Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Kurd çima ewqas belawela ne

Bi Navê Xwedê yê Dilovan

Dema mirov li rewşa kurda dinhêre, mirov dibîne ku kurd pirr belawela ne. Yani ger em iro bêjin em fikra her kurdekî bigrin, wê 80 milyon fikir derkevin holê. Gelo em çawa dikarin ewqas fikrên cuda bînin bal hevdu?

Ger ji xwe em ewqas belav nebûna, ev 80 milyon wê îro xwediyê statûyek ba.

Min pirr dixwest û hezdikir ku kurd liser fikrên netewî bihatina bal hevdu, herkes liser dîn, ol, mezheb, îdeolojî û bîr û baweriya xwe. Lê ev gelek zehmet e. Lewra hebûna baweriya me, liser dijminiya fikrên kurda yên cuda ne. Bi awakî din em ji tirk, ereb û eceman zêdetir dijminê fikra hevdu ne, dijminê hevdu ne!

Sala 2002'an da, di programa Paltalkê da bi navê "Koçka Evîna Welat" kanalek min hebû. Gelek kurd jî dihatin û me sohbet dikir.

Min rojekê got:

"Gelo Başur soz daye tirka ku zaravê kurmancî û zazakî bikar neynin û derbasî alfaba latinî nebe!"

Hima hemî hezkiriyên PDK û Başur gotin tu ajan î, tu xaîn î!

Wê demê û niha jî ez dibêjim kêmasî û şaşîtî di siyaseta PKK û rêxistinên siyasiyên girêdayên pê ra heye, îja jî ew dibêjin tu xaîn î, tu ajan î!

Heyra ev xaînî û ajanî çiqas hêsan e li cem kurda :)

Mesele ev e ku "em tu dem liser fikra xwe nafikirin gelo fikra me rast e an şaş e, gelô kêmasî têda heye an tune!"

Dema em vê bifikirin emê bibînin ku kes ajan û xaîn tune, ku em guh bidin gotinên wan, emê kêmasîyên xwe jî bibînin û temam bikin!

Belê me got kurd ji hevdu belawela ne, lê ka em dikarin liser çend beşa bînin cem hevdu. Belê bi min çar beş bes in!

1- Hinek kurd dibêjin ev dewletana (Türkiye, Iraq, Îran, Suriye) dewleta me ye, ala wan ala me ye, partiyên wan partiyên me ne, ji bilî ekonomî tu problemek me ya din tune, Xwedê zewala dewletê ne. Tenê ziman jî serbest ba bes bû, ku serbest nebe jî xem nîne, vay em fêrî tirkî, erebî farisî bûne, ha kurdî ha zimanên din ferq nake. Tenê wiha ne bawer in, pêra dijminên fikrên dinê ne, wan xaînê dewletê dizanin, dijminê wan kurda ne û alîkarê dewletê ne, li pey meqam û mewqiya ne!

2- Hinek kurd dibêjin bila zimanê me serbest be, nasnama me naskin bes e, hewcetiya me bi guhertine sînoran, bi alên nû tune. Yên mewcûd bes in ji me ra! Em biratiya gelan an biratiya olan dixwazin!

3- Hinek kurd dibêjin bila statuyek me hebe, sînorên me kifşe bin, di ber ala wan dewletan da ala me jî hebe, wek eyalet an wek federal bê binav kirin.

4- Hinek kurd her çiqas hindik bin jî, dibêjin "Tirk û ereb û eceman welatê me dager kirine, welatê me parçekirine, vana dagerker in vana işxalker in, erdê me parvekirin, namûsa me payimal kirin, zarokên me kuştin, tecawuzê namûsa me kirin. Gerek em van dagerkeran ji welatê xwe derxin, Kurdistanek azad û serbixwe ava bikin, bi tu awahî bi van dagerkeran ra yekîtî, biratî ne mimkine! Va hezar sal e bi her awahî li me barbarî kirine, qetliam kirine. Kij kurdên bi vana ra biratî û yekitiyê bixwaze ew kurdana xaîn in!

Gelo ka hun bêjin kurdên ewqas fikra wan ji hevdu cuda û dûr çawa werin bal hevdu?

Derdê giran ku hemî jî ne di bin destê dewletekî da ne, di bin destên çar dewletan da ne.

Min pirr dixwest ku "rêxistineka kurdî ya hemî berpirsiyarên wê kurd bûna, yeka netewiya legal heba, hemî kurdên xwediyê bîr û baweriyên cuda bihatina bal hevdu, bibuna yek!"

Mixabin îro em dibînin hêj tuneye, gelô wê mimkin be! Nizanim! Lewra dema tu li rêbaza rêxistinan dinhêrî em dibînin ku ev rêxistinana ji netewîtiyê dûr in, hemî rêxistinên îdeolojîk in, loma nikarin werin bal hevdu.

Wek misal dibêjim heya ku HDP û Huda-Par nikaribin werin bi hevdu ra îttifaqê çêkin, mirov nikare ji wan ra bêje vana rêxistinên netewî ne.

Hin siyasetmedar jî hene tenê ji boy nav û berjewendiyên şexsê xwe rêxistina xwe dimeşînin. Fikir û ramanên wan cuda bin jî, dema li cîhkî menfeeta wan hebe, hima direvin wir, bi navê welatparêzî an bi navê îttifaqê dibin yek. Wek misal di hilbijartinan da HDP zêdetir xwe li kurdîtî dike xwedî û banga yekitiyê dike, wê hêzên din birevin biçin bazerê bikin, hin ji wan bibin mebûs, yên nabin jî bixeyidin biçin, wê rêxistina wan jî lawaz be, an jî belav be.

Gelo kurd dewlet in?
Na!
Çima ewqas hewcetiya partiyên cuda hene?
Çima nikarin hemî liser warê netewî bibin yek!
Çi hewcetî bi deh partiyên sosyalistên kurda heye?
Çi hewcetî bi deh partiyên demokratên kurda heye?
Belê tune!
Wê çax tê zanîn tenê em ji boy berjewendiyê xwe an jî îdeolojiya xwe kar dikin.
Hilbijartinek nû tê, dîrok wê dîsa dubare bibe.
Îro 10.01.2018 em nemirin emê bibînin.
Silav rêz

M.Nûreddin Yekta
10.01.2018

 
 

Bizvirin rûpela nivîsan!