Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Kurd çima tên kuştin?

Sunnî ne loma wekî li Amed û Zîlan
An Elewî ne wekî Koçgîrî û Dersim
Müslüman in loma wekî li Halepçe
Ezdî ne loma wekî Şengalê?

Hin kes dibêjin ger em ne misliman bûna, Avrupa û dewleten ne musliman li hewariya me dihatin!

Ger ev gotin rast be; me na DAEŞ êrîş anî ser Şengalê, em qetil kirin, jinên me kirin cariye ji xwe ra, firotin bi deh dolara!

Çima kes li hewariya me nay? Dîsa yên kurd azad kirin peşmergeyên qehreman bûn!

Yek milletî bi ol û baweriyan çênabe di nava her milletî da her ol heye, her bawerî heye.

Ger nijadekî bi dîroka xwe, bi urf adetên xwe, bi zimanê xwe û bi erdnigariya xwe yek be, jê ra Netew tê gotin, ol û baweriya wî, siyaset û ideolojiya wî çi be bila bibe, ferq nake.

Bigor îslamê kesên musliman ji wan hemiyan ra milletê îbrahîm tê gotin. Ev jî tişten din e!

Gerek kurd wiha bifikirin, bêjin em ne tu partî ne, lê kîjan partî di warê netewî da kar bike, gerek em hemî jê ra alîkar bin, kîjan parti dijî serxwebûnê be, jiber ol û îdeolojî û an jî xwe firotiyê, kurda girêde bi nijadên din va, gerek em li hember derkevin, heya mimkin be bi dilsozî, bi nermayî, bi biratî wan bizvirînin ser rêya rast.

Ger em pirr bi zixt gotinên nebaş ser wan va biçin, wê zêdetir ji doza netewîyê durkevin.
Emê bi xwe bi xwe bibin dijminê hevdu.

Lewra tu eşîrek, tu partiyek tu herêmek, tu mezhebek, tu olek bi serê xwe tenê nikare vî gelî azad bike, hewcetiya me bi hevdu heye, lewra ev welata welatê me hemiya ye.

Gerek mirov tu partî û rêxistinekê ji xwe ra wek dijmin nebîne, lê nebaşiyên wan bi tundî şermezar bike, rexne bike. Ji boy ku ewana li ser xetayên xwe varqilin û xwe rast bikin.

Belê bi rastî di hin partî û rêxistinên kurda da gelek mirovên nebaş û ajan û xaîn hene.

Malbatekî nîvî welatparêz e, nîvî aliyê din terefdarê dewletê ye!

Hin malbat hene hemî di qirêjayê da ne.

Hun dinhêrin li welat bav, ap û bira yên wan ji daîrê dewletê dernakevin ewana jî li Europa di rêxistinên kurda da berpirsiyariyê dikin, xelkê tehdit dikin, mîlîtaniyê dikin û salê çend caran jî diçin Tirkiyê û tên.

Gelo em vana çawa bikin?

Gerek em rêxistina wan hişyar bikin, dakû yên wiha ji nava xwe derxin.

Rêxistinên kurda gerek berpirsiyarên wan kurd bin.

Di beriya azadiya Filistin da azadiya Kurdistanê biparêzin

Beriya demokrasiya xelkê da di nava kurdan da bibin demokrat, rêzê ji bîr û baweriyên bira yên xwe yên kurd ra bigirin.

Kîjan partî dibe bila bibe, kesên di nava wan da baş bin emê wan destek bikin, kesên nebaş jî emê wan hişyar bikin rexne bikin, kesên ajan û xaînan jî ema wan teşhîr bikin daku rêxistin xwe paqij bikin

Ger rêxistin xwe ji xaîn û ajanan paqij nekin, ew rêxistinana mehkûmê mirinê ne.

Ji boy serxwebûna Başur gerek em bi malê xwe, bi canê xwe alîkar bin.

Roj roja yekîtî û biratiyê ye. Bijî biratiya me, Bijî Kurdistan

Hin kesan ji hin rêxistinên kurda gelek caran li min heqaret jî kirine, lê ez tu demî nabim dijminê gelê xwe. Heya ji min were ezê wan hişyar bikim, şikayeta wan bi gelê xwe va bikim, ku êdî tu îmkan tunebe paşê mirov dikare li çareka din binhêre.

Hin kesên xwedan fikra DAEŞê min rexne dikin dibên "ji boy tu bibî populer ji boy xelk ji te ra bêje mamosta an seyda tu tawîz didî kurdên ne musliman. Tu bi muslimanan ra yekîtî çênakî, bi ne muslimanên kurda hevaltî dikî."

Gelo li ku bira yên we yên misliman ji boy mezlûmiyeta kurda bi me ra bûne yek, ku ez dûrî wan mame? Ji boy milletê me bikin bende û koleyên xwe, musliman û ne muslimanên cîran tev dibin yek, Îja ez ji boy azadiya millet û welatê xwe çima bi ne muslimanên kurd ra nebim yek, ma ewana jî xwediyê vê dewletê ne!..

Bi rastî ez tu tavîzekî nadim kesî.

Ne ji ola xwe tawîz didim kurdên ne musliman, ne jî ji netewa xwe tawîz didim muslimanên xelkê.

Ez tim dibêjîm ez şagirt an talebekî medresê me û di xizmetê da jî ez xulamê gelê xwe me. Min li ku gotiye ku bila xelk rêza min bigire.

Lê ji her rêxistîn û partiyên kurda kesên jimin hezdikin û ez jî ji wan hezdikim hene.

Wek misal di lîsta min da bi hezaran ji her partiyê hene.

Çima?

Lewra ez kurditiya xwe didim pêş. Ger ew kesana nebin şellafê mislimanên xelkê wê kurd ji wan jî hezbikin.

Di hedefa me hemiyan da gerek kurditiya me li pêş be.

Ger dewleta te tunebe, ger gelê te azad nebe,
ne tu,
ne dîn û ola te,
ne mezheb û fikra te,
ne namûs û canê te, di garantiyê da nîne.

Dê îja biryar ya we ye.
Silav û rêz

17.09.2017
M.Nûredîn Yekta

 

Bizvirin rûpela nivîsan!