Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Kurd bi sê tiştan pirr hatine xapandin û tên xapandin!
Îslamiyet, sosyalîzm û demokrasî.

Dema em kurd behsa mafê xwe dikin, wekî ziman û çanda xwe!
Birayên me, hima bi sê tiştan li hember me derdikevin.
Mixabin gelek kurd jî, ji cîranên me zêdetir bi vê propaxandayê tên xapandin û vê propaxandayê jî, bikar tînin, belav dikin û diparêzoin.

1- Em hemî musliman in, dînê me yek e, qîbla me yek e, li me hemiyan zilim dibe. Kurdino werin em hemî kar bikin, mile xwe bidin hevdu, dema Îslam li hemî alema îslamê bû hakim, kurd jî dighîjin mafên xwe!

2- Heya Sovyet hilneşiyabû sosyalizm hêvî bû, boy gelek gelan, her wiha boy hinek kurdan jî. Wan dema dixwestin belku rê têda heba. Piştî têkçûna sosyalizmê hê jî, lı ser eynî fikrê ne. "Kurdino werin em hemî dest bidin hevdu, bila sosyalîzm û kominizm li cihanê bibe hakim, kurd jî dighîjin mafên xwe."

3- Niha jî demokrasi mode ye. Her kurdek, her rêxistin û saziyek kurda wisan bûne aşiqê demokrasiye, îja ne tene ji xwe ra jî, ji hemî dunyayê ra demokrasiyê dixwazin, heya xwe serqot û pêxwas kirine demokrasiyê tînîn hemî dunyayê. Ku demokrasî li cîhanê bû hakim, problema kurda jî çareser dibe.

Îja pirsek min heye:

Gelo çima kurd fêm nakin ku pirskin û bêjin:

"Çima her millet li hêviya hakimiyeta Îslam, sosyalîzm û demokrasiyê nasekine, hemî mafên xwe bidestên xwe dixin, çima gerek kurda li benda hakimiyeta Îslam, sosyalîzm û demokrasiyê biminin?"

Gelo we qet ev pirsa ji xwe jî kiriye?

M.Nureddin Yekta
04.07.2019

 

Bizvirin rûpela nivîsan!