Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd

Destpêkêda dixwazim we hemî canik û camêran silav bikim, dibêjim hun hemî bixêr hatin.
Demek dirêj e ku difikirim; xwezî me kurdan jî komek ji huqûqzana heba, ku karên me kurda, siyaseta me, partiyên me, kesayetiyên me kontrolkirina û ku pewîstî heba bidana mehkemê, herî hindik di wicdana raya giştî ya kurda da mehkum bikirana û biketa dîroka me!.

Belê dewleta me tune, siyaseta me serbest e, kî kesek dilê wî çawa bixwaze wisan dinvîsîne û wisan dike. Rast an şaş kesek jê hesab napirse. Belku li hember hêzên xwirt herkes newêre rexnan jî bike, kêmasiyên wan bîne ziman, lê hin kes hene pişta xwe didin wan û li hember kurdên din pirr bi bê însafî heqaret, wirr, derew û îftira dikin, kesek ji wan hesap ji napirse!.. Çapemenî bûye gola necasetê.

Lê mixabin hêj me rêxsitinek wisan heya niha tune!..
Sipasdar im bo vê rêxistina Însiyatîfê. Fikir ji ku derketiye nizanim lê ev fikra Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd tiştek baş e! Heya niha di nava me kurdan da tiştek wiha tunebû. Rewşenbîrên me, senaetkarên me, qelemşorên me, an şelafê partiyan bûne, pirr efû bikin. Ji wan ra tenê xweşkirine, çêkirine da ku wan pêşxin, pirtûkên wan belavkin, bixûnin, derxin televizyonên xwe, bi wan koferansa bidin dayîn, wan meşhur bikin, an jî liser xurûra xwe di mala xwe da sekinîne dengê wan neçûye tu kesî.
Rêxistinên me; ji berjewendiyê welat zêdetir berjewendiyê xwe, yanî rêxistin û partiya xwe, serokê xwe dane pêş. Dikarim bêjim bi angorê dilê min rêxistinek wiha serbixwe ji bo herçar-pênc perça tûnebû. Min hêvî di Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd da heye.

Bi vê minasebetê jî dixwazim derbarê Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd da bi hinek gazin û hinek daxwazan çend tiştan bêjim. Destpêkêda herkesek bi gor xwe tarîfa Rewşenbîriyê kir. Bi min “Rewşenbîr; ew kesên xwe nasdikin, gelê xwe nasdikin, birîna gelê xwe dizanin û dixwazin birîna gelê xwe jî tedawî bikin. Bi min rewşenbîr vana ne. Di dîwanê da hat gotin ku liser Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd gelek gengeşî û xeybet, paşgotinê hatiye kirin. Ger Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd naxwaze ku liser wê şibhe û gazin hebin, gerek xwe hinek rast bike.

1- Gerek Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ji her pênc heremên Kurdistanê pêkwere. Ez nabêm pênc parçe, lewra dilê min naxwaze. Her çiqas dijminan me kiribin pênc parçe jî, di dil min da Kurdistan yek parçe û pênc herêm in. Ji her pênc herêman Rewşenbîr werin cem hevdu, dakû bibe rengê hemî kurda!

2- Dîsa di diwanê da hat gotin ku li Bakurê Kurdistanê bajarên me talan dibin, însanên me tên kuştin, lê wezîfa Rewşenbîran nîne pê midaxele bike!
Nexêr! Rewşenbîr gerek azad bin, bi serê xwe bin, bi fikra xwe bin, ji bo berjewendiyê miletê wî çi hebe wî bikin. Partîkî, rêxistinekî, şexsiyetekî ger tiştekî baş bikin, gerek Rewşenbîr destek bidinê, alîkariyê bikin. Ger tiştek nebaş bikin gerek wan mehkum bikin. Îro li Bakurê Kurdistanê yanzde heb bajarên me serobinê hevdu bûye. 500-600 hezar însanên me ji cîh û warên xwe derketine, perîşan bûne. 5-6 hezar însanên me hatine kuştinê. Ger Rewşenbîrên me di rewşek wihada jî, ji bo gelê xwe dengekî dernexe wê ew Rewşenbîrana ji bo çi hebin, bi kêrî çî werin! Gerek midaxele bikin.

3- Rewşenbîrî malê kurda yê ortaxî ye, malê herkesî ye, malê rêxistin û partîkî nîne. Bi vê minasebetê gerek mesafa Rewşenbîr ji temamê olan ra, ji temamê mezheban ra, ji temamê rêxistinan ra, ji temamê partiyên siyasî ra, ji temamê bîr, bawerî, fikir û raman ra wek hev be! Giştî wek hevdu bigre, ferqê neke navbera wan!

4- Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd di bandora tu partî, rêxistin û kesayetan da nabe, azad be, serbixwe be!

5- Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd tenê ji bo fikra Kurdistanî be, ji bo Kurdistanê kar bike, ji bona tu partî û rêxistinan ra xizmetê neke!

6- Gerek dijminê tu partî, rêxistin, siyasî, fikir, mezheb, olên kurda nebe, giştan wek hevdu bigre! Ger ji xwe ra rêxistinekî an dînekî bigre û ji yên din ra jî dijminiyê bike, vaya ne di xizmeta Gelê kurd da ye. Lewra 50 milyon kurd hene. Di vî 50 milyonî da, musliman hene, xiristiyan hene, cihû hene, sunnî hene, alewî hene, bê dîn hene, laîq hene, her çeşit millet û bawerî heye. Wexta tu fikra xwe tenê biparêzî gerek tu kesên din hemiyan bikujî, qetliama çêkî. Ev Kurdistan warê me hemiya ye, ji me hemiyan ra yek e! Gerek em hemî bikaribîn di vî welatî da bi azadî bijîn. Îro em di bin destên xelkê da wek kola dijîn, ger di Kurdistanê da jî em dîsa di bin zilm û zora partîkî, an siyasetekî, an dînekî da wek kola bijîn va jî tiştek gelek şaş e û nabe!

7- Di bîr û baweriya Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd da gerek Kurdistanek serbixwe hebe. Belê îro di her pênc parçê Kurdistanêda ev îmkan tunebe jî, Li Başurê Kurdistanê ev îmkana îro ji sedî 90 heye, gerek em tev destek bidinê bi malê xwe, bi canê xwe, bi xwîna xwe li cem bin! Bê dewletbûn di cîhanê da koletî ye, heya dewleta te tunebe tu tiştek nînî. Li her çar herêmên dinê rewş cuda ye. Kurdistana Sor îro di bin işxalêda ye. Mirov dikare bêje bila li wir mafê demokratîk û kulturî bidin kurda, lê li Bakur, li Rojhilat û li Rojava em tenê mafê demokratîk bixwazin vaya jî bê însafî ye. Di van hersê herêman da gerek em ji mafê federaliyê kêmtir nexwazin! ,

8- Gerek jiber bîr û baweriya wî tu kesek ji Însiyatîfa Rewşenbîrên Kurd ney dûrxistin. Vaya ji siyaseta vê partiyê heznake, va ji filan serokî heznake, va sosyalîst e, va komînîst e, va oldar e bila ney nava însiyatifê! Ev jî tiştek gelek şaş e!… Gerek Însiyatîf cudaker nebe!

9- Ya dawîn jî dixwazim bêjim di hemî zaravên me da bêjeyên biyanî hene. Ger em wan bêjeyên biyanî ji nava zaravên xwe derxin, di şûna wanda ji zaravên din bêjeyan bikar bînin wê zaravên me zêdetir nêzîkî hevdu bibin, emê bikaribin ji hemî zaravan ji xwe ra zimanekê ortaxî wek fermî bidest bixin! Binhêrîn di nava erebanda derdorê 360 zaravên cuda hene, wan ji hemî zaravan ji xwe ra zaravek fermî çêkirine û hemî xwendevanên wan ji hevdu fêmdikin!

Ger em jî, ji hemî zaravên xwe, ji xwera wiha zimanek fermî çêkin, emê zedetir nêzîkî hevdu bíbin. Rewşenbîrên me wek birêz Îkran Oxuz jî anî ziman, gerek bi zimanê xwe binvîsînin. Ger em bi zimanê xwe binvîsînin, bixûnin, bigirîn, bikenin ji me ra baştir e! Rewşenbîrên Bakur bi tirkî dinvîsînin ji bona tirk ji me fêmkin, yên Başur û Rojava jî bi erebî dinvîsînin ji bona ereb fêmbikin, yên rojhilat jî bi Farisî. Em kesek bi kurdî nanvîsînin daku em ji hevdu fêm bikin. Ger Rewşenbîrên me biryarek bidin û tenê bi kurdî binvîsînin wê ciwanên me zimanê xwe fêrbin û em bi kulturî azad dibin. Ger kurdî ney bikar anîn mixabin wê em hemî di demek kurt da asîmîle bibin.
Bi hêviya welatekî azad.
Bimînin di xweşiyêda.

M.Nureddin Yekta
04.06.2016

 

Bizvirin rûpela nivîsan!