Îbret ji qissa Fîrewn!

Dema mirov li Kovara Zafer ya sala 1993, hejmara 77 a dinhêre bi rastî mirov şaş û mixeyyer dimîne. Wênekî 3000 sal berê dane ser rûpelê û dibêjin va wênê Fîrewn e. Ku mirov li dîroka Fîrawn û Musa Pêxember dizvire bi rastî ji mirov ra şik çêdibe, dive ku va wênê Fîrawn be!.
Kovar di vê nivîsa xwe da behsa mesela Musa (a.s) û înkariya Fîrawn dike. Ji hinek gotinên Bediuzzeman Saîdê Kurdî jî ji xwe re delîla tîne û dixwaze ku bêje va wêna "Fîrewn bi xwe ye"..

Ev wêne îro li muza "British Museum"ê ye û di vê muzê da cesedê kralê Misrê "Ramsesê 2. ya jî heye û hundirê laş (cesed) hatiye derxistin û tim tê mumya kirin bi vî awahî jî heta niha ancex hatiye parastin. Lê ev wêneyê ku mirov zen dike ku Fîrewn be, beriya 3000 salî ye û heta niha nahatiye mumyakirin û cesed di halê secdê da ji teref Îngilîzan va, li kenarê Behra Sor (Kizildeniz) hat dîtin.

Bê îxtiyarî mirov difikire "eceba 3000 sal e ev wêna bê mumyakirin heta niha çima neriziyaye? Ev çi hikmet e ku 3000 sal cesedekî narize? Gelo Xwedayê Teala bi tiştên wiha dixwaze jiyana ebedî bi mirov bide zanîn! An "aha yên ku înkara min û emrê min dikirin 3000 sal berê jî hebûn û mirin, lê qanûn û nîzama min hêj didomîne, hun ji vana aqil bigirin!" Belê bê şibhe di vir da hikmetek Xweda heye!

Em nabêjin va wêna miheqqeq yê Fîrewn e, lê ji me re jî hinek şibhe çêdibe.

Niha em di derbarê Musa (a.s.) û Fîrewn'da hinek ji Ayetan ji we re binivîsînin. Û li ser vê meselê we bi fikrên we ra serbiser bihêlin!

Musa (a.s.) li Misrê bi emrê Xweda yê Teala xelkê dawetî rêya rast dikir. Va dawa ji Fîrewn ra zirar bû, lewra koşk û serayê wî ji dest diçû , an jî tirsek wî ya wisa hebû. Bi vê minasebetê xwest ku Musa Pêxember û bawermendên wî hemiyan bikuje. Musa (a.s) bi tevî hevalên xwe terka Misrê kir û berê xwe da Filistîn. Tirsê Fîrewn girt got; ger Musa xwe xilas ke wê li wir bibe xweyî quwetekî mezin şûn ve were, selteneta min bi serê min da wergerîne. Leşkerê xwe topkir û da pey Musa (a.s.).

Musa bi tevî hevalên xwe hat ber Behra Sor, li pey wan Fîrewn û leşkerê wî! Belê "li pey Musa dijminekî wek behrê û li pêş Musa jî behrekî wek dijmin" hebû. Di vê tirs û xofa han da Xweda emrê Musa kir ku asa (dar, gopal) xwe li behrê bixe. Musa gopalê xwe li behrê xist û behr bû du perçe, Musa bi tevî hevalên xwe derbas bûn lê Fîrewn bi leşkerên xwe va xeniqîn. (Şuara/62-64)

Wî kafirî ev behra baş nasdikir, lê dijminiyê çavên wî kor kiribû, ji ber kîn û nefreta di dil wî da, bi tevî leşkeran va da nava behrê. Wî zendikir ku ew jî wek Musa xilas dibe, lê jibîr kiribû Xweda yê Teala dostên xwe jibîr nake. Belê dema Fîrewn û leşkerên wî hemî ketin nava behrê, behr şûn va zivirî û gihîşt hev, Firewn bi hemî leşkeran va helak bûn yek ji wan xilas nebûn. (Şuara/65-66)

"Me Benî Îsraîliyan (qewmê Mûsa) ji behrê xilas kir, lê Fîrewn û leşkerên wî, bi neheqî dabûn pey Mûsa û hevalên wî. Dema Fîrewn dît xilasiya wî tune got: "Min îman bi Xwedayê (Mûsa û) Benî Îsraîliyan hanî ji xwe ji Wî bêtir tu Xweda tuneye, êdî ez jî yek ji musulmana me" (Yunus/90-91)

Lê Xwedayê Teala îmana wî qebûl nekir û bi wasita Hz. Cibraîl jê re da gotin: " Tu nû îman dikî!? Halhal e me berê ji te re Qasidê xwe şand, lê te fesadî kir, li hember me serî bilind kir." (bê emriya me kir)

Di Sûreyê Yunus Ayeta 92. da jî Xweda wiha ferman dike: "Felyewme nuneccîke bîbedenîke.." (em îro laşê te diparêsin -ji ber ku tu bibî îbret ji boy însanên di pey xwe ra)

"Gark olan Firavun'a der: 'Bu gün senin gark olan [bogulan] cesedine necat [kurtulusl verecegim)" (Bediüzzaman, Risale-i Nur Küliyati, Sözler, S. 402) (Îro em laşê te yê xeniqandî xilas dikin)

"Îro em laşê te xilas dikin ta ku tu bibî îbret ji yên paş xwe re... Û tu şibhe tune ku ji mirovan (însanan) gelek hene û ji ayetên (delîlên) me xafil in" (Ö. Nasuhi Bilmen, Kur'an-i Kerim Meâli, Yûnus S., S. 1425)

"Emê te li kenarê behrê bavêjin koşekî. Ji laşê te yê tazî û rût, tu kimasîkî çênebe û xirab jî nebe! Ji bo ku tu ji yên şûnve werin, ji wan ra bibî îbret emê te mihafeze bikin" (Tefsira Keşşaf , Cilt 2, S. 251/252)

Belê bi vî awahî hinek Mufessirên din jî vê meselê bi vî awahî îzah dikin. Her wekî Zemexşerî (1144 wefat) jî di tefsîra van Ayetan da bi terzekî wisan dinivîsîne ku mirov dibê qey ku ewî 8 esr (800 sal) berê ev wênê han dîtiye û îzah kiriye!...

Dema mirov li vî wênê han dinhêre û li tefsîra mêze dike, mirov zendike ku ev wêna yê Fîrewn bi nefs e. Lê mirov nikare bêje miheqeq ew e. Belku roj hebe laşê Fîrewn ji nû ve derkeve û bibe îbret ji herkesî ra! Lê ev wêne yê kî dibe bila bibe, îbretekî û elametekî herî mezin e ji bo aqilmendan!..

01.06.2000
M.Nûreddîn Yekta