Çîrokek heye dibên jinekê heroj keça xwe şîret dikir.
Digot "keça min lawo pirr negere, neçe
malên cînara, malen xelkê, xortên taxê nebaş in, wiha wiha wê tiştekî xirav bînin serê te!."
Keçikê guhdarî dikir, piştî du saetan diçû ser kulekê, qûna xwe tazî dikir, datanî
ser kulekî, nişanî diya xwe dida, digot dayê "qûna min mezin e an
kulek?"
Ez jî carnan du saeta li hin ehmeqa nesîhet dikim, dibêm "dunya nayê
destên me, em milletek mezlûm in, bê kes in, hêz û quweta me tune, bi gor
realîta parçên welatê me, em ji xwe ra mafan bixwazin, ji quweta me
zêdetir bara nedin ser millên me!"
Piştî du saeta an dibêje; "ez biratiya mislimana dixwazim, ez ommetçî me,
dewleta Îslamê saz dikim, hemî alema îslamê dikim yek, herkes digihije mafe xwe, em kurd jî!.
An jî dibêje; "ez biratiya gelan dixwazim, hemî cîhanê azad dikim, dikim
demokrat, sînorê dewleta radikim, li cîhane dewletan nahêlim, malbata jî radikim, bê dewletî, bê jin, bê mêr, herkes azad, herkes hur bi serê xwe, dunyakî azad!..."
Ez jî hêrs dibim dibêm "lawo ka ummet, ka mafê mirovan ka demokrasî?
Li kîjan dewletê qanûna Xwedê heye, 22 dewletên ereba çima
nabin yek, ometê danaynin holê? Ka kîjan dewlet demokrat e, mafê herkesî
didê?
Li çavên min dinhêrin, bê deng dimînin!
Ez jî pirr hêrs dikevim, de were dîn nebe, ji wan ra didim serhev :(
M.Nureddın Yekta
21.05.2019
|