Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Îslam û Teknîk

Ev mijar, mijarek gelek fireh û giran e. Mirov nikare bi çend rêzik û rûpelan vê şirove bike lê, ez dixwazim di bin çend pirsan de vê mijarê bi kurtî şirove bikim.

Îslam û teknîk çiqas nêzîkî hev in? An Îslam dijî teknîk û fenê ye? An nêzîk e û teşvîq dike?
Gelo di Qur’ana Pîroz û Hedîsên Resûl da behs û teşvîqa teknîkê û ya zanistiyê heye?
Di dema ku Omet bi hukmê îslamî dihat îdare kirin rewşa zanyarên îslamî û pêşketina teknîkê hebû gelo?
Îro çima dewletên nexwe îslamî di warê zanistî û teknîkê da şûnva mane?

Di destpêkê da dikarim bêjim ku Qur’an ne pîrtûka teknîkê ye. Qur’an sîstema îdarê ye, ya ku mirovatî pê xwe, malbata xwe, civaka xwe, dewleta xwe û cîhana xwe îdare bike. Lê di Qur’anê de ayetên ku dîrekt an jî bi îşaret bala mirov dikşînin ser zanistî û teknîkê gelek in.
Lewra emrê Xwedê yê yekemîn dibê bixûne (Iqre)

Ez dixwazim pêşî çend mînakan bidim, ku van mînakana hinek ji wan di vê esra han da derketine û hinek ji wan jî hêj derneketîne û roj hebe wê derkevin. Wê demê wê dîsa hinek zanyarên îslamê bêjin ku vana ji berê da di Qur’ana Pîroz da hebûn û wê hinekên din jî bêjîn ka we çima heya niha behs nedikir? Mînak:

Neqla bîhnê:
Di Qurana Pîroz de behsa neqla bîhnê tê kirin. Di Sureyê Yusuf Ayeta de 94’an de Hz.Yeqûb ji wanên derdora xwe re dibêje ku “bîhna Yusif tê min, lê ger hun ji min ra nebêjin tu xirifîyî!”
Hz. Yeqûb vê gotinê dema ku karwanê zarokên wî ji Misrê birê dikeve dibêje û ew bi xwe jî li Filistîn bûye (Qisesul-enbiya r.119).
Dema zarokên Hz. Yeqûb ji Misrê dertên, Hz. Yusuf kirasê xwe dide wan û dibêje „dema hûn çûn cem bavê min, evî bavêjin ser çavên wî, wê çavên wî vebin.“(lewra ji kerba Yusuf bav (Yeqûb) ji herdu çavan bûbû)

Di halê ku ewqas teknîk pêşketiye jî, mirovatiyê hêj neqla bîhnê nikaribûne çêkin, lê roj hebe wê ew jî pêk bê, lewra di Qur’ana Pîroz de heye.

Neqla eşya:
Di Qurana Pîroz da behsa neqilkirina eşya jî heye. Di Sureyê Neml Ayetên 38/40’an de Hz. Suleyman ji cemaeta (muşawirên) dora xwe re dibêje ku (قَالَ يَا أَيُّهَا المَلَأُ أَيُّكُمْ يَأْتِينِي بِعَرْشِهَا قَبْلَ أَن يَأْتُونِي مُسْلِمِينَ) “di beriya ku hêj ewana teslîm nebûne û nahatine cem min, kî dikarê ji min ra textê wê (melîkê) bîne? ”…..
(
قَالَ الَّذِي عِندَهُ عِلْمٌ مِّنَ الْكِتَابِ أَنَا آتِيكَ بِهِ قَبْلَ أَن يَرْتَدَّ إِلَيْكَ طَرْفُكَ)  “Ewê ku xwedan ilim bû (yanî zanyarekî) got ku bi qasî çavgirtinekê (yani te hêj çavên xwe negirt û venekir) ezê wî (text) ji te ra bînim”. Hz. Suleyman hew dibîne ku text li ber wî sekiniye.

Bûyer pirr balkêş e. Di beriya wî zanyarî da ifrîtek ji cinna dibêje ezê bînim, lê zanyar ji cin siviktir dertê û text tîne. Wek di pirtûkan da tê diyarkirin ku Hz. Suleyman li Filistîn û Melîke (Belqis) jî li Yemenê bûye. 
Ev dide nîşan ku dema zanistî û teknîk pirr pêşkeve wê mirovatî bikaribe neqla eşya jî bike. Bi qasî ku ez dizanim mirovatî niha liser mesela neqla e
şya kar dike.

Temen dirêj kirin:
Qur’ana Pîroz Sureyê Beqere Ayeta 259’an behsa xewa sedsal,(فَأَمَاتَهُ اللّهُ مِئَةَ عَامٍ ثُمَّ بَعَثَهُ) di Sureyê Kehf Ayeta 25’an de jî behsa xewa 309 (sêsedneh) salan dike. (وَلَبِثُوا فِي كَهْفِهِمْ ثَلَاثَ مِائَةٍ سِنِينَ وَازْدَادُوا تِسْعًا)
Di Sureyê Beqere da mirovek (îhtimala herî mezin ku Hz. Uzeyr e) sed salî radizê, dema radibe dibîne ku xwarin û vexwarina wî hêj taze ye. Ev îşaretê ku teknîk pêşkeve mirov dikare xwarinê sed salî mihafeze bike, ya din jî mirov dikare hinekan sed salî bike xew, piştî sed salî carek din hîşyar be û jiyana xwe bidomîne.
Di Sureyê Kehf da jî, behsa razana Eshabul-Kehf tê kirin û Qur’an dibêje ku ewana 309 sal razayî mane!..

Tengbûna sîng, yani zorbûna dayîn û sitendina nefesê ku mirov derkeve jorê erdê!
1400 sal berê ne kes dikaribû bifiriya û ne jî kesî dikaribû balafir çêkin û derkevin esmana!.. Ku ev ne mimkin be gelo kê dikaribû bigota ku dema mirov çiqas derdikeve jorê dunyayê ewqas bîhna mirov diçike, mirov nikare bîhn bistîne, nefes êdî dernakeve?
Lê Qur’an evê bûyerê jî tîne holê û wiha dibêje di Sureyê En’am Ayeta 125‘an da “Xweda bixwaze kê bîne hidayetê singê wî ji îslamê ra vedikê û bixwaze kê ji bibe delaletê (yani wan liser kufra wan bihêle), singê wî wek kesên ku dertên esmana teng û rencîn (rencûr-bîhnteng, tengasî) dike.”

Bilindbûna ji rûyê erdê û tengbûna bîhn sitendinê ancex bi teknolojiyê tê zanîn. Di wê demî de va tişta bi teknolojiyê nedihat zanîn, lê Qur’an ji bo teşvîqa ilmê teknolojiyê îşaretekê dide mirovatiyê. 

Wek tê zanîn mirov çiqas derkeve jor, ji erdê dûrkeve, ewqas çewsan (basınç) kêm dibe û bîhn dayîn û sitendin jî ewqas giran dibe. Ku bilindayî ji 20.000 mêtroyî zêdetir be, jixwe bê alet û cîhazên taybetî bîhn sitendin bê îmkan dibe û mirov dimire.

Dewsa sertilîka:

Ferqa serê tilîkan ji mirovan ra tiştek taybetî ye! Di cîhanê da çiqas mirov hene, serê tiliyên wan hemîyan jihev cûda ne! Heya cêwiyên ku ji yek hêkekî peyda dibin, serê tiliyên wan jî cuda ne!
Alema mirovatiyê ancex di esra 19. da bal kişandiye ser vê mijarê!. Lê Xwedayê Teala di Sureyê Qiyame Ayeta 4’an de wiha dibêje:
(
بلَى قَادِرِينَ عَلَى أَن نُّسَوِّيَ بَنَانَهُ) “Em dikarin serê pêçiyên wî jî carek din serast bikin (dîsa wek berê biafrînin).” 
Wê demê dewsa (şopa) tiliyan ewqas diqet nedikişand. Lê niha di karê kirîmînal da dewsa tiliyan pirr girîng e. Lewra tawanbar û yên din bi dewsa tiliyan jihev tên nazkirin!
Taybetîkî serê tiliyan heye ku Xwedayê Teala bi taybetî behsê jê dike, an çima negot serê poz, serê guh an serê tiştek din!

Firehbûna esmanan:
Gelo çend kes ji me dizane ku esman rojbiroj fireh dibe? Hêj kesî derheq esman da tiştek nizanibû Xweda yê Teala di Sureyê Zariyat ayeta 47'an da dibêje ku: (
وَالسَّمَٓاءَ بَنَيْنَاهَا بِاَيْدٍ وَاِنَّا لَمُوسِعُونَ) "Me bi destên (quweta) xwe esman çêkiriye û yê (pêda) fireh dike jî em in."
Bawer im va bû çend sal teknîkê nû dît ku esman fireh dibe, ku hê jî pirrên însanan vê nizanin!

Hereketa roj, hîv û dunyayê:
Qur’ana Pîroz di hinek ayetan de bal dikşîne ser ilmê astronomiyê jî.
Tê bîra min heya salên 1970’yan zanistiya rojava digot roj di ciyê xwe de sabit e, tevnagere, bes dunya tenê li dor wê digere!.. Halhale Qur’ana Pîroz pirr vekirî hereketa roj, hîv, dunya û stêrkên li esmana tîne ziman. Belku wan deman hinek mufessiran jî baş nizanibûne meselê şirove bikin, lê yên xweş şirove kirine jî hene. Wek mînak Îmam Xezalî di salên 1100 da hîvgirtin û rojgirtinê wek zanistiya niha şirove dike!..

Quran dibê çi?
( Enbiya/33) -
وَهُوَ الَّذِي خَلَقَ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ كُلٌّ فِي فَلَكٍ يَسْبَحُونَ) “Her Ew e ku roj û şevê, roj û hîvê afirandiye. Her yek ji wan (roj û şev yani dunya, roj û hîv) di rêgaha xwe de melevanîyê dike.”
(
وَالشَّمْسُ تَجْرِي لِمُسْتَقَرٍّ لَّهَا ذَلِكَ تَقْدِيرُ الْعَزِيزِ الْعَلِيمِ - Yasîn/38) “Roj jî di rêgaha xwe (ya taybetî) de dikşe (digere û diçe).” 
Herdu bêjeyên ku Quran wan bikar tîne di zimanê erebî de wata wan wiha ye:

Yesbehûn (En-am): Yanî melevaniyê dike, subarî dike, yani him bixwe hereket dike û him jî diçe! Ne ku sekiniyê û quwetek din wî dibe!
Her wiha “Tecrî” (Yasîn): Diherike, dikşe, diçe, lihev dikeve û diçe, wek ava carî dikşe!

Ji van herdu ayetan baş tê fêm kirin ku dunya, roj û hîv him di rêgaha xwe da hereket dikin û him jî bi alîkî din ve diçin, wekî hîv li dora dunyayê, dunya li dora rojê. Roj jî bi tev sîstema xwe va bi alîkî din va (hin dibên bi alî stêrka Vegayê) va diçe!
Zanistiya îro ev derxistiye holê, lê ka roj kuva diçe, encam dibe çi hêj ne kifşe ye!..

Di derheq gelek mijarên din da jî mînak hene, lê jiber dirêjaya nivîsê ez naxwazim hemiyan bi nav bikim. Wek geştiya Nuh Pêxember (a.s.) ku ji her çeşit mexlûqatî cotek kiriye hundir, ka mirov texmin dike ku çiqas mezin bûye?
Ez dixwazim çend mînakan jî ji zanyarên Îslamî bidim û dawî li nivîsê bînim.

Pêxember aleyhisselam girîngîkî pirr mezin dide ser teknîk û zanistiyê, wek mînak di hedîsek xwe de dibêje ku “dijminên we bi çi sîlehê derketin hember we, hun bi yeka baştir derkevin!Di hedîsek din da jî dibê “ilim li Çîn be jî (bi çîn be jî) biçin, bigrin.”

Hima mirov dikare bêje di her warî da pêşketina ilim û teknîkê di dewra pêşketina îslamê da dest pê kiriye. Hemî lêkolîn, îcadên nû dîsa ji hêla alimên îslamê va hatine kirin û hatine dîtin.

Wek mînak ku mirov bêje:
El-Beyrûnî 600 sal di beriya Galile de gera dunyayê îsbat dike. 700 sal di beriya Newton de modina dunyayê hesap dike.
Îbnun-Nefîs 300 sal beriya Ewropiyan yani di salên 1200 d
a keşfa sîstema xwînê ya biçûk dike. (Küçük kan dolaşımı)
Di sala 794’an d
a li Bexdayê febrîka kaxiz çêbû
Xazinî 500 sal beriya Newton, keşfa quweta ku cisman berbi merkeza erdê ve dikşîne, dike!
Îbnî Sîna (980-1037) di warê tipê d
a mirov dikare bêje Seydayê yekemîn e. Pirtûka wî ya bi navê El-Qanûn Fit-Tib, heya esra 19. jî, li Ewrôpa di dibistanan da wek pirtûka dersê dihat xwendin.
Hezarfen Ahmed Çelebî di salên 1630’an da yekemîn kesê ku firiyaye. Wer tê zanîn eslê wî kurd e, ji Wanê çûye Stenbolê. Muradê IV. yê Osmaniyan ewî ji Stenbolê sirgûnê Cezayirê kiriye û li wir miriye.
Muhammed B. Hemze 1390-1460 (Seydayê Sultan Mehmedê Osmaniyan, ji
ber kincên sipî lixwe dikir jê ra Aqşemseddin dihat gotin) ku bigor riwayetan eslê wî kurd e. Ewî 500 sal berê terîfa mikrobê kiriye û wiha dibêje “Nexweşî bi alîkariya hinek zindiyên ku biçav nayn dîtin ji însanan derbasî însanan dibe.”
Mirov dikare mînakan zêde bike, lê bawer im bo fêhma meselê ewqas bes in. 

Ew îslama ku bi Pirtûka xwe mirova ewqas teşvîqê zanistiya liser teknîkê, ilmê, lêkolînê bike, çawa dibe asteng bo ku civaka îslamê di warê teknîkê da şûnve bimîne?
Helbet na.
Lê dema ku îslam ji saltanatê girantir bûye, îdarê destek dida aliman û wan jî di warî zanistî d
a kar û xebat dikirin! Lê dema ku seltanat ji dîn girantir kirine, wê demê jî hemî alîkariya aliman hatiye birrîn, heta hatine sirgûn kirin, an hepis kirin dakû xelk cahil bimîne û desthilatdarê dewletê selteneta xwe bidomînin. Wek Muradê Osmaniyan û Hezarfen!..

Qur’an rê li pêşiya zanyaran vedike, wan teşvîq dike, Îslam alîkar e, ne li dij e!
Lê îdarên ne îslamî, pêşî li ilmê girtin û musliman cahil hîştin.
Her wiha dewletên derva jî pêşketin, îro jî sûcê şûnv
a mayina xwe dixwazin bikin situyê îslamê. Lê Qur’an li holê ye, fermo îşaret gelek in, lê kanê destek bide zanyarên Îslamê!

Sal 1979 bû, ez li Vartoyê Merkez mizgefta jêr îmam bûm, rojeka îniyê mijara suhbeta min keşif û kerametên welîya bû. Min di wazê xwe da got ku: "Roj hebe mirov bi yekê Emerîka ra bi rêya aletan xeber bide û hevdu bibîne."
Nivî zêde ji cemaeta min bawer nekirin, heya yekî gotibû "welle em jê hezdikin tên guhdariya suhbeta wî dikin, lê ew jî carnan zêde davêje Xwedê jê raziyo, ha mirov yê Emerîka dibîne! Ma em hemî dibin welî?"
Piştî 30 salî li bajarekî em rastê hevdu hatin, xwarê destê min bû got; "tu Xwedê tu min efû bike min demek wiha gotibû, le niha dibînim ku te rast gotibû em cahil bûn."
Niha jî hin tişt hene ku ez bêjim hunê jî wek wî camêrî bejin, baş ew e ez xwe kerr bikim!

Bimînin di emaneta Xwedê da.

Muhammed Nureddin Yekta
12.04.2007

 
 

Bizvirin rûpela nivîsan!