Roja ku dewleta Tirkiyê saz bûye ta îro 2 armancên wî yen
bingehî hene:
1- Sîstema nîv olî (Îslamî) rake û di şûnê de sistemekî laik (bê ol) deyne û ew
gelên li Kurdistanê, Anadolê û lazistanê dijîn bi destê zorê li wan bide
qebûlkirin.
2- Gelê Kurd ku bi pirrayî dîndar in, wan asîmîle bike, îmha bike û têke
tune.
Gelên din jî, wek Laz, Ereb, Rum, Boşnak, Pamak, Çerkez, Çaçan, Gurcî u.w.
hene. Lê ev gelana ketine weziyeta hindika, yanî îro hindike ne. Mirov
dikare bêje ew xwe hindike jî qebûl nakin. Her çiqas di peymana Lozanê de
yên wek Rûm û Ermeniyan hindike hatibin qebûlkirin jî, wan dûvra xwe wek
tirka qebûl kirine. Îro em dibînin ku ew qewmana xwe ji tirka pirrtir tirk
dihesibînin. Heya li hember doza Kurd ewana faşisttir in. Ji ber vî ez
naxwazim di vir de pirr li ser behsa wan bisekinim.
Dema em li dîrokê mêzedikin; çi bi navê netewî be û çi jî bi navê olî be,
gelek serhildan li hember vê sîstemê çêbûne.
Hima mirov dikare bêje ku hemî serhildan, ji tedbîrên leşkerî zêdetir bi
hîle, xurde, sozên bi derewan dawî lê hatiye. Bi serok û rêberan ra axavtin
pêkanîne, ji wan re gelek soz dane, lê di dawîn de li soza xwe nebûne xwedî
û bi barbarî tev kuştine an jî di zîndanan da dane rizandin.
Ev tim wisa bûye. Dîrokvan û siyasetvanên kurda jî, yên Îslamî jî hemî pê
dizanin. Dîrok ne ewqas dûr e, belku hinekên wan dema dîtine hêj dijîn. Wekî
serhildana Şêx Seîd, wek serhildana Seyyid Riza.
Mirov dikare mînakan zêde bike, lê ez naxwazim hemiyan di vir da bijmêrim.
Bes ez dixwazim hinek li ser serhildana Şêx Seîd bisekinim. Bi angorî min
Serhildana Şêx Seîd ji hemiyan muhîmtir e. Di demek hindik de serhildan li
hemî Kurdistanê belavdibe û dîsa di demek kurt da jî dawî lê tê.
Dewleta laik ev serhildana ji xwe re kir desîse û ji kurdan û gelek
muslimanên tirk, şexsiyetên tirk yên dîndar ji holê rakir. Wek bûyera
Menemenê, Şêx Es’ad efendî, Îskilipli Atıf Hoca. Lê mixabin ne muslimanên
tirka û ne jî demokrat û sosyalîstên kurda behsa vana nakin, gelo çima?...
Ez bawer im ku ewanên ku behsa demokratikê dikin an jî xwe demokrat dizanin,
hevalramanên xwe bi tenê însan dibînin, bi angorî wan jî mirovên dawa
Îslamiyetê bike ji wan ra tu mafê mirovatiyê tuneye!... Çawa ku hinek
muslimanên tirkan jî, ku dema behsa doza kurd dibe, terka birayên xwe yên
kurdên musliman dikin û bi kemalistên tirkan re dibin yek!...
Her çiqas sistema laik li gelên din zilmê kiribe jî, bi taybetî xwestiye
kurda bipelçiqîne. Mirov dikare bêje sedemên vê, muslimantiya kurda û
pirrbûna wan e. Dewlet dizane ku kurd ne ji dînê xwe dibin û ne jî ji netewa
xwe.
Tim cara gelê kurd ku ji bo azadiya xwe, ji bo ji bin bandora dewleta tirk
derkeve serî rakiribe, dewleta tirk bi tev tedbîrên leşkerî, bi soz û derewa
dawî lê aniye. Di pişt ra jî, ew kurdên ku dixwazin wekî însanên cîhanê
mafên xwe yên mirovatiyê bistînin, hatine qirkirin, sirgûnkirin,
perîşankirin.
Mirov dikare bêje serhildana Seyyid Riza jî di nav da, hemî serhildanên
kurda hem olî û hem jî netewî bûne. Lê dewleta tirk ev serhildanên Îslamî jî,
bi gelê xwe serhildanên nijadperestî daye nîşan û kurda ji desteka tirkên
musliman daye mehrûmkirin. Dewlet îro jî bi wan lîstik û hîlên xwe
muslimanan û kurdan dipelçiqîne. Mesela Hizbullah û PKKê kir desîse û bi
sedan muslimanên kurd dan kuştin, wek, Şêx M.Emîn, Bingöl, wek Mela
Mehyeddîn, wek mela Îzeddin!...
Di şerrê Hizbullah û PKKê da jî, ji her du terefa bi sedan însanên qenc ji teref dewletê ve hatin şehîdkirin, ji xêrê yên ku hizbullah û PKKê kuştin. Di zîndanan da her wekî her car, li mehkûmên kurdan û yên musliman zilim berdewame. Zilm û şkenca li serokê IBDA-C Salih Mirzabeyoglu û hevalên wî hatkirin hêj li ber çava ye. Sistem bi vî awahî
dixwaze herkesî li hember zilma xwe bê deng bike. Her wiha partî û
rêxistinên legal jî dide girtin, daku ew zêdetir ji baweriyên xwe tawîzê
bidin û wek partiyê kemalist cîhê xwe di nav parlementoye da bigirin. Mirov
dikare bêje ku, dewlet di hinek ciyan da biser jî dikeve. Wekî Refahê da
girtin û hinekên niha jê qetiyane dibêjin „em ne partîkî bawermenda ne.“ Halhale bi tawîzdayinê ji xwe Refah ji Îslamê dûrketibû, lê yên nû hêj ji wan xiravtir tên xûyan.
Roja ku dewleta tirk sazbûye ta îro, dewletê ne bi kurda ra û ne jî bi
muslimanan ra tewrekî aştî, însanî dananiye. Îdara dewletê bê şik diktatorî
ye, lê bi sîstemekî parlementî ev zilma xwe dide kamuflekirin.
Rojbiroj di derbarê dîktatorî û laikê da hostatiya xwe zêdetir dike.
Gelê Kurd her çiqas destê xwe yê biratiyê, destê aştiyê dirêjî dewleta tirk
kiribe jî, dewletê plana şikênandina van destan û tunekirina xwediyên wan
kiriye. Ji xwe felsefa dewletê jî ev e. Ku bikaribe wê mixalifên xwe di bin
sîstemê da bihelîne, bike wek xwe, an ku nikaribe tek rêkî jê re dimîne, kuştin, zîndan, qirkirin!
Gelê Kurd milletê herî kevnê ku di Rojhilata Navîn'da jiyaye. Dîrok pirr
kevn e, dîrokvan behsa 10 hezar salî dikin. Yani gelê kurd deh hezar sal e
ku li ser axa xwe dijî. Xwediyê ziman û çandekî dewlemend e. Lê mixabin wekî
gelên din nikare li ser erdê xwe qedera xwe tayîn bike, ji xêrên xwe yên
ser erd û bin erdê mehrûm e, di jiyana xwe de azad nîne, ji zanistiya hevçax
û teknolojiyê pêşî lê hatiye girtin, nikare zimanê xwe biaxive û kultura xwe
pêşvebixe.
Sed mixabin, dewletên ku Kurdistanê parçekirine û dagirkirine ta îro hebûna
milletê kurd qebûlnakin, mafê jiyanê nadin wan, bi nêrîtandina ne mirovane
xwestin kiyîtiya (nasnama) wan wendabikin. Dîroka wan ji holê rakirin,
zimanê wan qedexe kirin, şexsiyet, urf û edetên wan biçûk dîtin, axa wan
xesbkirin, xêrên wan talankirin, kurdan feqîrkirin, cahil, nezan hîştin,
Kurdistanê xiravkirin. Sed mixabin di vî warî da, di zilm û zorê de li
hember kurda, musliman û nemuslimanan wan yekîtî çêkirin. Di serhildanên Îslamî da
jî, dewletên musliman ji kurda bêtir alîkariya dewleta kemalist kirin. Îro
jî di polîtîka wan da tu guhertin çênebûye. Serhildana Şêx Seîd ya 81 sal berê mînakekî mezin e ji bo herkesî!...
„Doza kurd bi qirkirin, dardakirin, înkarkirin, asimîlekirin û bi zilm û
zorê naqede, gelê kurd dest ji doza xwe bernade, sîleha wî ya herî mezin bîr
û baweriya wî ye, ta mafê xwe bistîne, ta xwe azad bike wê têkoşîn li hember sîstemê bidomîne.
Şêyx Seîd hate dardakirin, lê bi ruhê xwe di nava
gelê xwe da dijî. Bi gor gotina wî; “me defekî wisan lêxist heya qiyamet rabe dengê defê ji guhê gelê kurd dernakeve!“
Şêx Seîdê kal, Pîrê mezin!
Îro neviyên te, di şopa te da, bi doza te ji bo azadiya gelê kurd micadelê
dikin, bila ruhê we şad be!
29.06.2001
M.Nureddin Yekta
|