Malper/Anasayfa

Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..

 

Nivîsên Olî

Cejna Remezanê

Xwendevanên Hêja! 

Îro em gihîştin Eydiya Remezanê. Ew Remezana ku dilan tenik, wijdanan hişyar dike, bala dewlemenda dikşîne ser halê feqîr û neçaran, hissa alîkariyê di mirov de peyda dike, bi vî awahî mêzêna civakî pêktê. Ew meha ku hinek exlaqên nebaş wek kîn û nefretê, dijminî û ezîtiyê ji hole radike, dibe wesîle ku civak bi awakî bextiyar bihev re bijî. 
Belê ew meha ku ferziyeta wê bi Qur’an û Sunnetê hatiye îsbat kirin duh qediya û îro jî em cejna xwe pîroz dikin. 

Ev demsala ku bi qendîla dest pêkir, bi sêmehan domand û bi remezanê jî dawî lê hat, demsalek pirr qedrîbilind û mübarek bû. Di vê demsalê de tiştên me bidest xistine wek îbadet, exlaqê baş, paqijî, alîkarîya neçaran, sila rehmê li eqreba û cînaranan, em wana terknekin û di piştî vê mehê de jî bidomînin. Her çiqas li nefsa me giran were jî, em cehda xwe ji dest bernedin û van xûyên qenc dev jê bernedin. Em vê jî jibir nekin ku mirov karekî bi plan û program bide ber xwe, di encamê de dîtina bedelê wî karî qenc mirova dilxweş dike. 

Çawa dilxweş e mamostakî ku fêda şagirtên xwe di civakê de bibîne 
Çawa dilxweş e seneetkarêkî ku fêda seneetê xwe di civakê de bibîne 
Çawa dilxweş e baxçevanekî ku fêkiyê darên wî çikandine bibîne 
Hir wiha mirovekî ku bi cehda xwe terka exlaq û xesletên nebaş bike û di civakê de bibe xwediyê rêz û hurmetê, ew jî dilxweş dibe. Belê bi derketina meha remezanê em terka van xesletên baş nekin. Em vê jî jibîr nekin ku çawa mirov di jiyana xwe ya maddi de heroj di seetên kifşe de muhtacê xwarin, vexwarin, razan û îstirahetê ye, her wiha ji boy bextiyariya jiyana manewî jî, mirov muhtacê girtina emrê Xwedê û exlaqê qence. Pêwîste mirov emrên Xwedê tim di nefsa xwe de tetbîq bike, wezifeyên ku Wî dane me pêkbînin û jibîr nekin, lewra exlaqê qenc û îbadet av didin jiyana manewî. Mirov ku ji jiyana manewî durkeve ji şeydayiya xilas nabe, jixwe sedemên şeydayiyan, barbarîtiyê, hovîtiyê, wehşitiyê bê manewiyatî ye. Ku hirsa maddi çavên mirov bigre, êdî ji berjewendiyê şexsî bêtir mirov tiştek nafikire, ku îcab bike boy berjewendiyan miroc kuştin û komkujiyan jî dike. Gelo boy hirsa maddî nine ku dagerkerên Kurdistanê va bi sedsala ne li me ewqas zilim dikin? 

Xwendevanên Hêja: 

Îbadet jiyana mirov ya manewî ronî dike, hizûr û refahê, dilxweşiyê dide mirov. Belê him di nava malbatê de û jim jî di civakê de dilxweşî ye. Belê em van exlaqên qencên ku me di meha remezanê de girtiye bernedin, him jî em hewl bidin ku van exlaqana di nava civak, welat û hemi cîhanê de belav bikin, em bibin alîkarê kesên xwedî irada zeîf, ne ku em careka din terka van exlaqê han bikin û dîsa bizvirin ser rêya şaş. Reya pêşketinê parastina bidesxistina ye, lewra mifta zêrîn dewama xizmeta ye, ne terkkirina wan e!.. 

Însan bi îtibar afirandinê dixwaze xûy û xesletên xwe yên hînbûyî bodimîne, wan tekrar bike, lewra terkirina wan xûyan li mirov zehmet tê. Boy vî ye ku pêşê me gotine “xûyên şêrîn heya pîrîn” Bi te’bîreka din mirov dikare bêje ku “insan êsîrê xûyên xwe yên hînbûyî ye.” Ku mirov di bin tesîra civak û hevalan de bimîne, her çiqas bixwaze xwe biguhêre jî, belku bi nezanîn an jî bi nedîtin gav bal tiştên xirav da jî davêje. Vaya jî pêşî zirarê dide nefsa wî û dûvre jî dide civakê. 

Belê insan di karekter û qabiliyeta kirina karên baş û nebaş de hatiye afirandin. Yani mirov bixwaze dikare karên baş an jî nebaş bike. Xwedayê Teala ev quweta daye, lê mirov xwediyê îradê ye, kîjanî bixwaze ewî dike. Gerek em baş bizanibin ku kî çi bike wê ewî jî bibîne. Xweda wiha ferman dike: “Kî bi qasi misqalî zerre xêrê jî bike wê bibîne û kî jî bi qasî misqalî zerre şerrê (nebaşî, guneh) bike wê bibîne” (1) 
Di gelek ayetan de jî Xwedayê Teala emr û tewsiya kirina xêrê dike. Her çiqas qabiliyeta herdu karekteran dabe mirov jî, lê bala Wî liser xêrê ye. Helbet kî xêr bike, ewê mikafatê û kî jî şerrê bike wê cezayê xwe bibîne. Em vê jî bizanibin ku Xwedayê Teala ji quweta mirov zêdetir bar nade ser pîşta mirov. (2) Meha Remezanê wek mînakekî ye di vî warî de. 

Xwendevanên Hêja 
Cejin; bi mana kêf û dilxweşî ye, cejin; yekîtî, biratî û hezkirine. Cejin; bi mana efûkirinê ye, cejin bi mana ziyereta dost, heval, eqreba ye. Cejin; bi mana alîkariya neçara ye!.. Rojên wiha ji xwe re bikin wesîle, destê hevdu bigrin, hevdu efû bikin, sila rehmê jibîr nekin, dost û heval û eqreba ziyaret kin, duayê mezina, yê dê û bava bigrin, alîkariya feqîran, ya neçaran bikin wan jibîr nekin, destê biratiyê bidin hev, bibin yek, hezkirinê di nava xwe de belav bikin xwirt bikin, dijminiyê rakin hevdu efû bikin ku Xwedayê Teala jî li me were rehmê, me ji bindestiyê xilas bike! 

Bi vê minasebetê ez cejna we hemi xwendevanan, ya hemî gelê Kurd û ya alema îslamê pîroz dikim û ji Yezdanê Dilovan hêvî dikim ku rojên wiha bibin sedemê biratî û yekîtiya me! 
Bi hêvîya cejnên azad di welatê azad de. 
--------------- ------------------------------ 

(1) Sureyê Zelzele/7-8 
(2) Sureyê Beqere/286 

Muhammed Nûreddîn Yekta
 

Bizvirin rûpela nivîsên olî