Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Di hilbijartinan de em deng bidin kê?

Xwendevanên Hêja!

Va pirsa hanê hima mirov dikarê bêje çi dema behsa hilbijartinê dibe, herkes vê dipirse “em dengê xwe bidin kîjan partiyê?” Kes napirse:

Gelo em biçin ser sendoqê an ne?

Gelo ev meclisa him bi awahê olî, him ji bi awahê millî çiqas me temsîl dike?

Gelo ta niha çiqas partî û şexsiyet di dema hilbijartinan de hatin ber derî û ji me re soz dan û pêknanîn, gelo ji vir şûnve jî wê soza xwe pêk bînin an ne? Û wek vana gelek pirsên din!..

Ez dikarim him bi awahê olî, him jî bi awahê millî bêjim ku va meclisa Tirkiyê bi tu awakî me temsîl nake. Bi awahê olî jixwe liber çav e! Va partiya hanê (AKP) ku li îqtidarê ye, (nexwe partiyek îslamî bû) va bû çar sal ta îro hêj laçika sere keçên misliman serbest nekiriye wê çi hukmek îslamê deyne ser? Dibe ku demek şûnva laçika serbest bike ewqas, wek din tiştek din nikare bike.

Meclis; meclisa hukmek laîq e, hukmek bê dîn e, bingeha meclisê liser bê olîyê hatiye danîn. Bi vê minasebetê jî, va meclisa bi tu awakî rê nade dine îslamê û çi kes an rêxistinên ku bixwazin bi awahê oli bijîn.
Meclis, yani qanûna ku vê meclisê derxistiye wan kesana ceza dike. Pirr kesan bi deh salan ji hin nexwe muslimanên meclisê ev omida kirin, lê mixabin dawi derket ku hemi derew e! Bes wan kesana sirf temenê demokrasiyê dirêj kirin û wan, muslimanan hêdî hêdi entegreyê sîstemê kir. Berê ku rêya muslimanan li meclisê girtîbû, heroj ciwan derdiketin û digotên emê vê sîstemê biguhêrin, lê bi xêra nexwe mucahîd û qehremanên siyasî! ev fikra ji hole rakirin, ciwanên misliman entegreyê sistemî bûn, êdî deng û his ji kesî nay!

Bo vê jî, çi kesên ku bêjin em musliman in û em dixwazin wek dine me emir dike bijîn, ciyê wan di vê mecliê de tune. Çûyîna meclisê bes dewleta laîq xwirt dike!..

Bi awahê millî jî, jixwe berê deh salan ew bûyerên ku di meclisê de çêbûn liber çava ye. Bo ku Leylayê got “ev sonda hanê bo biratiya gelê tirk û gelê kurd min xwend”, wê bitev hevalên wê ve deh salan avêtin zîndanê. Jixwe meclis ya tirka ye, kesên ku diçin wê derê ,liser namûs şerefa xwe sond dixun ku ji gelê tirk re, ji kemalîzmê re xizmetê bikin! Kes jixwe nikare behsa kurdan bike, an bêje ez bo berjewendiyê gelê xwe xizmetê dikim, tew nikarin bêjin ku gelê me (kurd) birayê tirka ne jî!..

Wê bikaribin çi bikin?

Belku bikaribin hinek propaganda kurdan bikin ewqas! Bi tev vê jî, wê bêjin „va meclisa meclisa kurd û tirka ye, va meclisa meclisa me ye, va dewleta han dewleta me ye, uwd“ Her wekî çawa müslümanên tirkan ciwanên oldar entegreyê dewlet û sîstemê kirin, vana jî wê bi zanîn an nezanîn ciwanên kurdan hêdî hêdî entegreyê sîstemê bikin ewqas!.. Ew nikarin bi 30-40 mebûsan tu guhertinekê di yasa dewletê de çêkin!

Bo vê  minasebetê, bi kurti ew meclis ne meclisa me ye û gerek kes tê de ciyê xwe negre.
Belê ku ez neçim tu neçî wê hinek din biçin! Lê em dibên bila kesên kurd û musliman neçin, wê demê meclis jî vala dimîne!.. 

Liser îsrara ku hin kes dibêjin ez dixwazim dengê xwe bikar bînim, dema ez dengê xwe nedim endamên serbixwe an filankesê wê hinekê nebaştir biçin meclisê, sirf bo hin kesên qenc jî ciyê xwe tê de bigrin loma dengê xwe didim!.. Liser vê mirov dikarê wek fikreka şexsî ne ya fetwayek olî bêje ku gelê me bila dengê xwe bidin endamên serbixwe. Çi cîyên ku endamên partiya DTP dikevin hilbijartinan, li wir bila dengê xwe bidin endamên DTP. Çi ciyên ku DTP li wir nakeve hilbijartinan, bila dengê xwe bidin AKP.

Bo çi?

Bo ku nebaş neçin meclisê, bo ku pêşî li hin kemalîst û laîqa were girtin, bo ku kemalîzm hinek qels bibe, neku bo endamên me biçin meclisê ji me re qanûna derxin, me azad bikin an zagona dewletê biguhêrin, vaya jixwe ne mimkin e û xeyal e!..

Bi silavên biratî
M. Nûreddîn Yekta
15.07.2007

 

Bizvirin rûpela nivîsan!