Berî çendeki ez li kafeteryakê rûniştibûm, du heb mirov
hatin masa kêleka min runiştin. Ji cilên wan dihat zanîn ku
herduk jî karker û hevalên hevdu bûn. Ji rengê wan dihat
zanîn ku yek kurd û yek jî tirk bû.
Gelek diaxivîn, lê dawîn da yê tirk dengê xwe bilind kir û
got ''birê min ma hun kurd çi dixwazin?''
Ewê kurd got "em ji bo Tirkiyê demokrasiyê dixwazin, mafê
mirovan dixwazin....
Yê tirk got: "heyra dewlet ya me, bi navê me, bi zimanê me û
mafê mirovan jî heye di welatê me da. Ger hewcetiya me bi
demokrasiyê hebe emê bînin, ka hun kurd çima ewqas xwe aciz
dikin?"
Yê kurd bersiv neda. Min nêhêrî ku herduk jî di salê kur ên
min da ne. Ez hêdîka rabûm derketim. Min zanî ku ez çi bêjim jî ewana fêm
nakin!
13.09.2015
M.Nureddin Yekta |