Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Jiyana Sosret

Kurd ji hevdu ra xaîn in!

Em roja 4 Nisana 1984, 59 Mela ji Muş û qezayên wê ji ciyên xwe sirgûn bûn. Ji Artvînê heya Zonguldaxê me belav kirin. Sedemê sirgûna me xwedinegiravî me doza kurdîtî dikir, ji dewletê ra em xaîn bûn. Jixwe tê bîra mîn nay bîra min, dema ji memûrekî an ji şexsiyetekî aciz bûna, mora kurdîtî lêdixistin û bi awakî ceza dikirin.

Di nav me da çend kesên digotin em kurd in hebûn, lê hinek reben jî hebûn ku ne dizanîbûn îslam çîye ne jî kurdîtî!

Wekilê Muftiyê Vartoyê, wekîl û miftiyên Kop û Malazgirê, memûrekî ji muftilixa Mûşê û çend kesên ji van minafiqên mizgeftan, lîsta me çêkiribûn.

(yek ji wan minafiqan paşê bûbû sosyalîst, min sehkir li Îzmîrê ku gotiye qibla min Îmralî ye û paşê jî işk bûbû)

Xaînên me çi bûn, hinek sirgun bûn, hinek çûn axretê hêsab bidin Xwedê, ji boy ixaneta li kesên ku wan helal nekirine.
Wan zendikir ku wê dewlet mikafatek baş bide wan. Dewlet biaqil e, mirovê ji birayê xwe ra, ji cîranê xwe ra, ji milletê xwe ra xaîn be, wê çawa ji dewletê ra rast be? Îro ji boy hestîkî, ji boy ikramekî biçûk şikayeta birayê xwe dike, sibê dewletek dijmin pere bide wan, wê bi dewleta xwe ra jî qellaşiyê bike!
Dewlet wan bênamûsana baş nasdike, heya bikêr were bikar tîne, dema karê wan qediya, dişîne nav kûçikan! (haşa hizûra we)

Mela kî me hebu (nav nabêjim) wiha digot:" Heyra ev melayên sirgûn bûne, hinek ji wan şerîetçî (Şerîetxwaz) ne, hinek ji wan nûrcî ne, hinek ji wan kurdcî ne, hinek ji wan sosyalîst in, hinek ji wan xumeynîcî ne, de wellehî ez qarşî (dijî) hemîya me, nizanim çima min sirgûn kirine."

Mela Abdurrahmanê Qijiltaxê digot "vêcê azîzê min nebêje ez qarşî şerietxwaza me, tu ji dîn derdikevî"

Tew wî nizanîbû ku çi dibêje, nexwe wî jî doza Kurdistanê dikir, hatibû sirgûn kirin.

Mixabin xaînên me bi her awahî hene. Xwe bi muftiyê Mûşê (navê wî Îbrahîm bû) ku di qetlîama Mereşê da li ser minarê wî jî, xelkê gulebaran kiribû, bi devê xwe îtiraf kir di civîna muftî û wekîlan da.

Xiravî û îxanet pirr hêsan e. We ji kîjan kurdî heznekir, bêjîn vaya kurdîtî diparêze bese, êdî dewlet dikare jê ra rêxistineka terörîst bibine û bi wî awahî wî sucdar bike û doz liser veke.

Îro jî wisa ye. Ku dewlet ji kê hezneke hima an dike endamê rêxistinek bigor dewletê terorît, an jî dibêje tu propaganda terorîsta dikî û doz lê vedike. Bi qasî misqalî zerre eleqa wî û rêxistinan tevhev tunebe jî, ferq nake. Heya îsbat bike ku têkiliya wî û rêxsitina tune, car heye 2 salan jî doz naqede.

Me du heba sirgûnê Baybûrtê kiribûn. Ez li 35 km Başurê Bayburdê bûm hevalê min Seyda mela Qutbeddin jî 40 km li Bakur bû. Wan deman telefon tunebû. Em bi hesret bûn ku hevdu bibînin û çar kelîma bi kurdî biaxivin!

Rojeka din înşallah ezê behsa bîranîna xwe û wî bikim

Bimînin dix weşiyê da

M.Nûreddîn Yekta

12.02.2021

 

Bizvirin rûpala jiyana sosret!