Xwendevanên Hêja!
Yekem Silava Xwedê liser we be!
Ez dixwazim îro ji we re qisekê binvîsînim û hisekê bînim bira we.
Dînê Îslamê girîngîkî mezin dide ser timatî û menfeetperestîyê, herduyan jî
red dike û bala mirov dikşîne ser wan herdu xesletên nebaş ku di kê de hebîn,
wan ji çav civakê dixînin. Lewra menfeetperestî dibe sedemê kêmasiya mirov.
Pirr kes hene ji bo malê dunyayê an ji bo meqam û mewqiyekê xwe difroşin. Bo
vê ye ku civak îslah nabe!..
Mirov dikare bêje kîjan milletê ku ji wan pirr xwefiroş hebîn, ew milleta
dereng digihîje azadiya xwe!..
Yek ji sedemên ku Gelê me şûnve xistye, wiha bi sedalala ye ku em bindest
in, xwefirotin e!.. Pirr kes hene xwe difroşin meqam û mewqiya. Pirr kes
hene xwe difroşin bi tiştên pir erzan. Bo ku bibe xwediyê meqamekî an bibe
mebûsek, dikare Gelekî 50 milyon bifroşe! Gelo sedem ne ev e ku ewqas sedsal
derbas bû em hêj nebûne wek gelên cîhanê.
Dema ez li Welat bum, min pirr kes dîtin ku li meydana, lî sûka herdu
tiliyên xwe bilind dikirin û digotin her bijî û her bijî, dema
menfeet didîtin her tişt jibîr dikirin. Pirr kesan liser nave malbatên kesên
girtî an kesên li serê çiyan pere dicivandin û ji xwe re serwet didan ser
serweta xwe hebûn. Dîsa hin kes hebûn liser navê girtiyan dikan bi dikan
digeriyan eşya dicivandin, lê wan eşya dibirin mala xwe û diziqimandin.
Wek ez sehdikim hinek ji wan kesana niha li welat muteahitiyê dikin, hinek
bûne xwediyê febrîka, hinek jî li Parîs, Berlîn û Londra dîsa liser nave
nexwe welatparêziyê di hin rêxistinan de kar dikin û ew karên xwe yên qirêj
jî didomînin. Gelek kes jî li Ewropa hene rojek kar ji nekirine û bûne holding!..
Mirov dikare wan teko teko binav bike jî. Lê hin kês meselê fêm nakin, heta
hinek dibên hun xelkê teşhîr dikin!
Belê em kesî teşhîr nakin, kesên ku em liser wan dinvîsînin, jixwe têkiliyên
wan û dijminên kurdan tevihev hene. Em wan ji dijmin re teşhîr nakin, lê em
dixwazin gelê me wan nasbike û carek din bi wan nexape…
Ez
dixwazim liser mijarê ji we re pêkenîkî jî binvîsînim û we bihêlim ku hun ji
xwe re ji qissê hissek bigrin.
Dibên li derdorê Stenbolê li qezakî biçûk li hotêlekê du kes pevçûne. Di
encamê pevçûnê de yek ji yekî re dibê pêzeveng!
Ye din pirr aciz bûye û gotiye ezê te bikujim, tu çawa ji min re wiha xirav
dibêjî.
Kesên li wir, ketine nav, ji hev qetandine. Lê camêr nasekine û kujim kujima
wî ye.
Mirovek bajêrî radibe ser xwe û ji camêr re dibêje:
- Bavo tu lêxî wî bikujî bo gotinek, tuyê bikevî zîndanê, zarok bimînin bê
bav, karê te ji dest te here!
Camêr dibê;
- Karê min tune, ha derva û ha jî hepis!
- De başa ku karê te tune, we re ez te bibim Stenbolê, hotêlek min ya mezin
heye, li wir kar bike ezê miaşê du memûra bidim te!
Lihev dikin û diçin Stenbolê, camêr dest bi kar dike.
“Karê
wî ew e ku, “li hotêlî runîştiye, dema mêr tênê hundir, radibe cakêtê wan bi
darda dike, kîjan odê bixwazin nifta ode dide wan, dema ku ji jor de peya
dibin, cakêtê wan li wan digre li xwe dikin û dibê hun ser çavan hatin, em
li benda we ne ku hun carek din jî werin.
Belê
kar êsan e û pere jî pirr e. Camêr ji hemî heval û dostên xwe re name
dinvîsîne, “Hevalno birano karek min yê gelek rehet heye û pere jî pirr e,
ez ketima xêra Xwedê.”
Heval
dinvîsînin “de başe navê karê te çiye? Tu xwediyê hotêlê yî, an tu mudir î,
tu çî yi?
Camêr
jî, navê karê xwe nizane, baş ew e, ji patronê xwe bipirse. Dema dipirse,
Patron dibê navê karê te pêzevengî ye!
-
Çawa ?
- Lê
di hotêlê de jin hene, ew mêrên tên diçin cem jinan, tu jî wiha li ber derî
ji wan re alikarî diki, aha pêzevengî wiha ye! Te dît kar rehet, pere
bol ! Te dikir yekî bo vê gotinê yek bikujta!..
Camêr dibe „bavô min
nizanibû pêzevengî wiha ye, ger min bizanîba, minê bavê xwe jî bikira
pêzeveng, diya xwe jî, birayên xwe jî!...
Gelî bira! Mixabin
gelek kesên wiha hene, loma em bi tu awahî naghîjin mirazê xwe. Roj hebe yên
wiha ji nav me derên der û em jî, ji wan hesab bipirsin wê rojê azadî li ber
derî ye.
Bi hêviya wan rojên
azad.
Bi isilavên biratî.
M.Nûreddin Yekta
2007.07.30 |