Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Hinek kurd dixwazin dunyayê azad bikin!
Gelo ku xêra mirov ji mirov ra tunebe ji tu kesî ra jî çêdibe?.
Hinek kurdên me, xêra wan ji wan ra tune, lê dixwazin dunyayê azad dikin!
Kurd bixwe bindest in, tu mafek wan tune, lê dixwazin dunyayê azad dikin!
Kurd ji hevdu ra, ji fikra hevdu ra tehemula wan tune, dixwazin dunyayê demokrat bikin!
Kurd ji xwe ra nagrîn, lê ji hemî dunyayê ra digrîn, heya ji dijminên xwe ra jî digrîn. Xwedê aqil bide kurda.
Ji ereba şikayet dikin, dibên ereb barbar in, ereb dagerker in, welatê me îşxal kirine, lê dema cihû û ereb şerr dikin, heman xwe didin kêleka ereba.
Her wiha hinek mislimanên kurd jî wisa ne, dibên Îran dijminê me ye, dagerker e, qetlîama dike, heroj kurda bidarda dike, lê dema Emerîka bêje ezê li îranê bixim, kurdên me hima xwe dide kêla Îranê.
Halhale çiqas Îran a dagerker û erebên dagerker çiqas lawaz bibin ewqas ji boy me baş e, lewra dema ew dagerkerana çiqas xwirt bin wê ewqas li me zilmê dikin. Xwedê bike yên ji wan zalimtir wan belawela bikin, dilê xwe bi neyarên xwe neşewitînin, lewra dijmin herdem ji we ra bê ujdan in!
Dema ji me ra xirav tê, em tu kesî li cem xwe nabînîn. Wek mînak dibêjim: Qetlîama Helebçe?
Dema li Helebçe qetlîam çêbû tu dewletek musliman seddam şermezar nekirin, tu alimekî, tu berpirsiyarekî dewlet û milletên xwedênegiravî misliman seddam protesto nekirin.
Bi taybet 3 kesên ku ji hêla gelek mislimanan va wek Mehdî dihatin diyarkirin, wan jî seddam şermezar nekir, heya hinekan digotin diser da seddam pîroz dikirin.
Mînak: Qetlîama liser kurda û sê nexwe alimên mislimanên birayên me!

16 Adara 1988 Halepçe


Wefata Xumeyni 3 Hezîran 1989
Wefata Şeyh Ahmed Yasîn 22 Adar 2004
Wefata Necmettin Erbakan 27 Sibat 2011
 
Dema qetlîama Helebçe da her sê jî sax bûn, qet yekî ji wan negot kurd gune ne bi yek bombekî hun 8 hezar jin û zaroka dikujin!
Ez ewqas dizanim.
Wek din kî çawa fêm dike ew dizane!
 
                       M.Nureddîn Yekta - 03.05.2021
 

Bizvirin rûpela nivîsan!