Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Bîranîna Şehîd Şeyx Maşûq (Rehma Xwedê lê be)

Em îro kurdekî qedir bilind, welatparêz û musliman Şehîd Şeyx Muhammed Maşuq El-Xeznewi bibîr tînin.

Wek malûmatên di dest min da Şeyx 25.11.1957 Li Qamışlo li gundê Tilmarûf hatiye dunyayê. Ji malbatêkî oldar kurê Şeyx Îzeddîn El Xeznewî, torinê Şex Ahmed El Xeznewî ye.

Şeyx hem kurdek musliman, bi bawerî, him jî kurdek heya hun bêjin welatparêz bû. Bi baweriya xwe, bi gotin, suhbet û semîrên xwe mixabin ji kurda pirtir bala dijminên kurda kişand ser xwe. Lewra cîranên me va derdorê 90 salî ye ku, bi navê îslamê li me zilim dikin, me dikujin û me bi parçekirina ummetê itham dikin û qetla me helal dikin, jin û zarôjkên me ji xwe ra dîl û esîr digrin.

Bi vî awahî em him ji dîn dûr dikevin, him jî çi ku navê îslamiyetê li ser me ye, dewletên cihanê kes ji me ra alîkariyê nakin. Lewra em misliman in û kesên li me zilmê dikin jî nexwe misliman in û bi navê islamê jî va sosreta bi ser me da tînin.

Mixabin pirr hindik kurd vê dek û pîlana cîranên me fêm dikin. Şeyx Maşûq va lîstika dijmin baş fêm kiribû. Loma jî digot „Kurdên doza milletê xwe dikin pewîst e him musliman bin him jî welatparêz bin. Vana du quwetên mezin in, ger em van herdu quweta ji hevdu biqetînin em parçe dibin û lawaz dimînin.“

Wî rojekê di televizyonêkê da wiha digot: „Kurd dibêjin ku cîranên me îslamiyetê bikar anîne û bûne xwedan dewlet. Madem wisa ye bila kurd jî îslamiyetê bikar bînin û bibin xwedan dewlet, ez bawer im ku kurd ancex mafê xwe bi îslamî bikaribin bistînin. Di îslamiyetê da wek hevî heye, mafê kesî ji yên din zêdetir nîne. Ger biratî bi rêya olî bihata holê, kesî li kesi zilim nedikir. Dema ereb, ecem û tirkan pişta xwe dan Îslamê, nijadperetstî kirin, wê demî dest bi zilma hin milletan jî pêre hat holê. Em kurd jî yek ji wan milletên mezlûm in.“

Birêzan!

Ji bo dijminên me, kurdên herî baş; kurdên xayîn, cahil û mirî ne. Dewletên dagerker Kurdên xwe tu dem jibîr nakin, ji wan ra îkram dikin, wan dikin xwedan meqam, dikin mebûs, dikin wezîr heya dikin serokwezîr, li ser navê wan balafirgehan, nexweşxanan, otobanan ava dikin.

Lê kurdên xwenas jî wek kelem di çav dijmin da 24 saeta çavên wan xwîn dikin. Loma jî  wisa bi barbarî di ser kurdên welatparêz da tên wan şehîd dikin!

Gelî biran!

Em vêya baş bizanibin ku heya em ji hevdu heznekin yekîtî çênabe, heya yekîtî çênebe em nabin xwedan hêz û quwet, heya em nebin xwedan hêz û quwet em nabin dewlet! Heya em nebin dewlet emê wiha di bin destên cîran û dijminên xwe da bipelçiqin. Bi îslamiyet û demokrasiya cîranan em nagihîjin azadiya xwe.

Gerek em bibin kurdên Kurdistanê. Kî musliman e bila bibe muslimanê Kurdistanê, kî file ye bila bibe filê Kurdistanê, ki êzdiye bila bibe êzdiyê Kurdistanê, ki sunniye bila bibe sunniyê Kurdistanê ki alewî ye bila bibe alewiyê Kurdistanê.
Kî dixwaze demokrasiyê, bila beriya demokrasiya di navbera xwe û cîranên dagerker de demokrasiyê di nava kurdan da saz bike, kî biratiya olî dixwaze bila berî herkesi bi kurdan ra bibe bira.
Yek rêkî me heye ew jî yekîtî ye. Ji bona yekîtiyê pewîst e em herkes, ji rêxistina xwe, ji îdeolojiya xwe hinek tawiz bidin ku yekîtî pêk were, rêki din ji bona me tuneye.

Birêzan gelek tişt hene li ser zimanê min lê, ji ber naxwazim zêdetir dema we bigrim loma jî wiha bi kurtî axaftina xwe diqedînim.

Di encamê da dikarim bêjim ku bila dijminên me baş fêm bikin, em bi kuştinê naqedîn. Şeyx Maşûqek şehîd dikeve, hezar Şeyx Maşûq wê werin dunyayê. Em hezar û hezar rehmetê li Şehîdên xwe dixûnin bi taybetî Şehîdên me Şeyx Maşûq El Xeznewî.

Gerek em, vêya jî jibir nekin. Va esra esra me kurda ye, em xwe çiqas zûtir xwedan hêz bikin û yekîtiya xwe çêkin wê azadî ewqas nêzîktir be!

Bijî kurd bijî Kurdistan, Bijî biratiya Kurda.

M.Nûreddîn Yekta
07.06.2015

 

Bizvirin rûpela nivîsan!