Ji Xwedê bitirsin û Wî jibîr
nekin!
Erd û esman, roj û şev, çiyayê hatîne çikkirin, rengo rengo
mexlûqatên rûyê erdê, bayê ku ewrê ji baranê tijekirî digerîne, hêşînaya
ruyê erdê, çemê roj û şeve nasekine û dikişe, darên bihara bi belgan
dixemilin û pahîza rût dibin.... Hemî tiştên di hundir û dervayê me de hene,
hemî belê hemî hebûna Xweda yê Teala tînin ziman... Hebûnek bê hemta!..
Xwedan quwwet û qudretek bêhed, bêmîsal!....
Bi qasî ku ewqas eşyayê rûyê zemîn û stêrkên li esmana hebûna Xwedê
tînin ziman, nîmetên ku Wî dane me Xaliqtiya Wî her dem tînîn ber çav jî,
mixabin hinek mirov îmtihana xwe wenda dikin. Halhale Xwedê Teala her tişt,
her nîmetên ku dane, pê mirovan îmtihan dike. Her ciqas însan xwediyê
îradeka hurr e jî, nake lazimê xwe ku mirov qelbê xwe ji hezkirina Wi re
bigire. Xwedayê Teala ev hemî eşyana dane nîşan ku mirov li wan binhêre û
meznatiya Wî fêm bike. Sed heyf ku gelek însan ji Xaliqê xwe rûyê xwe
dizvirînin û pişt didin emrê Wî. Bi vê minasebetê ye ku, Xwedê dixwaze mirov
li cewherê ku Wî mirov pê çêkiriye, li nîmetên ku daye mirov û jiyan bi wan
didomîne, ji boy wan nîmeta baranê çawa dibarîne, erd çawa diqelişe, toxim
çawa avis dimînin, li bax û baxçeyan, li hebên giha binhêre (1) û mezintaya
Wî, qenciya Wî bizanibe.
Li wan asîmanên bê stûn, li erdê ku hatiye raxistin, li çiyayên ku hatine
çikkirin, li xisûsiyêtên afirandina heywanan binhêrin, lêkolîn bikin,
hînbibin. Viya jî li me nesîhetê dike. (2)
Lewra însan hatiye emirkirin ku, hakimiyeta Xwedê nasbike, ji Wî bêtir
nekeve bin bandora taxût, bin hakimiyeta hinekên din, sirf bi angorê qanûn û
nîzama Wî bijî!.. Ji ber vî ye ku pewîste însan bi eqlê xwe vana bizanibe,
bi qelbê xwe ji Xwedayê xwe hezbike û hertim bibîrbîne. Evana îhtiyaciya
însanê ye bi Xaliqê wî. Ji boy pêkanîna van îhtiyaciyane ku Xwedê Teala di
Qur’an’a Pîroz da wiha ferman dike:
“Ey gelî bawermenda! Xwedê pirr bibîrbînin û zikrê Wî bikin!” (3)
Gerek mirov di zanîna bendetiya xwe de be û bizanibe ku Xwedê ji tamara
mirova ya mirinê nêzîktire û bi quwwet û rehmeta xwe me nixamtiye (zeftkiriye)
û herdem bi halên mirova yên maddî û manewî dizane, ji ber vî gerek mirov
her tim ewî bibîrbîne (4)
Pewîste ku mirov Xwedayê Teala bi hemî sifetên Wî, bi emr û qedexeyên Wî, bi
mikafat û cezakirina Wî, bi hezkirina Wî, bi hurmeta ji Wî û emrên Wî re û
bi tirs Wî bibîr bîne, herdem di eqlê mirov da be. Bi awakî din; pewîste ku
mirov Xwedayê xwe jibîr neke, an nebe wek wanên ku Wî jibîr kirine, lewra di
jiyana insanê de felaketa herî mezin ew e ku mirov Xweda yê xwe jibîr bike,
an jî bibe wekî wanên ku Wî jibîr kirine!… Ev jibîrkirin tişta herî xirav e
di jiyana mirov da. Ji ber vî ye ku, Qur’an’a me ya Pîroz li ser
nejibîrkirina Xwedê pirr disekine, hima di hemî sûreyan de tîne eqlê mirov!..
Xwedayê Teala di Sureyê Heşr (18-19) de wiha ferman dike:
“Ey gelî bawermenda! Hun di jiyana xwe de di şuûra bendetiya Xwedê da bin,
wisan bijîn. Bila her kesek binhêre ka ji bona roja qiyametê çi kiriye, ku
ewê di wê rojê de werin hesab bidin, (bên mihakemekirin) Ji qetandina ji
emrê Xwedê xwe biparêzin! Bê şibhe Xwedê ji hemî kiryarên we xeberdar e!..”
“Nebin wek wanên ku Xwedê toyê hebûna wan bi wan daye jibîrkirin (kemiyeta
hebûna xwe jibîr kirine). Lewra ewana li hember Xwedê serî bilindkirine!”
(îsyan kirine)
Wek wanê ku Xwedê jibîr kirine!… Di afirandina hemî mexlûqan de nedîtina
qudreta Wî, întizama Wî ya erd û esman, guhnedana emr û qedexeyên Wî, bêtirs
ketina nava guneha, bêhis mana ji hesabdayîna roja qiyametê, sifetên kafira
ne!.. Lewra jibîrkirina Xwedê, bizanîn terk kirina bendetiya Wî ye. Înkara
hakimiyeta Wî ye bi hakimiyeta benda, bi parlemento, bi sîstem û ideolojiyê
beşerî ye. Jibîrkirina Xwedê bi şerîk çêkirina hakimiyeta hinekên din tê
holê. Ev jî sifetên muşrika ne. Nîşan û elametê wanên du dil in û ku îman
neketiye qelbê wan.” (5)
Xwendevanên hêja!
Her gunehek bi emelek ji cinsê wî tê cezakirin, ew e ku me di jiyana xwe de
Xwedê jibîrkiriye ku Xweda yê Teala jî ew sifetên qencên ku dabû me ji me
sitendiye. Her wekî hun jî dizanîn ku însan xelîfê Xwedê ye li rûyê erdê, lê
xwe layiqê vê mertebê nabîne û di şûna Xwedê de ji benda re îbadetê dike!… Û
xwe layiqê çi girtibe dikeve wê derecê. Ayeta 19 ji Sureyê Heşr pêçiyê dide
ser vê heqîqetê.
Îro em dibînin ku hakimiyeta rûyê erdê hemî ketiye destê kafiran, lê ewana
hêj bi vî jî razî nabin!.. Ta ku muslimanekî li rûyê erdê bimîne û doza
hakimiyeta Xwedê bike, pewîste ku ew li hember van muslimanan micadelê
bikin. Êdî tehemmula wan ne ji sîstema Xwedê, ne ji hebûna muslimana re jî
nemaye!..
Gelô musliman çi dikin?… Bi taybetî muslimanên Kurd?.. Hinek netêda, wanên
din hemî bûne êsîrê malê dunê, tîcareta xwe, nav û dengê xwe!... Hezkirina
malê dunê ewqas ketiye dilê wan ku bixwe ji boy Î’layê Kelîmetullah tiştekî
nakin û dibin asteng ji bona wanên di vê rêda ne jî!.. Hemî karên xwe
berdane sirf li pey kêmasî û şaşiyên muslimana digerin. Hinek ji wan jî, wek
tûlê li pey mûçê li dora partî û rêxistinên kufrê diçerixin, bes derdê wan
rûreşkirina muslimana ye. Xwe bê mesûliyet dizanin, wek qewmê Mûsa (a.s.)
dibêjin “herin hun û Xweda yê xwe şerr bikin, welat ji hemî taxût dagirkira
azad bikin, emê dûvre werin. Li hember me, dijminên zordar hene, em nikarin
bi wan re şerr bikin, em ne betal in, karê me û tîcareta me ji dest diçe.”
Belê wiha dibêjin û xwe şûnve digirin. Hinek ji wan jî birastî ji eqlê xwe
kêm in, lê hay ji xwe tunene, dibêjin; “emê di mala xwe de rûnin, ka bila
hinekên din micadelê bikin, tî bimînin, birçî bimînin, li serê çiya laşê wan
bibe xurê rewir û cinawira, di zîndanên zaliman de bedena wan birize, em
destê xwe nekin ava sar û germ, lê bila her kes bi me bişêwire, lewra em
zana ne, em mamosta ne, em dewlemend in, em seyda ne, bê ezîyet, bê cefa her
tişt bikeve bin emrê me!.. Lê pirr ehmeq in, lewra di dîroka dunyayê de, tu
wext bê xebat mirov bisernakeve û xebatkar jî xebata xwe nadin yên wisan!…
Ger mirov birastî musliman be, gerek mirov bizanibe ku Xwedayê Tela mukafata
mirova bi angorê xebat û îxlasa mirovan dide, ne bi angorê seroktî û merteba
mirovan, ger wisan neba pewîst bû ku yên wek Firewn û Nemrût beriya Musa û
Îbrahîm biçûna behîştê?!… Hun ji kafir û muşrikan re serî deynin, ji boy
kûtek bidest we keve hemî durûtiyê bikin û mikafata xwe jî Xwedê bixwazin!…
Ji muslimanan bixwazin!… We ev li ku dîtine?…
Hun qirêjaya rûyê muslimana ne, bi mirina we belku dunya hinek paqij dibe,
belku musliman serfiraz dibin. Pêxemberê Xweda wiha ferman dike: “Ew ebdên
facir dimirin, lê bi mirina wan însan, heywan, dal (dar û ber) û bajar xilas
dibin. (paqij dibin)” (6)
Însanên ku di jiyana xwe de, di warê siyasî, aborî de, di hezkirin û nefretê
de, di hilbijartina qanûn û nîzaman de, di îdara dewletê û partî û
rêxistinan de Xwedê û qanûna Wî jibîr bikin, wê wek qeymê Mûsa (a.s) bi
salan di gêjaya jiyanê de, di qirêj û nezanîyê de bimînin û di ezabê Xwedê
de jî werin jibîr kirin, çawa ku wan li vê dunyayê emrê Xwedê jibîr
kiribûn!…
Jibîrmayîna di ezap de; çiqas tiştek nebaşe!… Wê rojê ji wan re wiha tê
gotin: „We ev roja ku wê ji we hesab were pirsîn jibîr kiribû, îro jî emê we
jibîr bikin, cîhê hun biçinê agire, ji boy we tu alîkar jî îro tunene.” (7)
Ew Xwedayê ku tu tiştî jibîr nake, wê wan kesên ku bi îrada xwe Xwedê jibîr
kirine, jibîr bike, yanî li wan neyê rehmê û pişt bi wan de bike, wan di
ezap te bihêle.“ (8)
Ey gelî bawermenda ! Xwedayê xwe jibîr nekin, xwe jibîr nekin, birayên xwe
jibîr nekin!.. Îro roj roja jibîrkirinê nîne!.. Hukmê Xwedê di bin lingê
taxût te dipelçiqe, lê temaşe nekin!.. Ev roj, ev firseta carek din bidest
we nakeve jibîr nekin hun carek din naynê dunyayê!…
Bi silavên biratî
01.01.2002
----------------- -------------------
(1) Tariq 5, Abese 23-32
(2) Qaf 6-8, Casiye 17-20
(3) Ahzab 41
(4) Hadid 4, Qaf 16, Xafir 7, Nur 64
(5) A’raf 51, Tewbe 67, En’am 44
(6) Buxarî K. İsti’nan 42
(7) Taha 126, Casiye 34
(8) Meryem 64, Secde 14
M.Nûreddîn Yekta |