Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Prof Gaborî wefat kir!

Birêz Prof. Dr. Muhammed Saleh Gabori îrô (20.09.2017) vê sibê wefat kir.

Birêz Gaborî di sala 1928'an da hatiye dunyayê, di 21.10.1980'da bi tev hinek hevalan va Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) sazkir. Wê demê li Suûdî Erebistanê di zanîngeha Riyadê da Dr. bû dersa tefsîrê dida.

Wan deman çi kurdekî bigota ez kurd im, welatê min Kurdistan e, ji hemî hêlan va diket ber êrîşa zaliman. Hemî alemên dewletên Îslamî, lê bûn neyar bi tev Tirkiye û Îranê va.
Lewra hezar sal bû wan me, bi ola îslamê dixapandin. Îro yek derketiye dibê êdi bese we em xapandin. Çi maf ji we ra hebe wî mafî bidin me jî, an emê jî dewleta xwe saz kin.

Wan deman kesê di vê baweriyê da pirr hindik bûn, lewra bêja kurdî wek pêtek agir bû di dest mirov da dima. Seyda Gaborî qet xem nekir û micadela xwe domand. Bi saya Seyda û gelekên din îro bi milyonan ciwanên kurd fikra Seyda diparêzin.

Ez serê sala 1997'an da hatim Almanya. Min Seyda dawiya salê naskir. Payîza sala 1998'an da 15 rojan mêvanê min bû. Min ji boy Seyda liser malperekê kar dikir. Seyda jî li cem me rûdinişt. Bişev tenê li ser secadê radiza. Ez gelek aciz dibûm. Ji boy ku ez aciz nebim misaade da ku ez lehêfekî jê re deynim erdê liser razê.

5-6 Haziran 1999'an da PIKê kongra xwe çêkir. Di kongrê da 6 hevalên PIKê jê hatin avêtin. Dûvra wan jî bi destega PKK kongreka din çêkirin û xwe PIK îlan kirin. PKK wana wek PIK qebûl kir û bi wan partiyên biçûk jî da qebûl kirin.  Seyda jî bi daxuyanîyekê Partiya Îslamiya Kurdistan fesix kir. (bi qasî tê bîra min 09.2000)

Gelek Pirtûk û tefsîra Quranê yên Prof.Dr.Seyda Gaborî hene. Alimek gelek zana bû. Çiqas peznê wi bêjim hindik e. Tenê dikarim bêjim di aliman da wek Seyda Gaborî, di serokanda jî wek Mesûd Barzanî min mirovek mutewazî nedît. Lewra tu dem di huzûra kesî da lingên xwe nedavêtin ser hevdu.

Mixabin îro Seyda ji nava me koçkir. Boy taziya wî rûpela kurê wî birêz Alî Gaborî heye. Hun dikarin li wir taziye bikin.

Wek din jî Seyda mezinê me bawermendên kurd hemiya ye, em herkes dikarin taziya hevdu bikin, lewra alim û pêşkêşek rêya rast ji nava me çû.

Xwedê hezar rehmeta xwe lêke, wî bike cîranê Hz. Muhammed a.s.

M.Nureddin yekta
20.09.2017
 

 

Bizvirin rûpela nivîsan!