Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Kîjan Îsraîl

Carnan hinek dert li mirov peyda dibin. Wek ezîzek mirov dimre, an mirov ji hin hezkiriyên xwe dûr dikeve, we demê mirov di hundurê xwe de dihele, dikele, hêsir ji çavên mirov dirijin, dibe ku mirov bi dengekî nizm bigrî jî. Lê ku li derva dibe qerebalix, qêrin û zarîn, feryad û fixan, hewara liser mirîyek, mirov xwe û derdên xwe jibîr dike, êdî bi derdê cîranan re digrî û bi wî re mijûl dibe. Hingî ez femberê xwe bûme ta niha, cîranên kurdan li serê kurdan wiha dikin. Wisan dikin zarîn û qêrîn, kurd xwe û mafên xwe jibîr dikin, di ber mafên cîranên xwe de dest bi girî dikin. Ku em mînakek bidin, em dikarin şerrê Îsraîl û Filîstînê bînin ziman!

Ji zaroktiya xwe ta îro ez dibihîsim ku şerrek di navbera Îsraîl û Filîstin’de heye. Û ya ku min sehdikir û sehdikim ev şerra sirf ji bo Dînê Îslamê tê kirin. Me wisan sehdikir û wisan bawer dikir.
Ji kê? Ji mezinan!
Wan ji kê sehdikirin? Ji radyo û rojnamên dewletên nexwe îslamî, ji îmamên dewletên ateîst û demokrat an sosyalîst! Me wisan sehdikir û wisan bawer dikir. Me digot qey Îsraîl kafir e û hemi ereb misliman in!
Me digot qey ku hemi ereb û ecem sirf bo Ola Îslamê têkoşînê dikin, lê mixabin Îsraîl Emerîka jî daye pişta xwe û dixwazin Ola îslamê rakin!
Me nedizanî ku di şerrê Îsraîl û Ereban de, hin dewletên ereban jî muslimanên di nav xwe de paqij dikin, wek Misrê ku bi hezaran endamên Îxwanul Muslimînan di Nîvgirava Sînayê de li hember leşkerên îsrail da kuştinê!…
Wek Sûriyê ku di sala 1982’an de li Hema’yê derdorê 30 hezar însan kuşt, sirf ji bo musliman bûn û ji cemaeta Îxwana bûn!…

De baş e, mademku vana boy Ola Îslamê li hember Îsraîl şerr dikin, bo çi muslimanên xwe dikujin?.. Dêmega di vir de şaşiyek heye!
Ew jî ev şerrê di navbera ereb û îsraîl’da ne şerrê Olî ye! Ew dewletên ku destek didin Filîstiyan jî, ne bo Ola îslamê ye, herkesek rêxistinek wî ya pîyon heye, dixwazê destê xwe bike nava meselê! Mesele, mesela axê ye, meselek stratejîk e!. Ger em bi eslê meselê bizanibîn, bersivên wan pirsên di mêjoyê me de derbas dibin hêsantir dibe!

Hin dewletên nexwe îslamî, li alîkî gelê xwe, an muslimanên xwe yên radîkal li hember îsraîl tuj dikin, li alî dinê jî dewlet û leşkerê dewletan bi îsraîl re rûtinên, bihev re bi dehan peymana erê dikin!…
Ma gerek musliman berê xwe bide derva, zilma hinekan liser hinekan bibîne, bi qêrîn û feryada dewleta xwe û cîranan derdê xwe û mafên xwe jibîr bike!.. Halhale gellek dewletên nexwe îslamî hene ji îsraîl pirtir dijminê Ola îslamê ne!.. Wek mînak gelo çi eleqa Surî û Libnanê bi olê ve heye? Ji sedîsed ewana û hin dewletên din ji îsrail pirtir dijminê ola me ne! Îsrail yahûdi be jî ehlî kitab e, lê yên din?
Gellek wan muşrik in, an jî ateîst in! Ku tercîhek di nava ateîst û kitabiyan de bê kirin, helbet ehlî kîtab tên tercih kirin. Quran destkoja ehlî kîtaba helal dibîne, lê ya ateîstan û laîqan nabîne!..

Hin dikarin bêjin ku her çiqas dewlet bê dîn be jî, mînak wek Sûrî, lê gel misliman e, bo vê mirov Suriyê û îsraîl nikare bike wek hev!.. De baş e, ger gel musliman ba, wê çima destûr di dest ne mislimanan da ba? Ew gelê misliman çiqas li hember zilma dewleta xwe derdikeve? Di warê mafên mirovan de, gelo hevalbendiya mezlûman dike an ya dewleta xwe ya ne misliman?

Ez dikarim wek mînak pirskim? Ka erebên Sûrî, Lubnan, Filîstin, Iraq bo mafên kurdan çi difikirin? Dema îsraîl, ereban ji Filîstin derdixist dişand Sûriyê û Iraqê, Hafiz Esad û Seddam Huseyn wan çawa bicîh dikirin? Ewana jî, kurdan ji cîh û warên wan derdixistin, ereba şûna kurdan de şûnwar dikrin. Gelo rojek tu erebek, an muslimanek herêmê gotin ka hun jî çima wek îsraîl dikin, hun jî kurdan ji warên wan sirgûn dikin, dêmega ferq di navbera we û îsraîl de tune. Îsrailê ereban yahûdî bin, hun jî îsrailê kurdan e!...

Mixabin hê jî gelek kurdên me yên musliman meselê fêm nakin. Pirr caran Filîstin gotin çûn li wir şehîd ketin, pirr caran Çeçenistan gotin çûn li wir şehîd ketin, Pirr caran Afganistan gotin çûn li wir şehîd ketin. Xelkê dîtin, îsraîlên xelkê dîtin lê, xwe û îsraîlên xwe jibîr kirin!...

Kurdan millê xwe dida wan, bi wan re bo mafên wan li hember dijminên wan şerr dikir, wan jî destek didan hikûmetên xwe Kurdistanê ji kurda xalî dikirin. Mikafata kurda bi vî awahî dihat dayîn.
 
Ger bi kurtî bêjim; va bi dehan salan e ku şerrek di navbera Îsraîl û Filîstîn’de domdike, va şerra şerrê axê ye, dibe li alîkî hin misliman jî hebîn wek Hemasê, lê ferqa El-Fethê û Îsraîl tune ye li ba min!.. Şerr ne şerrê Olî ye, bila êdî kurd nexapin, li alîkî bi navê şerrê olî me dixapînin, li alî din bi yahûdiyan re bi dehan peymanan mor dikin û dibên ew kurdên ku hun li wan xwedî derdikevin heroj bi we re şerr dikin!

Helbet bi qasî ku ez li hemberê zilma liser kurda dibe disekinim, ewqas zilma ku li Filîstîniyan jî dibe disekinim, her wiha ya Çeçenistanê jî. Lê gerek ewana jî me nasbikin, mafên me bizanibin, li hember zilma li me dibe razî nebin! Lê mixabin ewana wisan nakin, tu rêxistinek ji dewlet û millêtên dagerkerên (wek Îran, Iraq, Sûrî) Kurdistanê liser maf û hiqûqa însaniyêtê bi kurdan re hevalî nakin, hemî hevalbendên zalim û dagirkeran e!...

Ez dixwazim bo ciwanên misliman vê ji bêjim “cîhada herî mezin ji nefsa mirov da destpêdike, gerek mirov ji nêzîkên xwe ve dest bi îrşadê bike”
Pêşî mafên xwe, malbata xwe, gelê xwe, dûvre jî mafên hemî alemê!
Ji xelkê re masîgir, ji xwe re kûsîgir
nebin, roj şûnve nayn!

Bimînin di xweşiyê de.

M.Nûreddin Yekta
2007.10.07

 

Bizvirin rûpela nivîsan!