Malper/Anasayfa

Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..

 

Nivîsên Olî

Dem, Sermayeya Herî Biqiymet e!

Xwedayê Teala di Qur’an a Pîroz de, di Sûreya Necm Ayeta 39’an de wusa ferman dike: “Ji kesba mirov bêtir tiştek nîn e û wê kesba mirov jî bê dîtin (bihayê wê were dayîn).”

Xweda tîne ziman ku, ev dinya dinyaya îmtihanê ye, Wî di vê dinê de gellek tiştên giranbiha dane mirov, yek ji wan jî dem e, yanî zemanê jiyana mirovan e. Wek din gellek tiştên bi qiymet hene. Wek dest û ling, çav û guh û hemî lebat (orxan) ên din.
 

Çawa pêwîst e mirov hemî orxanên xwe di cih de bikar bîne, her wusa gerek mirov dema xwe jî, di cih de bikar bîne.

Madem ev dinya, dinya îmtihanê ye, gerek mirov dema xwe pirr baş bikar bîne. Zemanê xwe vala derbas neke, dê mitleqa di fêda vî dinyayê de, an jî di fêda dinya din de bişuxulîne. Lewra Xweda Teala ji keslaniyê hez nake. Mirov çiqas dema xwe tije bikar bîne, ew qas bi ser dikeve, ew qas pêş dikeve. Lewra em dibînin ku, kesên dema xwe vala derbas nakin ew di her du dinyayan de jî serfiraz in, kesên ku dema xwe vala derbas dikin, ew jî, ji her du dinya mehrûm dimînin.

Loma Xweda Teala dibêje “Ji mirov re bê karê mirov tiştek dinê nîn e û wê bihayê karê mirov jî were dayîn.” (Necm/39)

Mana vî ew e ku, kî jibo dinyaya xwe kar bike, wê di vî dinyayê de bigihîje meramê xwe, kî jibo axîretê kar bikê wê axîreta xwe qezenc bike, kî jî jibo her du dinya kar bike, wê di her du dinyayan de jî bi ser bikeve.

Xwendevanên Delal:

Zeman; ew e ku mirov dikarê di hundirê wî wextî de hin tiştan bi dest xwe bixe, an jî vala derbas bike û ew firset ji dest mirov biçin. Lewra nî’met dibe ku şûnve bizivire. Wek mînak mirov feqîr be, mumkin e roj hebe mirov dewlemend bibe. Mirov ji memuriyetê were avêtin, roj hebe mirov dîsa bibe memûr. Lê dem wusa nîn e. Ku dema mirov borî ji temenê mirov dihesibe û ew dem carek din şûnve nay.

Wek mînakek ez bêjim îro xortek 22 salî be û roja salvegera bûyina wî be, sibê ev roj carek din şûnve nay. Êdî ew sibê nikare bêje ez 22 salî me. Lewra rojek ji temenê wî derbas bû û îro ketiye sala 23’yan!.. Her wusa mînak gellek in. Pêwîst e mirov ne tene salan bihesibîne, belku zarûrî ye ku mirovên biaqil, her deqeyê hesab bikin û tu deqek xwe vala derbas nekin. Lewra di her demî de mirov çi bidest xist ew ji mirov re dimîne. Çi jî wenda bibe êdî şûnve nay! Loma tê gotin ku zeman xezîna herî mezin e!..

Her tişt bi gor programa Qederê ku dema wî hat tê dinyayê. Di jiyana xwe de, bi gorî demên cur be cur di hin merhelan de derbas dibî. Çawa jibo hatina wî ya dinyayê demek kifş hebe, her wusa ji mirina wî re jî demek kifş heye. Em ji wî re umir an temen dibêjin. Her zindî piştê destpêka temenê xwe roj bi roj, gav bi gav ber bi ecele xwe ve diçe. Lewra temenê mirov gor nefesan hatiye hesibandin. Her nefesek ji temenê mirov kêm dibe. Xwezî bi wan kesan ku yek nefesek xwe jî vala derbas nakin.

Gelo mirov dibê qey ku ew Xweda yê vî temenê daye mirov û pirsa karê û şuxilê di vî temenê de jî neke? Wexta dem hat, helbet her kes wê hesabê xwe bide. Jibo vî ye ku gerek mirov demên xwe yên giranbiha jibo karên qedirbilind biborine. Karê herî qedirbilind jî ev e ku mirov di rêya helal de rizqê jiyana xwe bidest bixe an jibo bidestxistina rizqê jiyanê bi rêya helal kar bike û ya din jî mirov jibo axîreta xwe vala nemîne. Lewra Pêxemberê me (s.X.l.) dibêje “Ji dinya xwe re wusa kar bike herwekî ku tu qet namirî, ji axîreta xwe re jî wusa kar bike ku wekî tu sibê dimirî.” (1) Yanî mirovê biaqil ne jibo axîretê dinya xwe, ne jî jibo dinyayê axîreta xwe terk nake. Jibo her du dinyayan jî heta ji dest were gerek nesekine, kar bike.

Xwendevanên hêja:

Jiyan bi program û bi disîplîn mirovan pêş dixe. Him di warê tenduristî de, him di warê aborî de, him jî di warê netewî de. Em dinêrin ku mirovên idealîst pêş dikevin. Em dibînin malbatên hevgirtî pêş dikevin. Em dibînin her wusa civak û milletên hevgirti jî pêş dikevin. Ên din jî roj bi roj şûnve dimînin. Loma îro hin millet (gel) axayê cihanê ne û hin millet jî bindest in, hemî xêrê wan yên sererd û binerdê tên talankirin û bi xwe jî perîşan in û rûreş in!.. Dema mirov zemanê xwe baş bikar bîne, di warê aborî de aboriya xwe xurt bike, di warê zanînê de ilmê xwe pêş bixe, helbet mirovê biserkeve. Lewra kesen biserketî her wusa demên xwe, xweş bikar anîne.

Resûlê Xwedê (Silavên Xwedê li ser be) dibêje ku “Du nîmet hene ku pirê însan qiymeta wan nizanin. Ew nimet jî; sihhet (tendurustî) û demên vala ne.” (2) Dema mirov sax be, ew qas qîymeta tenduristiya xwe nizane û dema umir derbas bû, teze hişê mirov tê serê mirov. Lê mixabin her du jî êdî şûnve naynê!..

Birayên Delal:

Di dînê me de roj bi roj pêşketin esas e. Loma Pêxember (Silavên Xwedê li ser be) gotiye ku “çi kesên du rojên wan wek hev bin, ew di xisarê de ne.” (3)

Xebat bi yek alî nabe. Pêwîst e mirov ji her du aliyan re jî xebatê bike. Mirovên biaqîl ne jibo dinyaya xwe axîreta xwe, ne jî jibo axîreta xwe dinya xwe terk nakin. Dinya zeviyê axîretê ye, gerek mirov zeviyê xwe baş bajo ku hasilatek baş jê hilîne. Ji wî hasilatê jî him îdara xwe ya rojane bike, him jî bo dema were jî, kewara xwe tije bihêle.

Lewra Pêxember (Silavên Xwedê li ser be) gotiye ku: “Çi kesek ji we ku jibo dinyaya xwe axîreta xwe terk bike an jî, jibo axîreta xwe dinyaya xwe terk bike, heya ku jibo dinya û axîretê tev kar neke ew ne qencê we ye! Lewra dinya jibo gihîştina axîretê wasitekî ye. Nebin barê sitûyê însanan.” (4)

Di vî hedîsê de jî tê zanîn ku, hin kesên tu karekî nakin, zemanê xwe di karên vala de, an jî di karên beredayî de derbas dikin û dibin bela serê xelkê, bi sedeqan, zekatê û parsê îdara xwe dikin. Ew mirovên baş nîn in. Lewra him Xwedayê Teala, him jî Resûlê Wî tim bala me dikşinin ser xebatê û bixêr bikaranina demê. Lewra rojekî dê emê bimrin û hesabê van rojan dê ji me were pirsîn.

Xweda wusa ferman dike. “Dê miheqeq hûnê di pey mirinê re carek din bi ruh bibin.” (zindî bibin, yani sax bin, werin hesabê) (Hud/7)

Belê ev dinya muweqet e! Roj bi roj ji temenê me diçe. Zeman sermayeya herî mezin û bi qiymet e. Vî sermayeya xwe di tîcaretekî pirr biqezenc de bikar bînin, roj şûnve nazivire, dem şûnve nay, firset ev firset e. Sibê em diçin hizûra Xwedê. Zemanê xwe vala derbas nekin! Jibo xwe, malbata xwe, milletê xwe tiştên bi fêde bikin! Ji bîr nekin hûn dimrin lê emelê we namire!…
Emanêtê Xwedê bin.

---------------------------------
1) Muxtarul-Ehadis Babul Elîfî
2) Riyadussalihîn C1. R. 135
3) Keşful-xefa C2. r.230
4) 250 Hedîs r. 156

M.Nûreddîn Yekta

 

Bizvirin rûpela nivîsên olî