Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Sirgûnê Welat im!

Dema Meha Remezanê dihat kelejanek (heyecan) dihat mirov, bi taybetî zarokan. Li gundan ev heyecan zêdetir bû, rê û dirb tunebû, boy vê jî tedbîra Meha Remezanê carek dihat dîtin. Malbat diçûn bajêr, ji bo fitar û paşîva rojiyê çi pewîst ba distendin. Hemî herêman nizanim, lê li gundê me di paşîvê de giranî didan ser xoşav û çay, penêr û toraqê. Tomas jî ji toraq û penêr kêmtir nebû.

Min ji xoşavê pirr hezdikir, bi taybetî ji mewija. Boy vê jî dayika min ya rehmetî tu demî paşîva me ji xoşavê mehrûm nedikir.

Dema dibû nêzîkî fitarê, ji her malbatek dê yek derketa ber derî ka mela çi demî ezan bixûne. Ku dengê ezana mela neçûya hinekan, cîrana bandikir hevdu „mela ezan xwend Xwedê qebûl ke.“

Adetek xweşê din jî hebû. Di Remezanê de cîrana hevdu dawet dikirin. Rojê li mala rûsipîyek diciviyan, bihev re fitara xwe vedikirin û dûvre bihev re diçûn mizgêfte boy nimêja terewîha.

Çûyina mizgêftê jî gelek balkêş bû, di rêya mizgêftê de jî, forsa hinekan zêde bû. Wek xwendevan jî texmin dikin di wan salan de li gundên Kurdistanê elektrîk tunebû. Bend (baraj) hebûn li Kurdistanê lê elektrîk nedidan me. Ji benda Kebanê elektrîk diçû Enqerê, lê gundek 5 km nêzîkî bendê bê elektrîk bû. Lembe hebûn bi rûnê gazê dişewitîn, lembe jî du qisim bûn, yanî mezin û biçûkên wan hebûn yek heft nimare û yek jî çarde nimare bû. Ya çarde nimare mezintir û bi ronahîtîr bû. Ji lemba mezintir jî fanos hebûn, hinekan ji wan re digotin lokos. Ew jî bi rûnê gazî dişewitîn lê ronaya wan gelek zêde bû û mesrefa wan jî.

Belê hinek kes dema biçûne mizgeftê lokosa xwe jî bixwe re dibirin, lokosê hem rê ronî dikir û hem jî mizgeftê. Hinek jî bi lemba pîla û hinek jî di tarîtiyê de diçûn mizgeftê. Lê bi her awahî ew civîna di mizgêftê de gelek xweş û şêrîn bû. Mezin û biçûk em hemî li mizgeftê diciviyan û me bi cemaetî nimêja Îşayê û ya terewîha dikir.

Wan dema ez hêj zarok bûm û gelekên wek min jî hebûn. Pirr rojan li mizgêftê mewlûd didan xwendin, bi gelemperî torbê mewij û şekirê nok lihev dixistin û bi tasa li mezin û biçûkan belav dikirin. Ku çerez beriya nimêjê belav bikirina wê rojê xwarina çerez û nimêj bi hev re diqediya. Me zarokan di rêza dawîn de cîh digirt. Dema me silav dida, me devê xwe tije dikir çerez û diketin nava nimêjê. Carnan mezin xwe hêrs dikirin „kuro lawo nimêj wisan nabe, di nava nimêjê de xwarin qedexe ye“ lê kê guh dida wan! Bi me zarokan xwarina mewija ji nimêjê şêrîntir bû.

Meha Remezanê wiha bi kêf û xweşî derbas dibû. Pişt re eydî (cejin). Di cejnan da jî dîsa ji mezinê her qebîleyê nan û zad amade dikirin û gazî ciranan dikirin. Nanê eydiyan kifşe bûn. Bi gelemperî helîse û zilfet bûn. Lê van salên dawî ew jî hat guhertin. Hinekan pez şerjê dikirin bilxur û êxnî (tirşik) çêdikirin.

Mala me tim helise çêdikir. Bavê minê rehmetî pezek serjê dikir û du teneke dan dikirin kupekî mezin û ew kûpa davetin hundirê tenûrê. Xortên me diciviyan wî danî û goştên di nav de lihevdixistin, wiha heta sibê didomand. Pê re, ji xwe re sitran digotin, govend digirtin. Heta sibê ew dana dibû wek gevol û goştê di nav de jî diheliya, sirf mirov hestî tenê dikaribû bidîta, goşt û dan tevhev dibû û ji hev nedihat qetandin, me jê re
Helîse digot. Tamekî wê ya pirr xweş hebû.

Roja eydiyê mela û rûsipiyên gund kesên dilê wan ji hev maba lihev danîn. Kesên şênlo bana diçûn mala wan, nexweş dihatin ziyaret kirin. Gelek digihîştin hev û wek grûbek digeriyan. Me zarokan jî nasîtî dikir, em bi mezinan re digeriyan boy zêde şekir tovkin.

Di eydikê de ciranek me bi navê Tajdînê Heci Selim hebû ji melê gund re got „mela tu vê sibê bi tev hinek cîranan ve mêvanê min î.“ Mela got „bibûhure, Heci Kamil (birayê me yê heri mezin) beriya te gotibû, ez diçim mala wî.“
Hecî Tajdin got „mela va bu sê eydî ez dibêm û tu dibêjî Hecî Kamil berê gotiye, ma gelo Heci Kamil çi wext dibêje.

Mela got „du-sê roj berê.“
Hecî Tajdîn got „gelî gundiya hun tev ji naha ve, ji boy Xwedê şahid bin ku eydiya pêşiya me were, mela mêvanê min e, vay ji nahada dibêjim.“
Gundî û mela tev keniyan.

Lê niha li Kurdistanê Remezan û eydî çawa nin ez nizanim jîber ku
ez sirgûnê welat im !..

M.Nureddin Yekta
13.10.2005

 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!