Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Propaganda nexwe yahuditiya Barzaniyan!...

Di van rojên dawîn da em dibînin ku medya tirka wek kampanyekê di aleyhiyê malbata Barzaniyan da vekiriye. Dibên ku “malbata Barzaniyan ji berê de cihû bûne.” Di vî warî de hemî medya tirk bihev ra ne.
Nexwe mislimanên wan, kemalîstên wan û nijadperestên wan!..
Heya hinek aqilsivikên kurdan jî, ji me ra nama dişînin û dipirsin “gelo ev tiştên tirk dibên rast e an ne? Ger derew be, çima hun bersivên wan nanvîsînin?..”

Xwendevanên Hêja!

Ma gelo bersiva virr û derewan heye? Ka mirov wê çawa bersiva îftirayan bide? Karên medya tirka vaya ye. Armanca wan dîsa xapandina kurda ye.

Lê heya em şibhe dibin ser derewên wan, gerek em bifikirin „gelo çima medya tirka ev kampanya di derheq Barzaniyan de vekiriye? Armanca wan, hedefa wan çî ye? Çima koka Tayyib Erdoxan napirsin, ka gelo ew tirk e, rûm e, laz e? Çima pirsa koka Ataturk nakin, ka gelo ew tirk e, yunanî ye, rûm e, yugoslav e, bulxar e?

Çima ji medya tirkan ra malbata Barzaniyan û koka wan girîng e?

Helbet sedem hene, sedemek; malbata Barzaniyan ji berê da, di ware netewî da pêşkêşiya kurda kiriye û hê jî didomîne. Di vî warî da bê tirs û bê ta’wîz in!
Ya duduyan, Birêz Mesûd Barzanî îro wek Serokê hemi kurda tê dîtin, ji herçar parçeyên Kurdistanê gel seroktiya wî qebûl dike. Hinek Kurd û rêxistinên ku berê ji wî ra bê hurmetiyê dikirin îro ewana jî ji herkesî pirrtir ji Barzaniyan re hurmetê dikin.

Baş e çi bi tirka hatiye?

Tirk dizanin ku pirraniya Kurda musliman in, dixwazin mêjoyê Kurdên musliman tevhev bikin û bêjin “aha em musluman birayê hev in, ew serokên hun li pey wan diçin, wan wek rêber ji xwe re dibînin tew musliman jî nînin!..”
Armanc dilsarkirina hinek kurda ji Barzaniyan!..

Medya tirk ji berê da lîstikê wiha dilîze û pirr caran jî biserketine. Car heye kurda wek insanan nahesibînin û tu rûmetê nadinê, carnan jî dibên birayê kurda yên olî û wan bi biratiya olî dixapînin. Siyaseta Tirkan bi sedsala ye ku kurd bi navê ol û mezheban parçe kirine, li hember hev bikaranîne û wan bihev dane kuştin. Dijminî kirine nava eşîran, nava mezheban, kurda hevdu kuştine û wan jî kêfa seltenetê kirine. Şerrê di navbera Îran û Osmaniyan da ku bi esran domand, yek ji wan lîstikan bû. Derdorê 300 salî şerrên wan domkir, lê şerr tim di erdê Kurdan da bû. Sunniya û elewiya li hember hev bikaranîn, nehîştin kurd liser warê xwe, di netewa xwe da were bal hev, bibe yek!.

Îro dîsa dixwazin wê lîstika xwe carek din bilîzin. Lê wan jibîr kiriye ku kurd ne kurdê 80-100 sal berê ne. Belê Kurdan êdî lîstikên wan yên olî, yên sosyalîstî û yên demokratikî baş fêm kirine, êdî naxapin. Ewana çiqas derewa bikin, çiqas bixwazin çamûrê bavêjin serok û rêberê kurdan, êdî tesîra propaganda wan li kurdekî nabe! Dema bi baweriyê kurd jihev diqetandin ew dema çû. Êdî kurdekî musliman, kurdekî ne misliman bi weliyê tirk û ereb û ecema nade, her wiha kurdeki demokrat jî kurdeki musliman bi hemî alema tirk, ereb û ecema nade!… Tektûk kurdên musliman an yên demokrat, an yên kemalîst yên qafşekal hebîn jî tesîra wan li malbata wan jî nabe, ma dora ku li civakê bibe!…

Hinek Kurda ku di dîroka xwe da xeta ya herî mezin kiribîn, ew jî qebûl kirina biratiyi tirk, ereb û eceman e!.. Lê di rastiya xwe da Kurd tu wext nebûne birayê tirk, ereb û eceman, belku hinek deman ji mecbûrî hemwelatiya wan qebûl kirine. Belê di dîrokê de em ne bira bûn, niha jî ne bira ne û tu wext jî em nabin bira!.. Me hêvî heye ku em ebediyen ji hemwelatiya hev jî derkevin!…

Hinek dikarin bêjin, lê biratiya olî?  Belê Qur’an dibêje „Bawermend birayê hev in“ Kijan bawermend? Kesên ku bi hemî Qur’anê bawer in, gelo hun bawer in ku tirk, ereb û ecem bi hemî Qur’anê bawer bin? Di tiştên ku xweşî wan ney, di wan meselan da baweriya wan tune. Mesela baweriya wan bi 2 ayetan tuneye, ku ewan ayetana jî behsa mafên mirovatiyê dikin, Ew ayetana Hucurat/13 û Rum/22

Pêxemberê me dibêje „Ki çi tiştî ji xwe re bixwaze û ji birayê xwe ra jî nexwaze wî îman naniye.

Belê de ka ji hemî ereb, ecem û tirka pirskin, ewana dewleta wan heye gelo ewana ji Kurdan ra jî mafî dewletî dixwazin? An çi heqên wan hene dixwazin wan heqana bidin kurda jî?...
Helbet na!
Êêêêê… Îman li ku ma û biratî li ku ma?....

De bese gelî medya tirka van derewan nekin, lo wele ne hun bawer dikin ne jî em!..

Barzaniyê nemir 40 sal berê carek çûbe Îsraîl ku pê bive cihû, ma gelô Erbakanê we yê micahîd bi îsrail re peymana siyasî û leşkerî erê kir ew çima nabe cihû?
Werin ji me re dostî û yekîtiya tirk û îsrail şirove bikin, ne ya kurda û wan, werin ji me re ku di dema Osmaniyan de we çawa qedeme qedeme Filîstin firotiye yahûdiyan û bingeha dewleta îsrail avêtiye wê bêjin.
Ka werin bêjîn yahudiyan çiqas erd ji tirkan kiriye? Wê bêjin, ger têkiliyên bi yahudiyan ra mirova ji dîn derxe, gerek dîne siyasetmedarên we heta niha qet nemaba!...

Him tu problemek gelê kurd û yahudiyan jî tune. Beriya Îslamê em cînarê hevdu bûn, îro jî em cînarê hev in ewqas!.. 

Em dizanin armanca we bi vê propagandayê çî ye? Hun dibên ey gelî kurda serokên we yahûdî ne, yanî hun dixwazin bi fitna xwe ya dîrokî fesadiyê bikin nava kurda, lê mixabin hun dereng ketin, êdî kes bi we bawer nake, jiber hemî tiştîn we derew in, bingeha we liser derewa ava bûye.

Bi kurtî: ey gelî gelên cîrana, hun baş bizanibin ku êdî em û hun jihev ra nabîn, tu gotinên we li me tesirê nake! Hemî alem heya hun jî baş dizanin ku malbata Barzaniyan ji berê de malbatek oldar bûye, Şeyx bûne û pêşkêşê olî û netewî bûne. Barzaniyê nemir di cephê şerr da him serokê peşmergên qehreman bû, him îmamê leşkeran bû, him zanyarek îslamî bû, him serokê netewî bû!...

Hun baş bizanibin ku her kurdek (çi oldar, çi bê ol, çi misliman, çi yên din) tercîha kurdan liser hemî gelên din dike. Yanî kurdek musliman terciha kurdekî ne oldar li ser muslimanên ereb û eceman dike, her wiha kurdên bê ol jî terciha kurden musliman liser hemî ereb û eceman dikin. Propagandayên biratiya olî û nizam çi kurreder tesîra xwe li me nake, em êdî hew pê dixapin!....

Ji me ra; ne biratiya we, ne oldariya we, ne bê oliya we lazim nîne! Tu qiymetek ji gotinên we ra tuneye, bese hun jî êdî xwe pê nexapînin!…

M.Nureddin Yekta
19.04.2007

 

 

Bizvirin rûpela nivîsan!