Hesûdî tiştek baş nîne. Hem
bi awahî olî, him jî bi awahê civakî.
Gotinek ereba heye dibên ku Hedîs e jî, "El-hesûd
la yesûd" (Yanî mirovên hesûd/dexes naghîje
mirada, serkeftî nabe).
Lê ev xûyê nebaş di hinekanda pirr zêde ye,
Xwedê hefza me bike.
Dibêjin ku sê camêr çûne bal melakî
gotine em sê kesên dexes, em dixwazin ku tu biryar bidî ka kî ji me
pirr hesû de?
Mela got fermo:
1. got: Ez wisan hesûd im
naxwazim ji tu kesî ra qencîkî bikim!
2. got: "Ez wisan hesûd im,
ne dixwazim ji kesî ra qenciyekê bikim û
ne jî tu kes ji min ra qenciyê
bike,
3. got: Ez wisan hesûd im,
ne dixwazim ez ji tu kesî ra qenciyê bikim,
ne tu kes ji min ra qenciyê
bike û ne jî tu kes ji tu kesî ra qenciyê bike"
Mela got yê 3. min ji
hemiyan xiravtir e, Xwedê hefza me ji te bike!
-----------------------------------
Hinek kurdên bê namûs hene
ew jî wisa berredayî ne:
Ne ji xwe ra dewletê
dixwazin!
Ne ji kurdên herçar parçê
din ra dewlet dixwazin!
Ne jî dixwazin ku kurdek ji
xwe ra dewletê bixwaze
Ne jî kurdek ji kurdên din
ra dewlet bixwaze!
Vaya jî têra wan nake, di serda dibin dijminê
welatparêzan, wan bi teror û xaîniyê îtham dikin
ku dagerker hinek hestî bavêjin ber wan. Lê fêm
nakin ku bi qasî kûçikekî jî qiymeta wan li cem
xelkê tune, lewra mirovê ji qewme xwe ra xaîn
be, wê ji xelkê ra çiqas dirist be?
Bê qiymet in lê hay wan ji wan tune!
M.Nureddin Yekta . 01.05.2021