Malper/Anasayfa

Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..

 

Nivîsên Olî

Şeva Mîracê
Em îro dîsa gihîştin şeva Mîracê.
Mîrac derketine Pêyxemberê me Hz. Muhammed ya Wî ya hizûra Xwedê ye.

Çawa derketiye huzûra Xwedê? Bi beden an bi ruh, di xew da an bi rasteqînî, boy min ferq nake, lewra ez bi vê awahî ra meşxûl nabim!

Hezar sal e, ji bawermendan ra ev şikla hatiye gotin.
Pêyxember çawa çû?
Kê li ku dît?
Bi kîjan peyxemberî ra xeber da û wek wan gelek pirsên din!

Di mizgeftan da xelk civandin, bi qurra û mewlûdxan ên serxweş Qur'an û mewlûd, bi keçan jî beyt û qesîde dane xwendin.

Ji taxûtên ku hukmê Qur'anê rakirine û bi gor mêjoyê xwe û mêjoyê Ebû Cehil ên zeman qanûn û dûstûr danîne ra jî dua dane kirin.

Wan taxûtana mezin kirin, leşkerên wan jî pîroz kirin.
Bi bawermend ên belengaz jî, ji wan ra dua dane kirin.
Belê Mîrac bi vî awahî hate pîroz kirin. 

Gelo Mana Mîracê ev e?
Mîrac peymanekî ye di navbera Xwedê û bawermendan da!
Ev peyman di şeva Mîracê da bi wasita Hz. Muhammed hatiye kirin.

Di vê şeva handa di serî da Soza qebûlkirina yekîtiya Xwedê û pêkhanîna emrê Wî bi tenê hatiye sozdayîn û em bawermend heroj herî hindik 17 caran di nimêjêda vê sozê dubare dikin. 

Ev e mana "iyyake na'bûdû we îyyake nesteîn."
Emher ji te ra ji ra bendetiyê dikin û bi her awahî her ji te alîkariyê dixwazin,
Va gotina her wiha înkara sitûxwarkirina li hember serok û rêberên olî û yên siyasî jî dike.
Him di dunyayê da, him jî di warê manewî û axretê da xwediyê sozê her Xweda yê Teala ye, ji bilî Wî wek din hemî taxût in!
Mixabin di Mîracê da ta îro ev nahate gotin.
Kê ji ku nan xwariye bûye bendê wê rêxistîn û dewletê!  

Ger em di rojên wiha da tenê rojek rojî bigrin û êvarê ji biçin mewlûd û qesîda guhdarî bikin û ji texût û bel'ama ra jî dua bikin û zen bikin ku îslam vaya ye, em xwe dixapînin.

Pîrozkirina Miracê bi vî şeklî, îbadeta ji Xwedê ra  nîbe îbadet û bendetiya însana ye. Jibîrkirina soza Xweda ye!

Bê samîmîyet û bê paxaftinê, me aniye ber şêmîka kufrê em ha ji xwe nînin!
Me çawa terka baweriya xwe kiriye, her wiha baweriyê jî terka me kiriye!
Yekîtî çûye!
Hezkirin çuye!
Biratî çûye!
Em bûne dijminê hevdu 

Em îro dibînin ku di alema îslamê da  wekhevî tune, heq û hiqûq tune, hinek gel bûne efendî, hinekan ji xwe ra kirine kole û li wan zilim dikin.
Em dema li cihanê jî dinhêrin, li ku musliman hebin li wan zilim tê kirin, tên qetliamkirin, ji cîh û warên wan tên derxistin, bi komkujiyan tên şewitandin, lê mixabin muslimanên cihanê jî lê temaşe dikin 

Resulullah rojekê got ku "roj hebe muslimanên bibin wek berata û kafir jî wek teyrên berata bikevin ser wan."
Sihaba gotin "Ey Resûlê Xwedê gelo wê demê musliman ewqas hindik dibin?"
Peyxember got: "
Na, musliman pirr in, lê yekîtî tune, wê bibin wek qirş û qalên liser avê!" 

Mixabin îro halê muslimana wisa ye, problemên navxweyî bi xwe careser nakin, wê emperyalîst ji hêlên dûr werin, cîh waran xirav bikin, problemê me, bi angorê xwe çareser bikin, aha îro Suriye wek mînak liber çav e!

Mixabin îro, nexwe alîm û zanyarên me jiber lom û tirsa berpirsiyarên zalim taxût û diktator li hember zilmê bûne şeytanê lal.
Lewra Peyxemberê me gotiye:
"Kî li hember neheqiyê bê deng bimîne ew şeytanê lal e." 

Belê aha dîsa sê meh hatin û rojên mübarek dest pêkirin. Em hêvîdar in ku bawermend hîşyar bin ji taxût, zalim û diktatoran ra nebin xurek.

Rojên wiha jî, bibin sedemê hîşyarbûn, yekîtî û biratiya mirovatiyê.
Şeva Mîracê li we hemiyan pîroz be.
Bimînin di xêr û xweşiyê da, xuşk û bira yên qedir bilind! 

M.Nureddin Yekta
2017.04.23

 

Bizvirin rûpela nivîsên olî