belku baştir bibî.
- Li çavên min nêhêrî, keniya got;
- Mela Nureddîn ez rast bêjim an derewa bikim?
- Min got; estexfirullah Beg, fermo ya dilê xwe bêje.
- Got welle ez şikur nakim.
- Min got çima? Got:
- Ka ezê ji çi re şikur bikim? Ez yekî zeîf, nexweş, kal bûme, malê min jî pirr tune, ez bixwe nexweş im, jina min van rojan nexweş e, diranê min ketine, ma çi heye heta ez çi şikur bikim.
Em gelek bi hevdura keniyan.

                             *****

Demek şûnva rojekê Şeyx Mehmed Emin, Mela Sidîq, Mela Ebdurrehman, Mela Qasim, Mela Ebdulmecid em bihev re li nava sûka Vartoyê digeriyan.
Mela Sidîq got; wele em westiyan ka em biçin mizgefta Mela Nureddin bila ji me re hinek mêva bîne em bixûn.

Şeyx Mehmed Emîn got baş e, de biçe ji me re hinek sêv û hurmiyan bikire.
Ewana hêdî hêdî berbi mizgefta min va çûn, ez jî çûm dikanekê min çend kilo sêv û hurmê sitendin, em hatin derê mizgeftê. Liber derê mizgeftê eywanek hebû. Dem havîn bû, me xwe da bersiya eywanê. Jixwe wir ciyê destnimêj girtinê bû jî.

Min got ka ez vana bişom paşê em bixun, kêra me jî tunebû.
Şeyx keniya got „heyra icabê şûştin û kêrê nake, ma bav û kalê me bi kêrê sêv û hurmê dixwarin?.
Hima cakêtê xwe bilindkir û sêva xwe bi astarê cakêt paqij kir û da ber geza. Em hemî liser piyan bûn. Dem piştî nivro nêzîkî nimêja esrê bû.

Dema me sêv dixwarin û Şeyx henek dikir, min dît ku Nizamedin Beg hat cem me. Çawa dît ku em tev li piya seva dixûn keniya û got:
- Wey hun hemî şeyx û mela rabûne serxwe û mêva dixun?
Şeyx Mehmet Emîn jî keniya got "Beg ma em rabin ser kê sêva bixun"

Em wisan keniyan perçê sêva di pozê me ra davêt.

Min cara nedîtibû ku Şeyx henekên wisa bike, lê him em heval bûn û hem jî dostiya wî bi malbata Nîzameddin Beg re hebû, ez bawer im loma karî ev heneka bike. Her wiha Nizam Beg jî tim bi mirovên zana û aliman ra sohbet û henek dikir.

Şeyx Mehmed Emin di sala 1993 de, di bin çav de hate kuştin. Roja şeşê binçavkirina wî bû, cenazê wî li nêzîkî Qijiltaxê li ber rê hate dîtin. Xwedê hezar rehma xwe lê ke.
Ezê li ser jiyana wî jî inşallah nivîsek binvîsim.

Îro roja 09.05.2017, ji bilî min û Seydayê Mela Abdurrahman Aydin ew zatên dinê (Seyda Mela Selîm, Mela Sidîq, Şeyx Mehmed Emin, Mela Kasim, Mela Abdulmecit û Nizam Beg) hemiyan wefat kirine Xwedê rehma xwe li hemiyan ke, wan efû mexfîret bike. Amîîîn

M.Nureddin Yekta
09.05.2017

 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!