Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Alema internetê alemek xerîb e!..
Em bixwazin an nexwazin internetê cîhkî xweser girtiye di jiyana me da. Bi taybetî boy xwendevan, rewşenbîr, ronakbîr, nivîskar uwd. girîngiya xwe zêdetir e. Belku gelek mirov wek hoby dikevin internetê û ji xwe re digerin, hinek boy xiraviyê, hinek boy avêtina sitresê! Lê ew kesên ku dixwazin ji cîhanê xeberdar bin, bi siyaset, kultur û tiştên rojane re mijûl in ev internet boy wan bûye wek materyalek ji bedena wan. Ku mirov bizvire û li duh binhêre, xwendevan boy ku kovarek an rojnamek bidest xwe bixin sûk bi sûk digeriyan, lê îro? Belê îro bi bihakî gelek kêm û erzan mirov dikare di demek kurt da gerek li cihanê bike, rojnama xwe bixûne, tv.ya xwe temaşe ke û ku mirov bixwaze bi nivîs an jî bi deng û kamera bi dost û hevalên xwe, bi hezkiriyên xwe ra bikeve suhbetê. An ku mirov namek verêke boy rojên şîn û şahiya dost û hezkiriya.

Bê şibhe di internetê de cihkî xweser boy suhbetê (chat) jî heye. Bi taybeti di gelek programan da û wek programa paltalkê da ku mirov bixwaze, dikare ji xwe ra jorek (kanalek) veke û wê jorê wek medresek, wek dibistanek bikar bîne. Belê yên wisan dikin jî gelek hene. Ji wan yek jî Koçka Evîna Welat e, ku derdorê çar sala ye, ji her çar parçên Kurdistanê beşdar dibin û Koçk ji wan ra xizmetek biratî dike. Bi taybeti ji her çar parçan gelek rewşenbîr, ronakbîr, siyasetmedar û gelek xuşk û bira yên birêz tevli sohbetê dibin. Jiber ku zimanê suhbeta koçkê kurdî ye, gelek mirovên ku qet bi kurdî (latinî) nezanîbûn binvîsînin û bixûnin di vir da fêrî zimanê xwe bûn. Ya herî girîng ew e ku ji her çar parça kurd têkiliyê bi zimanê xwe datînin.

Ez jî yek ji birevêbirên Koçkê me û duh jiber hinek karên malbatê gelek dereng hatim internetê, bawer im derdorê 24:00 Ewrûpî bû. Dema min bala xwe day ku di kategoriya internationelê de 451 kanal vebûne, lê ya me venebûye, min bixwe bixwe got "wey gelî firara (revoka) ez îro dereng hatim û we koçk venekiriye." Rexnek di dil da ji hevalan ra. Lê dema min bala xwe da lista beşdarên koçka min dît ku hejmara beşdarê Koçka Kurdistanê (Koçka dilxwaz û endamê PDK-Başûr) gelek zêde ye, êdî min zanî ku mijarek girîng heye li wir, boy wî ye ku hevala koçka me venekirine. Jixwe em bi çavê ya xwe li vê koçkê jî dinhêrin, ku pewîst be carnan em ya xwe, carnan jî ew ya xwe digrin û em hemi tên cem hev di koçkekê da, ma jixwe em hemî ne birane gelo?..

Uslûba rêvebirina herdu koçka jî yek e, ew jî zimanê kurdî ye.

Di internetê de gelek koçkê kurda hene, lê mixabin gelek ji wan zimanê dijmin an jî yên biyanî bikar tînin. Belê me got ku herdu koçk jî yên me ne, ferqa wan tune, lê ku ferqek hebe, ew jî beşdarên Koçka Kurdistanê pirrên wan ji Başûrê ne, lê yên Evîna Welat ji her çar parça ne.

Dema min hejmara beşdaran dît, hima ketim Koçka Kurdistanê û min silav û rêzê xwe ji civakê re pêşkêşkir. Jixwe pirrên beşdaran nas û heval in, piştî xer hatin û bersiva hevalan min li mijarê nêhêrî ku mijar dîsa liser rojeva cîhanê, ya Kurdistanê û bi taybetî liser çûyina Birêz Mesud Barzanî ya Tirkiyê û Suriyê diaxivîn. Kesên ku dixwestin liser mijarê biaxivin destê xwe rakiribûn û dorbidor li ser mijarê diaxivîn. Pişti ku yê diaxivî gotina xwe qedand Mamosta Piran ku ji rêvebirê kanalê yek e, microfon girt û xwest di derbarê mijarê da ez jî hinek biaxivim. Her çiqas gelek hevalan di vî warî da axivîbûn jî, jiber girîngiya mijarê min xwest ez jî çend bêja bînim ziman. Boy vê yekê min jî destê xwe bilindkir û dema dor hat min Kek Piran dîsa microfonê girt û çend pirs ji min kir, di derbarê mijarê da.
Bi rastî gelek xweş e ku mirov bi gelek xuşk û biran ra rûnê û derd û xemên xwe parveke.

Boy ku ev nivîs zêde direj nebe, ezê pirs û bersiva bihêlim ji boy nivîsa ku bê inşallah. Lê ez ewqas dikarim bêjim ku ew birayên me yên kurd bi taybetî hevalên rêxistinî ku imkana wan hebe her hefte roja Sêşem, Înî û Şemiya werin Koçka EVÎNA Welat, Wê gellek baş be. Bila kes nebêje alemek xeyalî ye, bi rastî suhbetên di alema xeyalî de gellek ji ya reel baştir û bi hiqûqtir e.

Bi silavên biratî

18.10.2004

M.Nureddin Yekta

 

 

Bizvirin rûpela nivîsan!