Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Newroz pîroz be!

Roja cîhan avabûye û ta îro di nava hemî gelan de cejnên netewî an jî yên kulturî hebûne. Her wiha di beriya Îslamê da jî, di nava muşrikan da hinek cejnên netewî û yên kulturî çêbûne.

Dema Pêxemberê me Hz. Muhammed (a.s.) ji Mekkê koçberî Medînê bûye, dîtiye ku ehlê Medînê di hinek rojên kifşe de şahiyê dikin. Ji wan pirsiye „va çi şahiye hun dikin?“.. Ehlê Medînê gotine ku, „Ya Resûlullah ev rojana rojên cejnên me ne, ji berê da em di van rojan da cejnên xwe pîroz dikin.“ Pêxemberê me wiha gotiye; „ Ji îro şûn ve ji we re (ji mumînan re) du cejin hene, yek cejna Remezanê û ya din jî cejna Qurbanê ye“..

Herwekî tê zanîn ku hemî cejnên batil, ciyê wan di dînê me de tuneye. Bi taybeti cejnên li hember qanûn û nîzama Îslamî hatibin çêkirin!
Pirr sedem hene jî bo cejnan, yek ji wan sedeman jî, şahiya bindest û mezlûma ye.
An serkeftina bindesta ye, an azadiya kole û benda ye! Di vî warê de dema mirov li cejna Newrozê binhêre, mirov dibîne ku, ji cejna Newrozê ra cîhkî xweser heye, lewra ev roj, roja li hember derketina zilm û zordariyê ye. Derdorê 2716 salî ye ku gelên Rojhilata Navîn bi taybetî Gelê Kurd vê cejnê pîrozdikin.

Wek tê zanîn destpêka cejna Newrozê serhildana gelên bindest di rêberiya Kawa da li hember qiralê zordar Dehhaq bûye. Bi awakî din, cejna Newrozê ne wek cejnên dewletên ne misliman e! Bi taybetî dewletên nexwe nav musliman û sîstem ne îslami. An dewletek di berê de sîstema wê îslamî be û dûvre sîstemê biguhêrê bike sîstemek beşerî û di wan rojên ku guhertin çêkirine wan rojan jî bikin wek cejin!.. Ji van cejnan re mirov dikare bêje cejnên kufrî ne!.. Lewra li hember Nîzama Îslamî hatine sazkirin.


Dînê Îslamê bi bindestan ra ye, ne hevalê kufr û zilmê ye! Bi vê minasebetê cejna Newrozê jê re cîhkî xweser heye. Mirov dikare bêje ku, ger mirov di mana serhildana li hember zaliman de newrozê pîroz bike, jê re tu astengîkî ji hêla dîn ve tuneye ku pîroz kirin jî ji heddê xwe dernekeve . Lewra mana Newrozê „rojek nû ji bo bindestan re,“ye, ne yekitiya bi zaliman ra ye.
Serhildana bindesta ye li hember zaliman, ne şahiya bindest û zaliman bi hev re, li ser warê bêhiqûqî û bêedaletîyê.

Biratî xweşe bi yekîtî û bi wekheviyê. Her çiqas cejna Newrozê di berê Îslamê da cejna nemuslimana be jî, di pişt Îslamê de jî, dîsan gelên bindest di mana serhildana li hember zaliman û emperyalîstan da pîrozkirine.

Ger mirov di mana agirparêztiyê da, an jî di mana dînên berê da pîroz bike, bi angorê Dîne me caîz nîne!.. Lê em nebawer in ku gelê me di vê manê de pîroz dike. Gel bi roja Newrozê azadiya xwe tîne bîra xwe, di dinê me de jî, azadî ji mafên mirova ye û pewîst e her kes li vî mafî xweyî derkeve.

2701 sal e ku bi taybetî gelê Kurd bi roja Newrozê tim serhildana li hember zalim û dagirkera tîne bîra xwe. Bi taybetî ev çend sal e ku gelê kurd li hember zilm û zora li ser xwe, bi serhildana dawa xwe aniye holê û bi sed hezaran insan hatine kuştin û bi milyonan jî ketine binçav û şkencê û zîndanan. Gelê Kurd, cejna xwe ya neteweyî ya Newrozê, ji mafên xwe yên neteweyî dihesibîne û dixwaze pîroz bike.

Kurd îro jî, di pêvajoyekê herî dijwar û hessas de dijîn. Di rewşa Kurdan de tu guhertinek qenc çênebûye û roj bi roj ber bi xiravbûnê ve diçe. Bêedaletî û bêhuqûqî û terora sîstemê li Kurdistan’ê li hember Kurdan berdewame. Wek çend sal berê dîsa kurd bi navê faili mechul tên kuştin.

Gelê Kurd her dem ji bo aştî û biratiyê amade ye, lê tu rûmetekî ji biratîyê nedîtiye. Çi dem gotibe ez jî insan im, wê demê hatiye sirgûnkirin, şkencekirin, hatiye girtin û hatiye qirkirin. Biratî wiha nîne!

Lê ya rast ev e ku, dewlet bi tu awahî naxwazin mafên kurdan bidin. Pewîst e em vê baş bizanibin. Ya dudiya; tu wextî dewletên serdest nabin dewletên demokratika em dixwazin.

Belê aştî, biratî pirr qenc e, lê bi kê ra?.. Va sed sal e Gelê Kurd çar parçe ye û di bin bandora çar dewletanda ye, heya îro çend caran Kurdan biratî nexwestiye an red kiriye?... Kurdan her tim biratî gotiye, aştî gotiye lê, ji biratî û aştiyê ra para wan her tim înkarbûyin bûye!..

Gelê Kurd jî, herwekî gelên cîhanê, xweyî maf e, dixwaze li ser axa xwe bijî. Bi zimanê xwe biaxive, rojnama xwe bixwîne, biçe dibistana xwe. Bi serbilindayî ala xwe libake û cîhê xwe di nava gelên cîhanê de bigire!

Belê em jî dixwazin ku va cejna bibe sedemê aştî û biratiyê. Aştî û biratî, yekîtî gellek başe, lê biratî jî, aştî jî bi du aliyan çêdibe ne bi alîkî tenê. Sîstem dixwaze bi van lîstikên xwe, hêj bi sedsalan Kurdan di bin koletiya xwe de bigire, kultura Kurdan rake, zimanê Kurdan qedexe bike û insanên wan bikuje û wan bindest bihêle.

Di vê manê da em cejna gelê Kurd pîroz dikin û em hêvî dikin ku rojên wiha girîng bibin sedemê yekîtî, biratî û aştiyê di nava gelê Kurd de. Lewra rêya aştiya bi gelên din re, di biratî û aştiya û yekitiya gelê Kurd de derbas dibe!

Em hêvîdar in ku hemî rêxistinên Kurdan carek din li ser mana Newrozê bifikirin û bi angôrê vê manê cejna xwe pîroz bikin.
Cejna Newrozê li hemî Gelî Kurd û li cîhanê pîroz be!

Bi silavên biratî

M.Nureddin Yekta
17.03.2001

 

Bizvirin rûpela nivîsan!