Îro, Yekşemê 29.10.2017 nameya Serok Barzanî
Ji bo Serokayetiya Parlemena Kurdistana birêz
Silavekî germ..
Li gor fermana Herêmî ya hejmar (128) li 12ê 7a 2017 me daxwaz kiribû hilbijartinên Parlemen û Serokayetiya Herêma Kurdistanê li roja 01.11.2017 bê encamdan. Lê belê ji ber sedemên siyasî û emnî û teknîkî û nebûna berbijêrê Serokayetiyê, Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê, amadekariyên ji bo her dû hilbijartinan rawestand û li 24ê 10ê 2017 li Parlemena Kurdistanê da temenê Parlemen û Hikûmeta Herêma ji bo demeke dû xulên yasadananê hate dirêj kirin.
Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, li piştî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabê yasaya Serokayetiyê bê hemwar kirin yan temenê Serokayetiya Herêma Kurdistanê bê dirêj kirin. Pêwîste bi zûtirîn dem kom bibin bo ku valahiyeke siyasî li erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de dirust nebê û ev babet bê çareser kirin.
Ez jî wekî Mesûd Barzanî Pêşmerge li nav cemawerê xweragirê gelê me û Pêşmergeyên azîz de li xebat û têkoşîna bi destxistina mafên rewayên gelê me û parêzgerîkirina li destkeftên mîlletê me de berdewam dibim.
Mesûd Barzanî
28.10.2017
----------------------------------------------------------------------------Projeyasa dabeşkirina desthilatên serokatiya herêmê bi piranya dengan hat pesendkirin 29.10.2017
Parlemantoya Kurdistanê projeyasaya dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê bi ser dezgehên giştî ve bi piraniya dengan pesend kir.
Îşev, piştî ku di rûniştina parlemantoya Kurdistanê de projeyasaya hate xwendin, ket ber dengdanê. Projeyasa bi 70 dengên Erê ku piraniya dengan e, hat pesendkirin.
Gotebêjkirina wê projeyasayê, li ser daxwaza Serok Barzanî hat, ku nameyek arasteyî Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê kiribû. |