Wehabîtî çiye?
Ev baweriyek e, ji teref Muhammedê kurê
Suleymanê kurê Ebdulwehab ve hatiye meydanê. Muhammedê torinê Ebdulwehab di
bihara sala 1703 an de li herêma Necdê li bajarê Uyayneyê (70 km nêzîkî
Riyada Erebistanê) hatiye dunyayê. Ji qebîla Teym e. Bi navê Şeyx Necdi
hatiye naskirin. Ji malbatekî mensûbê mezhebê Henbelî ye, malbata wî gelek
zanyarên îslamî perwerde kirine.
Ji Hindistanê bigre heta Şamê li gelek ciyan xwendiye, lê xwendina xwe li
Şamê qedandiye, di dema şagirtiya xwe de gelek di tesira Îbni teymiye de
maye. Vê ekola xwe di sala 1745'an de piştî ku Emirê Necdê Muhemmedê kurê
Mesûd teswîp kir, îlankir. Mirov dikare bêje bi sedem alîkariya Mesûd ev
ekola han li nava Erebistanê belav bû, lê hêj jî di wir de maye, pirr hindik
belav bûye di alema îslamê de. Gelek mirovên ku li dijî urf û adeta û li
dijî bid'eta derdikevin navê wehhabîtiyê li wan dikin, lê ew ne wehabîne,
gelek mela jî hene baş wehabîtîyê nasnakin lê ji boy ku li hember hinek
bid'a dertên navê wehabîtiyê lixwe dikin, an jî xelk ji wan re wehabî
dibêjin. Bi taybetî li Kurdistanê ji melayên ku li dijî Şêx û axa derdiketin
ji wan re wehabî digotin.
Wehabî di derheq hedîsan de her çiqas işk bin jî, di warê siyasî de li
hemebr Osmaniya cephe girtine. Bi angorê baweriya wan dewleta Osmanî ne
dewleteke îslamî ye. Piştî Osmaniyan dewleta memlûka xist (1517) û xelîfetî
bi destê zorê kirin destê xwe, mirov dikare bêje ekola ku li dijî Osmaniyan
derket her ew in. Emîrê Necdê Muhammed bin Mesûd jî destek dida wan. Bi
desteka Emirê Necdê wan gelek bajar zeftkirin wek Mekke û Mdine. Di destpêkê
de dewleta Osmanî pirr girîngî neda ev serhildana wan, lê dema wehabîtî bû
wek ekolek siyasî dewleta Osmaniyan êriş bir ser û gelek ji wan kuştin.
Di dewra Sultanê Osmaniyan Ebdulezizê yekem de, Ebdulezîzê kurê Muhemmed
emîrê Necdê bû û serkêşiya serhildanê jî wî dikir, lê Osmaniyan ew girtin û
anin Stenbolê û îdam kirin.
Hinek baweriyên wan ji ehlê sunnet cuda ye, wek ew şefaatê qebûl nakin,
dibêjin ku tu kesek nikare bikeve nava mirov û Xwedê, wesîlê qebûl nakin.
Pirr girîngiyê nadin hedîsan jî. Terkkirina ferzan, an jî kirina gunehên
mezin wek kufrê dizanin. Tiştên di pey pêxember re cêbûne wek mewlûd uwd.
hemiyan ji kufrê qebûldikin, wek ku mirov ji Pêxember re jî îbadetê dike
wisan dihesibînin. Bi awakî din di warê dîn de pîrr işk in. Bi angôrê wan ew
tenê musliman in.
Jiber vî jî di alema îslamê de pirr terefdar negirtine.
Dewleta Suud bi gelemperî liser baweriya wan dimeşe.
Bi silavên biratî
(Bersiva pirsa kurdekî bû, loma jî ewqas kurt e)
08.08.2004
M.Nûreddîn Yekta |