Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Deh xalên pêvajoyê

Deh xalên pêvajoyê - (On maddelik taslak) Wek ku di çapemeniya Tirkiyê da derket ku di hevdîtinên pêvajoyê da Serokê PKK Abdullah Öcalan deh xalan li ser pêvajoyê daye ber dewleta tirk. Di van deh xalan da “bi navkirina statuya kurd û perwerda bi zimanê dayikê di zagona bingehên da, benda hilbijartinê, xweseriya herêman di îdarê da, wekheviya stendina alîkariyê ji xezîna dewletê” û w.d.

Ez naxwazim hemî xalan şirove bikim, bes dixwazim li ser „Statuya kurd û perwerda bi zimanê dayikê di zagona bingehî” da çend bêja binvîsînim.

Gelo binavkirina statuya kurdî û perwerda bi zimanê dayikê di zagonê da were nivîsandin têra xwestekên kurda dike, dibe çareserî bo pirsgirêka kurd? (bi min pirsgirêk ne ya kurdî ye, pirsgirêk ya Kurdistanê ye)

Îro di cihanê de roj roja serbixwetiyê ye, herî hindik pewîst e em mafê federaliyê bistînin, tenê nav derbasbûna di zagonê da û mafê perwerda ziman ji me ra çi tîne?

Em ferz bikin ku di zagonê da were nivîsandin “Kurd jî hemwelatiyê tirka ne û mafê wan jî perwerda bi zimanê dayikê heye” Va xala ji me ra bese? Nexwe me doza Kurdistanek serbixwe dikir! Îro çima ewqas daxwazên me hatin jêr?

Serbixwetî çû.
Konfederalî û federalî jî çû.
Otonomî jî çû.
Em doza sinôran jî naken.
Tenê me nasbikin têra me dike!..

„Emê bêjin hêdî hêdi wek tê gotin, em niha siyasetê dikin, pêşi hin mafan bistînin lewra niha şertên cîhanê misaît ninin, dûvre emê ta serbixwetiyê biçin” wiha bi hin gotinên sloganîk em xwe naxapînin.

Gelo 30 sal bû ku me doza Kurdistanek serbixwe dikir, wê demê şertên cîhanê bo kurdistanek serbixwe misait bû, ku îro ew şertana ji hole rabûne?

Ha em dewleta Tirka dixapînin!.. Gelo 600 sal e, ku Tirk dewletê îdare dikin, dibe ku bi qasî me ji siyasetê fêmnakin? An em wan di xew da zen dikin?

Ez naxwazim gotina xwe dirêj bikim û bi kurtî dibêm: „Gerek kurd biryara xwe bidin, gelo kurd dixwazin bi tirkan ra bijîn, an jî biqetin dewletek serbixwe saz bikin?“ Ger em dixwazin bi tirkan ra bijîn ku niha xwesteka hêla kurd jî ev e, ku bi hezar caran jî anîne zîman, wê demê gerek di hemî xal û qanûnan da, di teorî û realîtê da em wek hevdu bin!

Bi gor dîtina me; gerek zagona bingehê ya Tirkiyê ji boy Tirkiyek nû wiha be:

1 - Di zagona nû da “Dewleta Tirkiyê, dewleteka federaliya Kurd û Tirka ortaxî ye, zimanê fermî kurdî û tirkî ye. Navê Tirkiyê ji bi gor vê were guhertin.

2 - Bo her federal dewletê alek xweser hebe û boy hemiyan jî alek ortaxî ku herkesi temsîl bike, were qebûl kirin.

3 – Tirkiye niha li ser heft herêmên coxrafîk hatiye qetandin, bi gor me, rojhilatê behra sipî û behra reş jî bên qetandin û Tirkiye bi neh (9) eyaletan were îdare kirin.

4 - Herêma Rojhilat û Başur û Rojhilatê Behra sipî bi Kurdistana Federal va were girêdan, lewra di Rojhilatê Behra sipî da kurd, tirk û ereb dijîn, lê bi tev kurdên asîmîle va hejmara kurda ji tirkan jî û ji ereban jî zêdetir e. Her wiha li rojavayê Tirkiyê bi milyonan kurd dijîn. Di wan herêman da çi statû bo kurdan hebe, ew statuya di Kurdistana federal da boy tirkan jî were dayîn.

5 – Di Kurdistan a Federal da zimanê fermî her kûrdî be. Li di dibistanan da zimanê erebî û tirki jî wek dersek hilbijartî were dayîn, heya ku tirk û ereb bixwazin bila bikaribin bi zimanê xwe, xwe perwerde jî bikin.

6 – Rojhilatê Behra reş bi nave Eyaleta Lazîstan were qebûl kirin. Ger laz bixwazin ew jî dikarin wek federal xwe idare bikin. Zimanê wan yê fermî jî bila lazkî be. Lewra laz di Rojhilatê Behra reş da milletek qedîmî ne, mafê wan ji heye ku qedera xwe bidin destê xwe.

7 – Rojavayê Behra Sipî û Behra reş bi tev hemê herêmên din, bi Dewleta Anatolia Tirk ve were girêdan.

8 – Ji her sê federalan hikûmetek ortaxî were sazkirin.

Ger jiyaneka bihevra û wekhevî bê daxwaz kirin gerek wiha be. Tenê serbest bûna ziman an mafê perwerdê ji kurda ra tiştek qezenç nake. Mixabin jixwe kurd asîmîle bûne, ku perwerda bi zamanê dayikê mecbûrî nebe û zimanê me ne zimanê fermî be, mixabin kes bi kurdî naxûne û ku bixûnin jî, tu statûyek bo xwendin û dîplama wan tunebe kêrî tiştek nay! Niha way qursên zimanê me û dersa ziman bi hilbijartî serbest e, gelo çend kes bi zimanê xwe dixûnin, çend siyasetmedar zarokên xwe dişînin qursên zimanê kurdî.

Dev ji zarokan berdin gelo çend siyasetmedarên me bi kurdî dizanin, çend kes ji wan di mala xwe da bi kurdî diaxivin. Mixabin gelek kes ji wan xetên li ser kaxiz jî nikarin baş telaffuz bikin.
Gelo we çend axavtinên hevserokên partiya HDP ta dawîn bi kurdî guhdarî kiriye.
Dema em vana bi rexnên biratî tînin ziman, hin kes me bi xaînî îlan dikin,
Ez dibêm heya hun me xain îlan dikin fermo zimanê xwe fêr bibin.
Em jî di zikê diya xwe da fêrî zimanê xwe nebûn, me jî disbitana kurdî nexwend, hima di dilê me da evîna milletê me û zimanê me heye!..
Em xaîn nînin, ew kesên ku îmkana wan hebe û fêrî zimanê xwe nebin, ewana bi zimanê xwe ra xaînîyê dikin!
Ger siyaseta me kurda her dem wiha bi zimanê tirkî be, mixabin 20 sal şûnve kes êdî bi kurdî naaxive, em bixwe bixwe xwe asimîle dikin û xwe ji hole radikin.
Em hêvîdar in her kurdek li zimanê xwe bizvire, rexnên me jî yên biratî qebûl bikin. Lewra zimanê me têk çûye em hay jê nînin.
Ez niha binvîsînim bila ciwanên me 20 sal şûnve biryar bidin.

Bi silavên biratî.

M.Nûreddin Yekta
27.02.2015

 

Bizvirin rûpela nivîsan!