Vê
sibê min keçika xwe bir dibistanê, em li ber derê dibistanê hinek sekinin.
Lewra gerek şagirt bicivyana û hemi bihev re biçûna derek din seyranê. Lehzekî
derbas nebû min dît trampêlek li kêleka min sekinî û park kir. Mirovek jê
derket, çû derê paşî vekir, kûçikê xwe derxist derva. Kapê stûyê kûçik vekir
bi stûyê xwe ve darda kir. Kûçik hima revî dest bi lîstikê kir, wî camêrî jî
wisan bi quretî awirek da min, weki ku bêje te zaroka xwe aniye, dibistanê
min jî kûçikê xwe aniye gerê!..
Dema min li mêrik û kûçikê wî nihêrî,
kûçikên Kurdistanê hatin bîra min. Min got welle me tu qiymetek nedida
kûçikê xwe jî, bitev ku kûçikên me ji yên xelkê pirtir xizmeta me dikirin!
Li her
welatekî kulturek xweser heye. Wek mînak li Almanya hima mirov dikare bêje
ji sedî pêncî kes kûçikan xwedî dikin. Lê ne wek welatê me. Ewana kûçikên
xwe di mal da xwedi dikin. Xwarin û vexwarina wan taybetî ye. Xwediyê kûçik
bi çavê zaroka xwe li kûçikê xwe dinhêre. Serê wî dişo, mûyên wî şedike,
binê wî paqij dike!..
Kûçik di Ewropa’da wek zarokekî ye, heta bo pirr kesan
jî sebrekî ye. Jiber ku li Ewropa her kesek azadê bi serê xwe ye, bo vê jî
malbatî wek welatê me dirêj dom nake. Bi taybeti jin li Ewropa piştî
çil-pêncî saliya xwe bi tenê ne. Lewra mêrê ewropî qehra wan nakşîne, him jî
wek jinên welatê me fidakar nînin, ji mêr re xizmetê nakin, derdê mêr naxûn.
Bo vê jî, jiyana tenêtî zêdetir e. Li vira pirr kes kûçik wek hevalek ji
xwe re qebûl dikin û tenêtiya xwe ya di mal da bi wî temam dikin, hin kes jî
hêrsa xwe li kûçikê xwe tînin wisa desarj dibin. Carnan jî
bihev re dertên parka digerin, heta hinek ji wan spora xwe jî bihev re dikin!..
Li
Welatê me jî, kûçik xwedi dikirin û hê jî li gundan tê xwedî kirin. Ne bo ku
em xizmeta wan bikin, bo ku ewana xizmeta me bikin dihatin xwedî kirin. Li
cem me kûçik bo heywan xwedikirinê, bo nêçîrê, bo ziraetan, bo parastina mal
dihat xwedi kirin.
Bi
rastî kûçikên me pirr fedakar bûn, havîn, zivistan li ber derî bûn, welatê
me sar e, di sirri û seqema zivistanê de jî, ji ber derê xwediyê xwe dûr
nediketin.
Kûçikên terka derê xwediyê xwe bikirana bi çavek rind li wana nedinêrin.
Belkû wan jî ev fêm dikirin ku terka derê xwediyê xwe nedikirin. Kûçikên terka derê
xwediyê xwe bikirana ji wan ra kûçikê tol an navgundî dihat gotin, belku
hinek ciyan “kûçikê ser sergoyan” digotin, yanî rûmeta wan dişkest. Kûçikên
ku wezîfa xwe baş bikirana, ji hêla xwediyê xwe va dihatin mikafat kirin, lê
ne wek evrôpiyan!
Xwediyên pez li kûçikên baş digeriyan, heya li cem me firotina kûçika adet
nebû jî, lê xwediyê birran bi peretî ba jî, dixwestin kûçikên wan baş bin
heta gurêx(1) bin. Kûçikên gurêx li cem xwediyê birran pirr bi rûmet bû,
lewra nedihîşt gur nêzîkî birrên pez bibe!.
Kûçikên tol, tu rûmeta wan tunebû.
Lewra rojê li ber derê yekî bûn. Kê nan bidayê wirva diçûn, bo vê jî, ne
xwediyê kûçik û ne jî cînara guh nedidanê. Heya xwediyê kûçik ji xwe fêdî
dikir, lewra gera kûçik liser sergoya dihat wata birçîbûna kûçik û timatiya
xwedî. Digotin “filankes kuçikê xwe têr nake loma li ser sergoyê xelkê
digere.” Belku hinek kûçik jixwe bêar bûn, têr ba jî birçî ba jî, li ser
sergoyan digeriya. Wek hinek siyasetmedarên niha!
Kevirlêxistinên liser kûçikan:
Di
mana kûçikên gurêx û yên tol de gelek gotinên pêşan jî dihatin gotin. Wek bi
acizbûn ku behsa quretiya hin kesana bikirana digotin “filankes wek kûçikê
gurêx e.” An behsa gera hinekan bikirana digotin “filankes liser
sergoyan digere, yani wek kûçikê tol e.”
Hinek caran jî, di qebîlan de ev dihat bikar anîn. Wek rûsipiyê qebîlê ji
yekî aciz ba digot “tu eyb nakî liser sergoyan digeri.”
Di vî warî de gelek mînak hene lê jiber dirêjaya nivîse ezê kurt bibirim.
Berê
van mînakan, pirr caran bo kesên li derva zikê xwe têr dikirin dihat gotin,
lê van demên dawî bi gelemperî liser siyasetmedaran tê gotin.
Dema
behsa siyasetmedarekî ku li cem partîkî nijadperestên milletek din e (wek
tirk, ereb, ecem) jê re dibên “va kesa liber derê xelkê diewte:”
Ev
mînak bo kûçikan jî dihat gotin, xwediyê wî dema hêrs biba digot “ez
nan didimê lê, li liber derê xelkê diewte.”
Îro ev mînakan pirr zêde bûne. Ji hêla hemî rêxistin, partî uwd. tê
bikar anîn.
Wek mîsal dema rêxistinek kurdên musliman hebe û kurdekî musliman biçe di
rêxistinek islamiya tirk, ecem an ereban da kar bike, jê re tê gotin
„muslimanê me ye, lê li ber derê xelkê ye.“ Her wiha bo kesên sosyalîst
û demokrat jî wiha tê gotin.
Çawa
ku qiymeta kûçikên tol li cem tu kesî tunebû, ne xwedî û ne jî cîran, her
wiha ya siyasetmedarên ku li ser sergoyan digerin, an liber derê xelkê ne jî
tuneye. Heya ku ji xelkê re bikêr were pişta wî mizdidin, peznê wî didin, lê
dema ku bi kêrî wan nahat, panekê li qûna wî dixin, wek tolekî jî qiymeta wî
namîne û tu dem behsa wî nay kirinê. Gelek siyasetmedarên kurd yên kevn
demek pirr populer bûn, lê niha qet behsa wan nay kirin!
Bila
xwendevan li qisûra min nenhêrîn ezê mînakek kurt jî bidim û dawî li nivîsê
bînim.
Li Welêt hinek kesên ku ji kûçikê xwe pirr hezdikirin hebûn, ewana toq(2)
dixistin sitû, daku kûçikên cînara wî birîndar nekin û di dema şerr de biser
keve.
Îja
yên siyasetmedarên me yên li ser sergoyê xelkê jî wisa ne, toq kirine sitûyê
wan, hinek ji wan dikin wezîr, hinek ji wan dikin serokwezîr, hinek dibin
serok komar. Bi cî û meqam
wan mezin dikin û berdidin gelê me, tew necamêra xwe li kurdîtî nakin xwedî,
çi dema bikevin ber rûh, an jî kûçelanî bibin, kes li wan xwedîtiyê neke,
paşê tên ber derê xwediyê xwe!..
23.03.2007
M.Nureddin Yekta
-------------------------------------- -------------------------------
1)
Gurêx; kûçikên gur dixeniqandin (dikuştin)
2) Toq; bazinekî ji hesin û liser bazin hinek
çakilên tûj wek mix, bizmar hebû
|