Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Çend Gotin Liser Alfaba Kurdî

Çawa ku hun hemî jî dizanin ku alfaba Kurdî, Zanyarê Kurd Celadet Elî Bedirxan bikar aniye. Bi awayê ku wî pejirandiye tîpên alfaba Kurdi wiha ne;
A - B - C - Ç - D - E - Ê - F - G - H - İ - Î - J - K - L - M - N - O - P - Q - R - S - Ş - T - U - Û - V - W - X - Y - Z.

Yani 8 dengdêr û 23 ji bêdeng (dengdar), hemî 31 tîp in. Lê dema mirov li zimanê Kurdî dinhêre ev 31 tîpan (herfan) ji zimanê me re hindik in û têr nakin.

Weki -K- û -P- ya tenik yani a zirav. Halhalê bi van herdû tipan jî, gellek bêje (kelime) tênê nivîsandin û tu nikarî wan kelîma bi herfên din binvîsînî, ji ber ku wata (me'na) bêjan (keliman) xirab dibe, wekî;
kar (iş), Kar (oğlak),
Min karek dît (Ben bir iş buldum) -
Min karek dît (Bir oğlak gördüm)

kêm (irin), (Ji birîna min kêm tê - yaramdan irin akıyor)
kêm (eksik), Min perên xwe kêm dît (Paramı az buldum)

ka (hani), ka (saman),
Ka ahmed (Ahmed nerde) -
Min torbek ka kirrî - (Ben bir torba saman satın aldım)

kal (yaşlı), Ez kal bûme (ben yaşlandım)
kal (ham), Zebeş kal bû (Karpuz yetişmemişti)

bikêr (yararlı), Ez mirovek bêkêr im (Ben yararsız biriyim)
bikêr (bıçaklı), Ez mirovek bêkêr im (Ben bıçaksız biriyim)

pîr (yaşlı), Dîya min pîr bû (Anam yaşlıydı)
pîr (mezin-pîr, pîrê me), Şeyx Seyda Pîr ê me bû (Şeyh Seyda pirimizdi)

par (pay), Par a min kanê? (Payım nerde?)
par (geçen yil), Sala par ez çûm Kurdistanê (Geçen yil Kurdistana gittim)
Para min (arkam) Par a min dêşê (sırtım ağırıyor)
û wek wan bi sedan kelime hene ku pêwîst e em wan bi tipên cûda binvîsînin.

Hinek dibêjin ku ji xwendina hevokê (cumlê) ev kelîmana tên fêm kirin, lê ne wisa ye. Pêwîst e ku em wata (mana) kelîma bi wan bizanibin, ne bi rewşa hevokê. Gelo qitlaxaya tîpan hatine? Ma ev gelên cîhanê çawa dinvîsin em jî wisan.

Mînak: Tu ji yekê dûr ra dinvîsînî "nesekine bi lez were"
Ew jî bersiv dide: Ma gelo perên min hene ez bifirim?
Em nizanin dibê perên min yanî polên an jî dibê perrên min yanî baskên min hene!
Bi min em dikarin hin tîpan dubare bikin wekî; perên min yanî polên min, perrên min yanî baskên min!

Bi baweriya min pêwîst e ku alfaba Kurdî hinek were guhertin, jiber ku em bikaribin zimanê xwe bi hêsanî binvîsînin û bixwînin. Dewr dewra Compûter û internetê ye. Bi van tîpan em nikarin ji van nî’metan îstifadê bikin! Ez bawer im ku îro Celadet Elî Bedirxan sax ba, wê bi vî awahi va alfaba çênekira.

Zimanzan ên kurd liser vê meselê rawestin wê baştir be, jiber sibê wê bi sed hezaran pirtûk werin nivîsandin û guhertin wê gelek zehmet be. Wek almana, îro dixwazin di alfaba xwe de guhertinê çêkin lê ji xwendevanan re hêsan nîne.
Di baweriya min da mirov işaretekê deyne ser hin herfan wê çareserbe!

Bi silavên biratî

M.Nûreddîn Yekta
01.09.1999

 
 

Bizvirin rûpela nivîsan!