Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Hinek kurd çima dijî referandûm û serxwebûnê ne?

1- Mesûd Barzanî, Barzanistanê ava dike, çima ji boy her sê parçê din deng nake? Loma em dij in!
Mesûd Barzanî 60 sal e ji boy Başur şerr dike, tu wextekî soza avakirina dewletê ji boy sê parçê din nedaye kesî. Tenê dibêje pirsgirêkên xwe bi awakî demokratîk çareser bikin, em jî ji we ra alîkariyê bikin. Vê gotina xwe ji Rojavayê Kurdistanê ra kir qebûl nekirin bûne dubendî. Ji Bakur ra jî got lê Bakur qebûl nekir got karê te ji me tune! Gelô Barzanî çi bike? Dikare bi zor siyaseta parçê din wek xwe bike? Na!
Em bixwazin nexwazin Kurdistan niha çar parçe ye, her parçek bi dewletekê va girêda ye, di dunyayê da ji bilî Başur tu statûyeka parçekî din jî tune û bi gor qanûnên navnetewî kes nikare midaxelê bi parçê din bike. Her çiqas di dil hinek kurdan da ew sînorana naynê qebûl kirin jî, lê realîta dunyayê ev e!

2- Barzanî çima dev ji seroktiyê bernade? Va bû 40 sal tim ew serokê KDP yê! Barzanî diktatoriyê dike loma em dij in!
Belê ku dewleta mirov hebe, kongre hene, di kongran da herkes dikare bibe berandamê seroktiya partiya xwe. Ku dewleta te tunebe, tu tim di şerr da bî, hewcetî bi demokrasiya ewqas zêde nîne. Him ne tenê Barzanî, Ocalan jî 40 sal e serokê partiya xwe ye ku va bu 17 sal di zîndanê da ye, Talabanî jî serokê partiya xwe ye. Her wiha partiyê Tirkiyê, yên Îranê jî wisa ne, Heya berandamekî xwirt li hember serokê kevn dernekeve û di kongrê da biser nekeve, wê serokê kevn tim serokê partiyê be!

3- Va referandûma biryara partîkî tenê ye!
Ev gotin derew e! Biryara KDP û YNK û çend partiyên din in, tenê Goran û hin şexsiyetên kurd yên dijî hebûna xwe ne, qaîl nabin. Dunya hemî dizane ku ewana xwefiroş in. Çi kesên dijî serxwebûna xwe bin gelo ji wan ra çê tê gotin? 

4- Barzanî bi kê şêwirî ev biryara daye?
Barzanî bi partiya xwe û YNK û yên din şêwirî helbet. Ger em bêjin bila bi her sê parça yên din jî bişêwiriya, vaya xelet e. Gelo kîjan partî ji hersê parçeyên din di biryarên xwe da bi Başur yan bi Barzanî dişêwirin? Heya bi partiyên parçê xwe jî naşêwirin! Wekî em bêjin PKK an HDP an PYD di kîjan biryarên xwe da bi Başur an bi Barzanî şêwirîne? Li Rojava PYD di biryarên xwe da bi ENKS dişêwire? An HDP di biryarên xwe da bi PSK, Hak-Par, Huda-Par, Pak û partiyên din dişêwire? Her wiha partiyên din jî bi HDP naşêwirin!
Wê dem em dikarin bêjin bo çi Barzanî referandûma Başur bi partiyên derva yên Başur bişêwire?
Bi min gerek nîne, Barzanî di rêya rast da ye!

5- Dewleteka diktator ava dike?  Yek ziman, yek al, yek millet, yek welat wek Erdogan diaxive!
Va gotina ji binî derew e. Îro hêj Başur nebûye dewlet jî, çar zimanên resmî hene. Kurdî, erebî, tirkî, suryani zimanên fermî ne. Hir milletek bi zimanê xwe perwerde dibe. Sînorek ji boy hilbijartinê tune, partî ji sedî yekê jî bîstîne ku gihîştibe heddê sînorê hilbijartinê dikare mebûsekî derxe. Wek mîsal em bêjin li bajarekî kî deh hezar deng bistîne dibe mebûs! Partiya wî negihîştibe ji sedî yek jî! Ger nikaribin bi hilbijartinê mebûsan derxin, Başur bi awakî kontenjan mafê mebûstiyê dide wan.

6- Barzanî propaganda dike, ji boy xwirtbûna siyaseta xwe ye!
Heya niha digotin çima serxwebûnê îlan nake, dixwaze hima bila wiha be û ew jî serok be. Ku Barzanî got em biçin referandûmê îja dibên vaya propaganda ye.
Madem Barzanî propaganda dike, wê dem alîkarî bidin bila referandûm û serxwebûn çêbe ku Barzanî jî nikaribe propaganda xwe bike. Ger Barzanî propaganda dike hun jî rast in, biçin referandûm û serxwebûnê bila ruyê Barzanî reş bimîne. Bo çi hun li dij derdikevin? 

7- Bila pêşî problemên meaş û meclis û wek wan bisedan problem hene, ewana çareser bikin paşê referandûm!
Gelo kîjan problem ji serxwebûnê pêştir e? Kîjan dewlet hemî problemên xwe çareser kiriye? Di cîhanê da dewleta herî xwirt Emerika ye, gelô Emerîka preoblemên xwe yên hundurî hel kiriye? Ku problemên xwe çareser kiriba çi karê wî li Rojhilata Navîn hebû? Ma ne ji boy ekonomiya xwe qenctir bike li vandera ye?
Ya herî muhîm, ger milletekî bi taybet milletê kurd ku serbixwe nebe, tu problemekî xwe nikare çareser bike.
Problema herî mezin Serxwebûn e! Ger tu serbixwe nebî tu garantîkî te tune. Dînê te, namûsa te, canê te, malê te her tim di bin tehlîkê da ye!
Em îro liser Başur diaxivin, ma gelô hun dizanin Kurda çiqas şehîd dane, hun dizanin ereba çiqas jinên kurda birin ji xwe ra kirin qeyraş û cariye? Kanê garantiya jin û namûsa kurda? 

8- Bila refarandum texîr be niha dema wê nîne.
Baş e, bila referandûm niha texîr be, gelo çi dem dema wê ye? De kanê hun demek ji boy referandûmê deynin û di wê demê da biçin ser sendoqê û referandûmê destek bikin? Ka bêjin çi roj, çi meh çi sal? Hun xwe dixapînin! 

9- Bila referandûm çênebe û Kurdistan ava nebe, lewra tehlîka Îran û Türkiyê heye ku êrîş bînin ser Kurdistanê!
Ji sala 1639'a virve ku bû 378 sal dewleta Osmanî û Îranê Kurdistan parçe kirine. Ji wê rojê heya niha her tim herdu dewletan êrîş anîne ser Kurdistanê tu demekî firsenda dewletbûnê nedane kurda û ji vir şûnva jî heya qiyamet rabe ku îmkana wan hebe wê firsendê nadin kurda!. Gelo ji boy xatirê van herdu dewletana gerek kurd nebin xwedî dewlet? Ma çi qencaya wan liser kurda heye?
Jiber şerrê Surî, îro firsendekî baş ketiye destê kurda. Va sed sal e firsendekî wiha çênebûbû. Kurd gerek vê firsendê bikar bînin!

10 - Kanê behra me tune, Kurdistan wê çawa bijî?
Gelo vana erdnigariya cîhanê dizanin? Gelo çend dewlet behrê wan hene?
Wek mîsal Swisre, Avusturya, Cekoslovakya, Macarîstan, Slovekya û gelek dewletên din!
Dewletên serdest li berjewendiyên xwe dinhêrin, dema kara wan têda hebe wê cîran hemî dergahê xwe ji wan ra vekin!   

11- Barzanî dewletê boy komkujiya jinan avadike? Dijminê malbata kurdî ye, ramanên xwe yên dijî jinan dike fermî!
Va gotina han gotina kenandinê ye! Gelo jiyaneka bê mêr, bê jin, bê malbat, bê dewlet piroja Barzanî ye? Ku Barzanî komkujiya jinan bike gelo wê jiyan çawa bidomîne li Kurdistanê? Wê jina ji kîjan dewlete îthal bike?
Barzanî çend caran destên dayikên şehîdan ramîsaye. Di baweriya Barzanî da jin namûs e, va 200 sal e mala Barzaniyan ji boy namûsa gelê kurd mucadele dikin!

12- Barzanî li hember netewa kurd dewletê çêdike
Barzanî dixwaze dewleteka netew boy Kurda ava bike, çawa dijî netewa kurd e? Barzanî na, ew kesên ku dibêjin em boy kurda dewlet naxwazin em dijî dewleta netewî ne, ewana dijî netewa kurd in, naxwazin kurd jî wek gelên cîhanê bibin xwedî dewlet. Ku dewleta te tunebe netewa te jî tune! Tu netew garantiya wê tune ji bilî dewletbûnê! 

13- Barzanî dewleteka nijadperest ava dike, em dijî nijadperestiyê ne!
Nijadperestî ew e ku mirov înkara nijadên din bike, zimanê wan qedexe bike, nehêle ewana bi xwe bi xwe, xwe îdare bikin.
Tu kurdekî nijadperest nîne, lewra hemî kurd tenê wekheviyê dixwazin, kes înkara nijadeka din nake!

14- Îro li herçar parça jin gihîştine azadiya xwe, Barzanî dixwaze pêşî li azadiya jinan bigre?

Gelo jina kurd li ku azad e? Li Başur û Rojava bi hezaran jinên kurd bûn dilên ereba, hê jî wan di bazaran da difroşin! Yên difroşin jî yên distînin jî erebên ku kurd ji wan ra demokrasiyê dixwazin ew in!

Li Îranê heroj keç û xortên kurda bi darda dikin. Li Tirkiyê li Sûr, Cizîr, Nisêbin, Şirnex di odên razanê da li ser neynika nivîsandin "eşq li vir tê jiyan."

Gelo jina kurd li ku azad bûye heya ku Barzanî azadiya wan jê bistîne? Jina kurd ji her çar perçan tenê li başur bi azadî dijîn! Heya dewleta mirov tunebe garantiya tu tiştekî nîne. 

15- Hebûna dewletê dijminiya jina ye, dixwaze jina bike kole, 200 dewlet hene bes in, hewcetî bi dewleteka din tune, loma em li hember dewleta kurdî ne!
200 dewlet hebin bila yeka mej jî hebe. Ger hun dewleta xirav dikin, fermo sînorê wan 200 dewletî rakin, bila ya me jî tunebe. Ji herkesî ra dewletbûn maf e, di hemî dewletan da jin kole nînin, çima gerek di ya kurdî de jin bibin kole?. Jina kurd ji hemî jinên cîhanê azadtir e. Qiymeta jina kurd zêdetir e! Ku dewleta me hebe wê hêj zêdetir be!  

16- Dewletbûn koletiyê dide pêş, loma em demokrasiyê dixwazin!
Gelo ji 200 dewletî kîjan dewlet gelê xwe kiriye kole. Hemi dewletên demokratik ji bona azadî û refaha gelê xwe kar dikin. 33 dewletên Europa hemî demokratîk in û sinorên wan kifşe ne. Kesî ji boy demokrasiyê sînorên xwe ranekirine, demokrasiyê ji boy zêde mafdayîna gelê xwe bikar tînin, ne ku ji bona tunekirina dewleta xwe!
Gelo ku Kurdistan ava nebe ma Irak dîsa ne dewlet e, dîsa di bin siya dewletekê da najîn? De baş e, çima li hember dewetbûna Iraqê dernakevin? 

17- Kongra netewî çima nabe?
Carekê em dikarin bêjin kongra netewî, tenê ji rêxisinên kurdî yên netewperest ên wê parçê tê lidar xistin. Rêxistinên ku ji bona demokratîk kirina dewletên xelkê kar bikin, mafê wan û kongra netewî tune!
Ya duduya gerek her parçe di nava xwe da kongra netewî pêkbîne. Mafê rêxistinek Bakur an jî Başur tune ku midaxelê bi parçeka din bike, tênê ger bikaribe gerek alîkarî bike, bibe destek nebe asteng! Lewra em girêdayê bi çar dewletava ne! Ger em hemî kurd girêdayê bi dewletekêva bana, wekî em bêjin hemî kurd di bin destê Iraqê da ba, wê demê pewîst bû hemî rêxistin bihatina bal hevdu. Lewra qanûnên navnetewî rê nadin ku parçek midaxelê bi parçekî din bike!  

18- Çima ji Barzanî aciz in?
Bi min sê sedemên ku hinek kurd ji Barzanî aciz in hene!

1- Musliman e, bi gelemperî rêxistinên dijî îslamê dijminiya wî dikin, hin şexsên musliman jî, jiber ku girêdayê bi alema îslamiya ereban va ne, Ummetî di bin siya ereban da diparêzin loma dijminiya Barzanî dikin.

2- Girêdayê bi urf adet kultura kurda ye, hin kurd dixwazin kurda biguhêrîn ji çand û urf û adetên wan dûr bixin!

3- Dewleteka serbixwe dixwaze! Bi gelemperî kurdên dijî Kurdistanê li dij in!  

M.Nureddin Yekta
27.08.2017

 

 

Bizvirin rûpela nivîsan!