Salnama Hicrî û ya Mîladî?
Mirov çawa dikare salnama Mîladî wergerîne salnama
Hicrî?
1) Mirov (hejmar I.)
621ê ji sala mîladî derdixe: 2007-621= 1386. (hejmar
II.)
2) Mirov hejmara dertê ku li vira 1386 e, li 33’ya parve dike 1386:33=42
(hejmar
III.)
3) Mirov hejmara II. û ya III.’yan dicivîne, encam çi be salnama hicrî ew
e !
1386+42=1428
2007-621=1386 :33=42+1386=1428
Mirov çawa dikare salnama Hicrî wergerîne salnama Mîladî?
Mirov salnama Hicrî li 33’yan parvedike 1428:33=43 (43:27)
Hejmara encamê ku 43 ye, mirov ji salên hicrî derdixe, 1428-43=1385
Hejmara encamê ku 1385 e, bi 622’an re bicivînin 1385+622=2007
Salên bigor salnama Hicrî hersal 10 an 11 rojan berê dest pê dike. Salnama
Hicrî di 33 salan de dewrek xwe diqedîne. Mînak, îsal Rojî di yekê meha
Adarê de dest pê bike, 33 sal şûnve dîsa roja yekê Adarê rojiya Remezanê ye.
Bi vî awahî li her herêmên cîhanê herkesek di her rojên salê de rojiya
Remezanê digre. Êdî demsalên cîhanê çiqas jihev cûda bin jî, bê edaletê
nakeve nava alemê!
M.Nûreddîn Yekta |