Sureyê Fatîhe

1- Bi navê Xweda yê Rehman û Rehîm

(Rehman bi mana Rezzaq: Rizqê her tiştî dide di dunyayê de. Rehîm bi mana dilnerm li morovan tê rehmê, şefqetê dike û bigor emelên mirov bi mirovan re muamelê dike, li dinya wîyalî li bawermenda tê rehmê, jiber ku bawermend li vê dinyayê wek gotina Xweda tevdigerin, wê çaxê li axretê jî Xweda jî bo bawermenda bi rehmet e)

2- Hemd (pesinayi û pesindayîn) her ji Rebbê alemê ra ye. (Xwedayê ku alem afirandiye her ew dikarê pesnê xwe bide û mirov an jî hemî mexlûqat dikarin pesnî Wî bidin, xasê bi pesindayînê her Ew e) 

3- Bi tenê Rehman û Rehîm Ew e! (Bê Wi ki dikarê ji tunebûnê tiştan biafirîne, rizqê hemî meqlûqatan bide, li vê dunê herkesî, her tiştî xwedî bike? Li dunya wîyalî jî, bigor kar û emelên mirov bi mirovan re muamelê bike? Kesên ku wek emrî Wî tevgeriya bin wan mikafat bike û kesên ji emrê Wî derketivin wan jî ceza bike?) 

4- Xwediyê roja cezaê ye! (roja cezayê bi mana qiyametê ye, roja ku hesab tê pirsîn, kesên qenc wan mikafat dikin û kesên xirab jî tên cezakirin)

5- Em her ji Te (Ey Xweda) re îbadetê (bendetî, ebdîtî) dikin û her ji te alîkariyê dixwazin. (Lewra mexlûq ancex ji Xaliqê xwe re îbadetê dike, yê mirov afirandiye Ew e, ancex Ew bi maddi û manewî ji mirovan re alîkariyê bike, dema Ew quwetê ji mirov bistîne kî ye ku mirov rake ser pîya? Her wiha ancex Ew e layiqê îbadetê, gerek mirov ji bendeyên wek xwe re stûyê xwe xwar neke)

6- Rêya rast nîşan me bide! (me bike rêya rast)

7- Rêya wan kesên ku te ji wan re îkram û lutuf kiriye. Ne rêya wan kesên ku Tu li wan hatiyî xezebê û wanên ku ketine delaletê.

Xwedayê Teala bi ayeta 7’an ayeta şeşan şirove dike. Rêya rast, rêya wan kesên Xweda ji wan re lutf û îkram kiriye çi ye? Ew rê, rêya Pêxemberan û wan kesên qencên di rêya wan pêxemberan de diçin ew e. Kesên ku Xwedê xezeba xwe li wan kiriye; bigor gelek tefsîran vana yehûdî ne, lewra yehûdiyan bi zanîn pişt dane emrê Xweda. Kesên ku çûne delaletê, yani ketine rêya şaş; ew jî mesîhî ne. Wan xwe şaş kirine, xaliq û meqlûq kirine wek hev! Îsa û diya Wî ya Meryem kirine şirîkê Xweda.

Bi tev vê ew kesên ku Xweda ji wan hêrs ketiye an ketine delaletê ne tenê yehûdî û xiristiyan in, belku niha gelek civak û kes di warê înkar û tuxyanê de ji wan pirr derbastir kirine. 

Me li jor nivîsî ku “rêya rast, rêya pêxembera ye“. Yek bêje ku madem rêya pêxemberan rêya rast e, we demê çima yehûdî û xiristiyan ne di rêya rast da ne ? Lewra ew jî dibên ku wana li ser rêya Hz. Îsa û Mûsa ne!

Belê rêya hemî pêxemberan rêya rast e, lê mirovan demek şûnve ew rêya tevlihev kirine, rast û xwar kirine nav hev. Bo vê ye ku Xweda pewîstî diye û pêxemberek din şandiye. Ger yehûdiyan di rêya Hz. Mûsa da biçûna, pewîstî bi hatina Hz. Îsa nedikir. Her wiha xiristiyanan jî rêya Hz. Îsa guherandin. Dev ji Xwedê berdan û gelekan ji wan ji Îsa û diya Wî re îbadet kirin. Rêya niha ew tê da, ne ne rêya Îsa û Mûsa ye! Boy vê jî, ji rêya rast derketine.

19.02.2007

M.Nureddin Yekta