Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Sirgûnê Welat II.

Wê rojê sibê zû ez çûm daira muftî. Wisan zû çubûm ku hêj kesî derê daîrê venekiribû. Ez şûnve zivirîm, dema di pêpelûkan da berjêr dibûm, min dît mirovek dirêj, esmer û şewqe li serî jî berjor dihat.

Çawa çav pê ketim, min zen kir ku ew jî, ji wan 59 sirgûniyên mela ne. 4'ê Nîsan a sala 1984’an me 59 neh mela ji Muş û qezayên wê di rojek de sirgûn şandibûn bajarên tirkan.
Belê ev camêr jî, yek ji wan bû. Ez ji Milazgirê, ew jî ji Kopê hatibû.
Min silav lê kir û pirsî
- Bira nebê tu jî, ji surgûnê welatî
- Belê, lê tu?
- Ez jî

Hêj gotin di dev me da bû, me dît ku me sitûyê hevdu himêzkiriye. Em bi hev re berjêr bûn, derketin qasekê li derva me hinek hesreta welat parvekir. Du roj bû ku em sirgûn bûn. Ew kesên ku dema mirovan bi destê zorê ji welatê mirov derdixin nedîbin, bila gazin û loma nekin, ew nizanin ku yek deqek jî, li mirov çiqas zor tê.
Çawa ku Melayê Cezîrî jî gotiye: 

Heçî firqet nedî hicran, Nebê min dax û key lê ne
Ji bil derdê di hîcranê, Fîraqa ruh û can kê da
Ji her bê dax û bê derdê mepirsin mihneta işqê
Çi zanin bê xeber jana dile dax û keser tê da. 

Belê me 59 Mela di rojek de ji cîh û warê me derxistibûn. Em ne sirgûnên ewil, ne jî yên dawîn bûn. Di beriya me de jî, gelek kurd hatibûn sirgûn kirin, gelek ji wan bi rê de hatibûn kuştin û gelek jî, ji destê birçîbûnê û bê dermanêyê jiyana xwe ji dest dabûn. Yên sax jî mabûn li der û dertûlên xelkê heroj xwezilaya xwe bi mirinê danîn. Lewra wek bê welatiyê bê rûmettir tiştek din nîne !..

Ji Muşê me herduyan jî, sirgûnê bajarekî (Bayburt) Behra Reş kiribûn, lê min dabûn gundekî 35 km Başûrê Bajêr, hevalê min Mela Qutbeddinê delal jî dabûn 40 km Bakurê bajêr. Yanî li welatê xerîb em du kes bûn, lê me jî 75 km ji hev dûr xistibûn. Dihat zanîn ku dilê wan bi sirgûnê tenê jî rehet nedibû, an jî ku du kurd bihatina cem hevdu ewana ditirsand!..

Piştî hin karên fermî, me herduyan fermana xwe sitend û berê xwe dan gundên xwe. Beriya ku em ji hevdu biqetin me soz da ku, hefta were roja Duşemê seet 09:00 sibê li ber çemê Coruhê li ber dara qajiyê (çamê) em hevdu bibînin. Çimki wek din me nikaribû ku em xwe bighînin hevdu. Lewra li wan gundan jî telefon û elektrîk hêj tunebû.

Piştî ku em ji hev qetiyan, hin adetên tirkan hatin bira min ku min zendikir Mela Qutbeddîn bi wan nizane.

Wek ku di nava wan da, herkes ji herkesî re dibêje „derewa neke“ (yalan söyleme). Mezin piçûk ferq nake, dema yek gotinek bêje, civak jê bawer be, an jî bawer nebe, yek wê bêje derewa neke (yalan söyleme)

Ev gotina di nava me kurdan da pirr eyb û şerm e. Belku rûsipî ji zarokan re bêjîn ewqas giring nîne, lê biçûk tu wextî ji mezinan ra vê gotinê nabêjin. Lê di nava tirkan de adet e. Kur ji bavê re, torin jê kalê xwe re pirr rehet dikare bêje „yalan söyleme“ (derewa neke)

Ez fikirîm ku Qutbeddîn vê nizane, ger hin gundî ji wî re bêjin yalan söyleme, wê gelek biqehire, ber xwe keve. Lê tu rêya ku ez xwe bighînêmê jî tunebû.
Me sebir kir heya roja Duşemê. Dema em hatin cem hev, min bi henek jê re got:
- Seyda gundê te gelek nebaş e, lewra ji te ra jî dibên “yalan söyleme”
Rengê Mela Qutbeddin gelek xirav bû. Hêsran avêtin çavên wî, lewra Mela ji malbatek mezin û naskiribû. Belku di jiyana wî de tu car kesî jê re “derewa neke” negotibû, lê çi bikim em sirgûnê welat bûn, boy ku em gotinên nexweş sehkin.
Kelûgirî bû û got
- Ez îro îstifa dikim û diçim, lewra nema ez li vî gundi bikaribim bisekinim. 

Ez keniyam min got: “Bira mereqa neke, ev gotina di nava wan da adet e, û heya belku ji hinekan ra jî îltîfat e. Nebî mereqa bikî!.. Tu jî hima li wan binhêre, kê devê xwe vekir, qet nehêle biaxive jê ra bêje “sus yalan söyleme” ( hişbe derewa neke).”
“Wêya bêje ku firseta wan tunebe ew ji te ra bêjin, netirse li vir adet e.  Kultura me û wan ji hev gelek cuda ye, li cem me, mezin û biçûk hene, lê vî exlaqê xweş hêj negihîştiye van dera 

Gelek adetên me yên xweş hebûn. Dema dihat gotin “Kurd”; mêranî, namûs, şeref, mêrxasî, rastî, durustî dihat aqilê herkesî. Lê vî sî salên dawîn di me da jî, hin guhertin çêbûne. Pirr an hindik ez nizanim, lewra va 16 sal e ez sirgûnê welatim.

01.10.2009
M.Nureddin Yekta

 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!