Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Terorîst Bûn Loma

Sal 1986 bû. Demsal Payîz bû, lê payîza dawî bû. Edî sermayê xwe hêdî hêdî nîşan dida. Zivîstanê nîşan û elametên xwe danîbû serê çiya. Lê deşt hê jî germ bû, mirov li ber tavê nedicemidî. 

Hin kes hatibûn derê mizgeftê li benda nimêja esrê bûn. Roj roja yekşemê bû, mamostê gund jî wek hinek gundiyan li der mizgeftê li benda dema nimêje bû.

Kalekî tirk, yekê çûrik, rihekî dirêj liser, di ber xwe da minemin dikir, nexwe ji xwe ra bi (wata) mana zikrê hinek beyt û qesîde digot.(tirk jê re îlahî dibêjin)

Dema beytên xwe qedand, berê xwe da mamostayê gund û bi dengekî bilind kire gazî: 
- Lo mamosta!.. Ma tu kurd bûy ne wisa?
Mamosta: 
- Belê ez kurd im. 
Kalê: 
- De ka ezê ji te tiştek pirs kim, ger tu bizanibî ezê bawer bim ku tu kurd î? 
Mamosta: 
- Kalê bi bersiva pirsan nijada mirov nay zanîn, ku ez bersiva pirsa te nedim ez kurd nebim, gelo yekê tirk bersiva wê bizanibe dibe kurd? 
Kalê: 
- Na lo min henek kir, yanî min got ku tu çiqas ji kurdîtiyê fêm dikî, lewra pirsa min liser dîroka kurdan e. 
Mamosta: 
- Belê kalê fermo pirsa xwe bike.
Kalê: 
- Baş e mamosta, ka bêje tu herba kurda dizanî an na? 
Kijan e û çi dem bûye?
Mamosta: 
- Kalê 1001 herbên kurda hene, tu pirsa kîjanî dikî? 
Kalê: 
- Ez pirsa herba Dêrsimê dikim Dêrsim! Tu zanî Dêrsim ku ye? 
Mamosta: 
- Belê ez dizanim, Dêrsim we navê wê daniye Tuncelî, piştî herba ku tu dibêji. Ta wê rojê navê wê Dêrsim bû. Herba wê jî sala 1937-38’an da bû. 

Kalê: 
- Aferîn mamosta way tu zanî. 
Mamosta: 
- Ka bêje kalê tu derheqê herba Dêrsimê de çî dizanî?

Kalê bi dengekî nizm û biken û tinaz bişirî û got: 
- Ez wê demî li wir leşker bûm. 
Me di wê herbê da pirr kurd kuştin piiiirr!

Reng li mamosta nema, dewxa wî çû, moralê wî pirr xirab bû, madê xwe tal kir, serê xwe bilind kir, bihêrs got: 
- Kalêêêêêê! 
We çima kurd kuştin? 
Kalê: 
- Kurd terorîst bûn loma! Li hember hikûmetê rabûbûn, gerek bihatana terbiyekirin. Hikûmetê emir da, me jî da ber xwe û ji berekî va kuştin. 

Mamosta: 
- Yanî mêr û jin, mezin û biçûk, hima we kê bidiya? 
Kalê: 
- Belê aynen wisa!.. Hime hemiyan! Heya me li serê singûya zarok ji zikê dayikan derdixistin. 

 Mamosta cemidî, bû wek cemed. Te kêr lêxista xwîn jê nedihat. Mirovek 70-80 salî. Hatiye derê camiyê nexwe nimêj dike. Di ciwaniya xwe da ewqas qetil kiriye û ne şerm dike, ne poşman dibe, ne fedî dike, kêfa xwe ji wê qetlîamê ra tîne bi dilekî xweş û geş, biken û dilxweşî wê qetlê îtîraf dike. 

Lê kalê qet sekna xwe xirab nekir û sozên xwe domand: 
-Belê şer bû, dê ewladê xwe davêt. Zarîn û qêrîn bû. Yên bi gulan, yên bi singûyan dihatin kuştin, yên dihatin şewitandin, qiyameta kurda bû wesselam. Heta carnan hin hevalan liser jinên bi hemle şert digirtin. Yekî digot hemla wê kur e, yên din digot na qîz e. Bi singûyan zikê jinikê diqelaştin, dergûşê derdixistin, dinêrîn û ligor wî jî şerten xwe diqedandin. 

Mamosta pir bi acizî got: 
- Tu qet ji Xwedê jî natirsî, tu qet eyb û şerm nakî ku tu me jî, ji qetlên xwe re dikî şahid, ne sibê roja qiyametê tuyê çawa bersiva Xwedê bidî. Ne emê liser te şahidiyê bidin ku te çawa ewqas kurdê masûm kuştiye! 

Kalê: 
- Kurd masûm nîn in. Li hember rejima me derdiketin, li hember dewleta me derdiketin, dewlet tiştek pîroz e. Me jî dewleta xwe parast. Kurd dixwazin dewleta me parçe bikin, kurd dibên em tirk nîn in. Kurd terorîst in terorîst! 
Loma me jî ew kuştin! 

Mamosta: 
- Baş e, kurd yên mezin terorîst bûn we jî ewana kuştin, lê kal û pîr, lê jin û zarok! 
Lê wan dergûşên di zikên dayikan da? Ew zarokana jî terorîst bûûûûn? 

Kalê: 
- Belê; sibê ji dayika xwe dibûn, dusibe mezin dibûn, dibûn xort destên wan çek û sîleh digirt, sêsibe jî derdiketin serê çiya dibûn terorîst!…

Mixabin dîtin û kirina sîstemê li ser kurda wiha ye. Sal 1925 kurd dibên em hene, ew dibên kurd terorîst in. Sal 1937 Kurd dibên em hene, disa dibên terorîst. Kurd sala 1980’an da jî hêj bi devê wan terorîst in!.. Sal 2010 gelo çi hat guhertin? Jixwe ewana tim dibêjin “kurdên herî baş yên mirî ne!”

Lê dîsa sed mixabin ku hin kurdên torinên wan şehîdan hene ku ewana ji nijadperestên tirka pirtir vê sîstemê diparêzîn û ji qetlîama Dêrsimê ra çepikan lêdixin!..

Belê xwendevanên hêja. Viya ne çîrok e. Min bi xwe jî ev kalê dît û pê ra sohbet jî kir. 
Navê wî Huseyn bû. Ev cendirmeyê qatil ji bajarê Baybûrtê ji gundê Loriya jêr bû. Gund di hidûdê Erzînganê nêzîkî Otlukbelêyê ye.

Hêvîdar im ciwanên me ji qisên wiha dîrokî ji xwe ra dersekê derxin.

Emanetê Xweda bin.

M.Nureddin Yekta
2010.03.01

 
 
 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!