Malper/Anasayfa

Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..

 

Nivîsên Olî

Şertên îmanê şeş (6) heb in.


1- Baweriya Bi Xedayê Teala:
Yani ez bawer im ku Xwedayê Teala heye, Wî em afirandine, hakimê dinya û axretê Ew e, Emir û ferman yên Wî ne, qanûn û nîzam her ji hêla Wî vê tênê danîn. Bi her tiştên me dizane. Em mecbûr in wek ku Wî xwestiye tevgerin, lewra Ew wê di roja axretê de ji me hesabê bipirse, kesên îmtihana xwe baş derbas bikin wê mikafatê, kesên ku îmtihana wan baş derbas nebe wê cezayê bigrin. Di Qur’ana Pîroz de 99 navê Xwedê derbas dibin lê nav û sifetên wi wana tenê nînin. Belku gelek nav û sifetên Xweda hene. Hinek nav û sifet xasê bi Wî ne, hinek jî di nava Wî û mexlûqan de muşterek in, lê sifetên Xweda bi temamî ne û yên mexlûqan jî bi kêmasî ne. Emê di vê beşê de înşallah bi dirêjayî şirove bikin


2- Baweriya bi melaîketan:
Melaîket ji nûrê hatine afirandin. Şiklên wan ne wek yên me ne, boy vê jî em nikarin wan bibînin. Ew jî di nav xwe de qisim qism in, her qisim wezîfek wan heye, hinek îbadetê dikin, hinek ruhan distînin, hinek bi parvekirina rizqên mexlûqan re mijûl in, hinek bi ewr, baran û tiştên wisan re mijûl in, hinek deftera mirovan digrin (jiyana mirov digrin filmê), hinek ji wan li axretê wezîfedarên cennet û cehnimê ne. Çar melaîkêtên naskirî (meşhûr) vana ne.
Cibraîl: Qasidê di navbera Xwedê û Pêxemberan da ye. Gotinên Xweda ji Pêxemberan re dihanî.
Mikaîl: Ew bi tev melaîketên bi wî re, bi rizqên mexlûqan re mijûl in, mexlûq dibêjim lewra tiştên xwedan riziq dibin ne tenê însan û heywan in, belku her wiha rizqê nebatatan jî heye, dar û hubûbat û wek wan.
Îsrafîl: Di qiyametê de pufê sûrê dike. Carek puf dikê hemî zindî dimirin, carek jî pufdikê hemî mirî zindî dibin û diçin heşrê.
Ezraîl: Ew û hevalên wî ruhên zindiyan distînin. Li dinyayê wezîfa wan ev e, lê li axretê Xweda çi wezîfe dide wan em pê nizanin.


3- Baweriya Bi Kitêbên Xweda
Baweriya Pirtûkên ku ji teref Xwedê da bi wasita Pêxemberan ji alemê re hatine şandin şertek ji şertên îmanê ye. Xweda ji pêxemberan re pirtûk şandine û wan jî emrê Xwedê ji insanan re gotine. Ji Adem (a.s.) heta Hz. Muhammed Xweda çar pirtûk û sed jî rûpel şandine.
Çar Pirtûk vana ne:
Tewrat ji Hz. Mûsa re,
Zebûr ji Hz. Dawûd re,
Încîl ji Hz. Îsa re,
Qur’an jî, ji Hz.
Muhammed re hatine şandin.

Sed rûpel jî, ji van pêxemberan re hatine şandin.
10 rûpel ji Adem eleyhîsselam re,
50 rûpel ji Şît (Şîs) eleyhîsselam re,
30 rûpel ji Idrîs eleyhîsselam re,
10 rûpel ji Îbrahîm eleyhîsselam re,


4- Baweriya bi Pêxemberên Xweda
Roja ku Xweda mirov afirandiye ji wê rojê pêve pêxember jî şandine ku mirovatî ji rêya rast dernekeve û nebe hov. Lewra çi dema mirovatî di rêya pêxemberan da çûye, li rûyê cîhanê hizûr hebûye, çi dema ku mirovatî ji rêya wan dûr ketiye, rûyê cihanê wek ewrê li esmanan ji zilmê tarî bûye.
Pêxember jî wek me mîrov in, ferqa me û wan ew e ku ewana guneh nakin û Xweda wan ji guneh û xeta paraztî ye. Wezîfa wan ew e ku ewana emrê Xwedê ji mirovatiyê re bêjin. Pêxember cuda cuda ne, hinek ji wan nebî ne û hinek jî resûl in. Nebî ew in ku emrê Xwedê distînin di nefsa xwe da tetbîq dikin, resûl jî him di nefsa xwe da tetbîq dikin û him jî mecbûr in ji mirovan ra bêjin. Hinek pêxember ji qebîle û qewman re hatine, hinek jî ji hemî alemê ra. Hejmara pêxemberan çiqase kes nizane. Hinek dibên 124 hezar, hinek dibên 224 hezar, lê ya rast kes nizane, lewra Xwedê dibêje me behsa hinek resûlan ji we ra kiriye û ya hinekan jî nekiriye.
Yek jî ev e ku Xweda ji her milletê (nijad) pêxemberek şandiye. Da ku ew milleta ji emrê Xwedê baş fêm bike. Di Qur’ana Pîroz da navê 28 kesan derbas dibe, zanyarên îslamê dibên ku 25 heb pêxember in. Sisiyên din liser wan îxtilaf heye, hinek dibên pêxember in, hinek jî dibên welî ne.
Pêxemberên ku navê wan di Qur’anê de derbas dibin:
Hz.
Adem, Hz. Îdris, Hz. Nûh, Hz. Hûd, Hz. Salih, Hz. Lût, Hz. Îbrahîm, Hz. Îsmaîl, Hz. Îshaq, Hz. Ye’qûb, Hz. Yusûf, Hz. Şueyb, Hz. Harûn, Hz. Mûsa, Hz. Dawûd, Hz. Suleyman, Hz. Eyub, Hz. Zulkîfl, Hz. Yûnis, Hz. Îlyas, Hz. Elyesa’, Hz. Zekeriyya, Hz. Yehya, Hz. Îsa, Hz. Muhammed.
Sê kesên din jî vana ne: Uzeyîr, Loqman û Zulqerneyn.


5- Baweriya bi roja axretê
Ev dinya ebedî nîne, heroj bi hezaran kes dimrin û ji vê dunyayê diçin, gelo em qet difikirin ku vana kuve diçin? Xweda dibêje “her nefis wê mirinê tam bike û paşê jî werin hizûra me hesabê bidin.“ Dema mirov li cîhanê dinhêre, di guhertin û roj bir roj xiravbûnê da mirov dizane ku wê rojek dawî li vê jiyanê were. Belê piştî dawî lê hatina jiyana han mirov kuva diçe ? Helbet diçe dinyakî din, ji wê dunyayê re axret tê gotin. Em bawer in ku wê ew roja were û em pê îman tînin.
Di vî warî da gelek ayet hene di Qurana pîroz de.


6- Baweriya bi Qederê
Qeder zanîna Xwedê li ser emelên (karên) mirova ye. Xaliq Xweda ye, lê cuz’ê îxtiyarî di dest mirov da ye. Mirov çi bixwaze Xwedê wi bi dest mîrov da berdide, yani muyeser dike, lê riza Wî bi her karên mirov tuneye. Liser mesela qederê pirr gengeşî heye. Belku hinekan gotine meselek pirr kûr e, yek ji wan jî Hz. Elî ye. Lê zanîna Xwedê liser karên mirov, mirova mecbûrê wî karî nake. Wek zanyarên astronomîyê hesab dikin, dinvîsînin û dibêjîn wê 75 sal şûnve stêrka bi poçik wê di ber dunyayê ra derbas bibe. Gelô ev nivîsa wan zanyaran tesîrê li ser hatine stêrkê dike? Na.. Belku jixwe wê stêrk bihata, lê wan jî zanibûn û nivîsîne. Her wiha wek mînak mirov dikarê girtina roj û hîvê jî bide nîşan. Gelo zanîna zanyaran tesîra xwe liser girtina wan dike? Nêxêr, belku jixwe wê di wê rojê de bên girtin, lê zanyaran pêş de zanîbûn û nivîsîne ewqas. Îja îlmê Xwedê bê hîsab e, helbet Ew ji herkesî û ji hertiştî baştir dizane. Tiştên li cem me xeyb in ji Wî re xeyb nîne.
Me wiha bi kurti nivîsî, înşallah ezê şertên îmanê bi dirêjayî teko tekô binvîsînim.

2007-03-11

M.Nureddin Yekta

 
 

Bizvirin rûpela nivîsên olî