Mana Şeva Qedrê (Leyletul-qedr)

Xwedayê Teala; Muzîca herî mezin ku Qur’an e, di meha Remezanê de, di Şeva Qedrê de ji Pêxemberê me Hz.
Muhammed re şandiye. Bê şibhe Qur’an, rêya herî rast, rêya hizûrê, rêya seadetê dide mirovatiyê.

Pêxemberê me yê Birêz Hz. Muhammed, cîhanê û hemi mirovatiyê bi rêya Qur’anê ronahî kiriye. Xwedêya Teala di Sureyê Qedir de wiha ferman dike: “Bi rastî me Wê (Qur’anê) di şeva qedrê de şandiye. Tu zanî şeva qedrê çiye? Şeva qedrê ji hezar mehî bixêrtir e. Melaîket û Cibraîl bi îzna Xwedê ji boy her karî di wê şevê de peyadibin (ruyê erdê). Ew şev ta gewraya sibê jindewarî (xweşiy) ye. (1)
Şeva qedrê bi mana meznatî û şerefê ye. Sedemê ji vê şevê re qedir tê gotin ew e ku; di vê şevê de Kitêba Qedirbilind bi wasita Cibraîlê Emîn ji Pêxemberê me re hatiye şandin. Xweda di vî warî de wiha ferman dike; “Di wê meha rojiyêdane, ku ewa Qur’an’a ji bona mirovan bi beledî (puç û rastiyê jihev derdixe) hatiye hinartinê. (2)

Ji vê ayetê jî tê zanîn ku Qur’ana Pîroz di vê mehê da û di şeva qedrê de hatiye şandinê. Mucîza Pêxemberê me ya herî mezin Qur’an e, Resûlê Xwedê dilan bi Wê Qur’anê fetihkir, sîngan bi Wê ronahî kir, mirovatiyê bi Wê anî hîdayetê. Bi vê minasebetê şeva qedrê şevek bi nûr û muşerref e.

Pêxemberê me di hedîsek xwe da wiha dibêje: “Kîjan kesên ku bi baweriya qenciya şevê û bi omida mikafata ji Xwedê vê şevê bijî (yani bi îbadet derbaske), gunehên wî kesî tên efukirin. (3)
Şeva qedrê ji hezar mehî bixêrtir e, Yanî feyz û bereketa wê, xêr û mikafata wê ji xêr û mikafata hezar mehî zêdetir e. Pewîst e mirov vê şevê bi heqî bijî, îbadet, dua û îstixfarê zêde bike, daku mirov bigihîje mikafata hezar mehî. Di heqîqeta xwe de qedrê vê şevê pirr zêde ye, belku bi roj û meha nay hesibandin lê temsîla hezar mehî delaletê ser meznatiya şevê dike.

Pêxemberê me (silava Xwedê liser be) di dehê dawîya Remezanê de zêdetir girîngî dida ser îbadetê. Di van rojan de ferdên malbata xwe jî, ji boy îbadetê hîşyar dikir. Dayika me Hz. Aîşe rojek jê dipirse:
“Ya Resûlullah ku ez bizanibim şeva qedrê kîjan şev e û ez rast lê bêm, ez çi duayê bikim (ez ji Xweda çi bixwazim)?
Pêxemberê me wiha bersiv da:
“Bêje; Ya Rebbî! Tu pirr effuker î, ji efwê hezdikî, min effû ke.” (4)
Îhya kirina vê şevê ku ji hezar mehê bixêrtir e, mezheriyeteka mezin e, dilgeşî ye. Ev şev boy bawermenda dilxweşî ye, xêr e, mikafat e, bereket e, heft xwezî bi wan kesan ku vê şevê bi îbadet û xwendin û zikir derbas dikin.

09.09.2006

M.Nureddin Yekta
--------------------------------------------------------------------------
1 Sureyê Qedir, 97/1-5.
2 Sureyê Beqere, 2/185.
3 Tecrid-i sarih c.1, s. 45.
4 Sünen-i Tirmizi terc. C.2, s.78 H.No:792.