Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Muamela kurda bi kurda ra pirr nebaş e!

-----------------------------------------------

Silav û rêz gelî xuşk û bira!
Îro dixwazim derdekî me yê ortax bînîm ziman.
Ew jî muamela me ya bi hevdu ra ye!
Li welêt em dizanin ku kurd ji boy mirîşkekê, ji boy kûçika, ji boy gurzekî gîha hevdu dikujin! Mixabîn ji ber vî adetê nebaş emê feqîr bin, neçar bin, perîşan bin, ewên dewlemend wê wisa feqîr bîn ku xelk zekat û sedeqa xwe bide wan! Mînak pirr hene lê naxwazim dirêj bikim!
Lê vanên hatine Europa, ka em ji wan ra çi bêjin?
Gelo gerek wek Europiyan biqail, nerm, ji milletê xwe hezbikin, an li vira jî dîsa wekî welat bikevin ji nava hezar kesî yekê kurd bibînin bi wî ra lihevdu bixin?
Muamela kurda li welat çawa nebaş bû li vira jî her wisa nebaş e
Mirov nikare bi yekî ra ortaxî bike!
Mirov nikare xanîkî xwe bide kurda kirê!
Mirov nikare bi kurdekî ra di warê siyasî da tiştekî biaxive!
Lewra di dawî da mirovê li hevdu bixe, bikevin polîs û mehkema, wê hakîm pirske:
Hun herdu jî kurd in?
Belê.
Hun herdû jî ji welatekî ne?
Belê.
De baş e ku hun ji hevdi heznekin, emê çawa ji we hezbikin?

Rûsipiyên me bi tevî exlaqê xwe yê pîs hatine vî welatî, mixabin vî exlaqê xwe yê pîs fêrî zarokên xwe jî dikin!
Wê ji boy tişteki berredayî dilmayinê bikin, wê ji herdu malbata dîsa 20-30 malbat bi hevdu ra bibin dijmin!
Vaya ne karê mirovatiyê ye!
Vaya ne karê însaniyetiyê ye!

Wek mînak bêjim li Almanya kirêya xaniyan.
Bi vê va girêdayî "xwe li navnîşanekê bide nîşan" ku jê re li Almanya dibên Anmeldung. Wekî tu Anmeldunga xwe liser xaniyê min bidî nîşan. Mana wê ew e, tu li vira dijî. Mektubên te tên vira, dema polis li te bigere pêşî tê vê malê.
Lê di qanûna Alman da Anmeldung jî wek xanî kirikirînê ye.
Normal tu yê kirê ya 3 meha berê bidî, dema tu derkevî jî, tuyê 3 meh berê da arzûhalekê binvîsînî bidî xwediyê male.
Ji boy ew jî, ji xwe ra kiracikî din bibîne.
Dema tu mehana xwe nedî, wê ji te ra mektûbekê bişîne te agahdar bike, ger tu dîsa pera neşînî, wê careka din 5 Euroya bide ser Mahnûng bişîne. (heqê mesrefa post, kagixiz û qelemê) her wiha pênc pênc lê zêde dibe.
Dema kurd di xanîkî xelkê da bin, xwediyê xanî kurd nebe, wê van hemî qanûnan pêkbînin.
Lê dema kurd be, kirêya xwe nadin, pêşda agahdarîkî jî nakin, hêj diser da jî xwediyê xanî tehdît bikin û bêjin!
"Kes nikare pera ji min bixwaze, kes nikare min ji xanî bike der, kes nikare ji min ewraqekî fermî bixwaze, ez filan bin felan im, sed leşê min hene!"  :)
De ka were bi kurda ra li welatê xelkê muamele bike.
Ev mînakekî bû min got, lê her tiştî kurda wiha ye.
Hun bawer bin, min xaniyê xwe da sê heb kurda, heya min wan ji xanî derxist, min dunya wîyalî dît. Kirêya xwe nadin, dawa mêrxasiyê dikin, xwe tirro virro dikin, qet şerm jî nakin, ji wan tirê mirov bi birayê xwe ra li hevdu bixe, vaya jî dibe mêranîkî!

Bi min bê şerefiya herî mezin ew e ku; mirov li birayê xwe heqaretê bike!
Lewra kes bi kujtina birayê xwe nabe mêrxas!
Min tobe kir ku ez careka din êdî bi kurda ra muamelekê nekim.
Îro yekî telefonê min kir got xaniyê te vala heye tu ji boy du zarokên min Anmeldung çêkî. Min got bibihure tune. :(
Bi rastî dilê min jî şewitî. Çima em kurd ji hevdu zêde heznekin, çima em di nava hezar kesî da kurdeki bibînin sitûyê wî himêz nekin, jê heznekîn lê rabin pêra lihevdu bixin?
Hêvîdar im kurdên li Europa hinek li xwe varqilin, lewra pirrên wan jiber xiraviya aborî hatine vî welatî, liser xwîna zarokên xelkê îltica kirin, îro loqekî nan dixun, ewê loqê jî neherrimînin.
Bi silavên biratî

M.Nûreddin yekta

04.02.2021

 

 

Bizvirin rûpela nivîsan!