Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Bi minasebeta salvegera şehadeta Qazî Muhammed

Mehabad, bajarekî me yê şêrîn, li başurê ava Reqreqê ye. Hejmara nifûsên wê 16 hezar bû. Heya salên 1940'î navê Mehabadê hêj pirr nahatibû sehkirin.

Di salên 1945'an da emperyalîstên demî Rus û Îngilîzan dunya lihevdu parvekiribûn, lê Mehabad wek herêmek tampon mabû, ne Rusya ne jî Îngilîzan dest nedabûn ser Mehabadê.

Di sala 1944'anda "Komeleya jiyana kurd “ hatibû sazkirin. Di sala 1945'an da di bin seroktiya Qazî Muhammed da Partiya Demokrata Kurdistan hate sazkirin. Qazî Muhammed di wê herêmê da, bi awakî olî û siyasî pirr baş û qenc dihata naskirin.

Qazî Muhammed û bi tev hevalên xwe, li alîkî kar û barên dewleteka serbixwe dikirin, li alî dinê jî bi dewletên cihanê ra têkiliyên siyasî pêk danîn. Di destpêka têkiliyên siyasî da Rusya yekem bersivek xweş da Qazî Muhammed û di sala 1945'an da, di nava Kurdistan û Sovyetê da "Cemiyeta Têkiliyên Çandî yê Rusya û Kurdistanê" hate sazkirin.

Di vî warî da, Sovyetê makîna metbeê û cîhaza weşana radyoyê şandibû Kurdistanê. Rojnama bi navê "Kurdistan" û gelek weşanên din ketibûn weşanê.

Êdî haziriya dewleteka serbixwe qediyabû. Boy vê, Qazî Muhammed  di 21.01.1946'an da di mizgefta herî mezin ya Mehabadê da, ji boy amadekirina parlementoyê civînek çêkir. Di vê civînê da behsa alîkariya Sovyetê ya maddi û manewî û behsa dostiya Azerbeycanê dikir. Wisa tê zanîn ku Qazî Muhammed dizanibû ku tehlîke Kurdistanê ji van dera ye.

Roja mayîn Qazî Muhammed, Berpirsiyarên PDK, Mela Mustafa Barzanî, gelek serokên eşîra bi tev gel va û sê heb jî serbazên Sovyetê va civiyan. Serbazên Rus neketin nava civînê, tenê di jîpa xwe da temaşe dikirin.

Roja 22.01.1946'an (Çile) da li meydana Çarçira Komara Mehabadê hate îlan kirin. Ala Rengîn hate bilind kirin.

Di vê civînê da, ji dervayê Rojhilat jî, gelek serokên eşîra û siyasetmedarên kurd jî ciyê xwe girtibûn. Dûvra Parlementoya Netewî hate tayîn kirin ku 30 kes hatine hilbijartin. Roja 11.02.1946'an da 13 kes ji boy wezîrtî hatin tayin kirin. Qazî Muhammed wek Serokê Komara Kurd bi sonda xwe dest bi wezîfê kir.

Serokê Komara Mehabadê ya ciwan Qazî Muhammed wiha sond xwar!

"Bi navê meznaya Xwedê, bi Qur'ana Pîroz sond dixum û soz didim ku, ji boy welat û ala xwe, heya dilopekî xwîn di rehên min da hebe, heya nefesa xwe ya dawîn bidim, ezê bi mal û canê xwe, kar û xebatê bikim."

Dûvra, ji boy parastina Komarê wezareta parastinê hate sazkirin. Kurapê Qazî Muhammed, Muhemmed Huseyn Seyfî ku berê di arteşa Îranê da serbaz bû, bû wezîrê parastinê û alîkarê Serokê Komarê Qazî Muhammed.

Roja 31 Adar a 1946'an da, Komara Ciwan rutba generaliyê da çar kesan. Ku ewana jî Seyfi Qadi, Omer Xan Şikakî, Harna Raşîd û Mela Mustafa Barzanî bû. 

Her çiqas temenê Komara Mehabade demeke kurt yanî 11 meh domandibe jî, di warê siyasî de gelek pêşketî ye. Ji hemî kurda ra bû wek ronahîke ji boy Kurdistanek Serbixwe. Kurd fêm bikin ku ger kurd xwedî biryar bin, dikarin bibin dewleteka serbixwe!

Di meclisa Komarê da, 13 heb wezîr hebûn. Di vê meclisê da him parlementerên jin, him jî yên mêr hebûn. Di demek kurt da zagona Komarê jî hat nivîsandin.

Dewletên rojava bi çavekî baş li Komara Kurd nedinhêrin. Mixabin Sovyeta sosyalîsta emperyalîst ku di destpêkê da destek dabû Mehabadê, ji boy ku têkiliyên wê bi dewletên rojava ra xirav nebe, destega xwe ji Komara Mehabadê kişand. Yanî bi awakî din Komarê teslîmî însafa Îranê kir. Sed mixabin ku sosyalîstên kurda qet naxwazin vê îxaneta Sovyetê bînin ser ziman û jê behs nakin!   

Piştî îxaneta Sovyetê ku destega xwe ji Mehabadê kişand, Îranê hima li hember Kurdistanê dest bi hareketê kir. 24 Nîsanê, di bin fermandariya Albay Kisra da, bi top û suwariyên xwe, êrîş birin ser Mehabadê û gihîştin Qahrawayê! Li Qahrawayê sekinîn û bîhna xwe didan, lê ji nişkava rastî êrîşa hêza Mela Mustafa Barzanî hatin. Peşmergên qehreman wisa lêxistin ku leşkerê dijmin feleka xwe şaş kirin. 21 kuştî, 17 birindar û 180 dîl hîştin û şûnva kişiyan. Yên mayîn jî heya Saqizê reviyan.

Wê êvarê ew 180 dîlên di dest kurdan da serbest hatin berdan. Mixabin em kurd wiha ne, dema dijmin dîl dikevin destên me, em wek ku mêvanên me ne tevdigerin, lê dema em dikevin destên wan bi her awahî li me şikence dikin û bi barbarî jî me dikujin.  

Ev şerrê serkeftî da nîşan ku kurd dikarin bi awakî leşkerî jî Cumhuriyeta xwe biparêzin. Liser vê bûyerê  Qazi Muhammed û Mela Mustafa Barzanî bi hevdu ra çûn cephe û peşmergên qehreman pîroz kirin.

Malûm di wê demê da dewleta empeyalîsta herî xwirt Îngilîztan bû. Îngilîzan îxaneta xwe ya dîrokî careka din tekrar kirin û destegeka mezin dane Îranê. Sovyetê qelaşî kir, liser soza xwe nesekinî. Soza ku gerek çek bidana Kurdistanê pêk nanîn û Cumhuriyet ma bê çek û sîleh.

Mixabin destegîrê Cumhuriyetê tenê Hêza M.Mustafa Barzanî, eşîra Gawrik, eşîra Zerza û 1000 peşmergên Mehabadê mabû. Piştî qelaşiya Rusyayê, eşîrên kurda jî destek nedan Qazî Muhammed. Her çiqas Mela Mustafa Barzanî dixwest şerr bidomîne jî, Qazî Muhammed digot "em bi Îranê nikarin wê Îran qetlîamek mezin liser gele me çêke. Bi vê minasebetê jî, em rêya dîyaloxê bibînin baştir e!"

Birayê Qazî Muhammed Sadr Qadî ku endamê meclisa Îranê bû, di navbera serleşkerê Îranê General Xumayûnî û Qazî Muhammed da dest bi navberçîtiyê kir. Sadr ji general Xumayûnî ra got ku "Kurd bi awakî aştiyane wê Mehabadê teslîmî hikûmeta Îranê bikin, lê bi şertê ku leşkerên Îranê xisarê nedin herêmê."

Genelar Xumayûnî got ku "bi şertê mala Barzaniyan ne li wir bin, em qebûl dikin." Ji boy kontrola herêmê, di bin serleşkeriya Albay Caffarî da eşîrên terefdarê dewleta Îranê ku eşîra Dehborkî, Mameş û Mamgûriyan hatin herêmê, lê Qazî Muhammed di nêzîkî Mehabadê da pêşî lê girt û ji Caffarî ra got: "Em Mehabadê teslîmî eşîran nakin, ancex emê teslîmî arteşa fermî Îranê bikin, lewra van eşîrana wê dest bavêjin namûs û mal û milkê me."

Caffarî teklîfa Qazî Muhammed qebûl kir û eşîra şûnva kişand. Bi vî awahî Qazî Muhammed pêşî li kuştin û malxiraviya kurda girt.

Roja 5 meha 12 ya sala 1946'an da Mela Mustafa Barzanî pirr bi hêrs û xemgînî çû cem Qazî Muhammed. Piştî rêz û silavê wiha got: "Ez ji boy vê biryara we gelek xemgîn û muteessir im. Careka din vê biryara xwe di ber çav da derbas bike û biryara xwe biguhêre. Biryara rast ew e ku em li hember Îranê şerr bikin. Ez dizanim ku tu teslîmî Îranê bibî wê Şah te bidarda bike. Bi gotin û soza şah û Îraniyan bawer neke, sozên wan hemî derew û xapandin e."

Qazî Muhammed pirr xemgîn bû lê êdî tişteka din bikira jî tunebû. Paşê di navbera wî û M.Mustafa da wiha diyaloxek çêbû.
Qazî Muhammed got "belê dizanim wek te ye, tu rast dibêjî, hima êdî pirr dereng e! Sadr ji şah soz stendiye, gerek tu xisarekî nedin me û gelê me, bi van şertan me teslîmkirina Mehabadê qebûl kiriye, em mecbûr in liser soza xwe bimînin. Em di rewşek xirav da derbas dibin, kes li dora me tune, eşîr tev me hareket nakin."

Mela Mustafa got" tu tenê nînî, bi me ra were. Eşîra Barzaniyan heye yek dilopek xwîna me hebe em te diparêzin. Canê me fedayê te ye."

Lê Qazî Muhammed qebûl nekir. Qazî ji Mela Mustafara got soz bide min ku tu yê ji boy Kurdistanek Serbixwe têkoşîn bikî. Çend nîşan û Qurana Pîroz û Ala Mehabadê (Ala rengîn) teslîmî Mela Mustafa Barzanî kir û got "vana emanê te ne, li wan bibe xwedî û heqê emanetan jî bidê."

Dûvra di şûna çekên Barzaniyan yên kevn da çekên nû dane wan bihev guhertin û Qazî Muhammed, Mela Mustafa bi tev peşmergên wî va ji bajarê Mehabadê birêkir.

Hêzên şah roja 16 meha 12 sala 1946'an da Tebrîza paytexta Azerbeycanê girtin. Piştî ku emîn bûn ku Barzaniyan ne li Mehabadê ne, bê berxwedan bi pozek bilind roja 17.12.1946 ketin Mehabadê. Bi vî awahî xewneka kurt û şerîn qediya û dawî li Komara Mehabadê hat û va bû 72 (2018) sal dîsa em ketin xewn û xeyala dewletek serbixwe!

Şahê Îranê li soza xwe xwedî derneket. Qazî Muhammed, wezîrê parastinê Seyfî Qadî û birayê Qazî Muhammed Sadrî Qadî roja 31 Meha Adara 1947'an li meydana Çarçira ku li wir Komar hatibû îlan kirin, di sêdarê da hatin daliqandin!

Qazî Muhammed wesiyet kir ku "tu demî kurd bi dijminê xwe bawer nebin, bext û soz ji boy dijminê Kurdistanê tune. Ger Îran hingiv îkramê we ke, hun bizanibin ku di nav da jarî heye"!    

Dibe ku Qazî Muhammed bi fizîkî ji nava me qetiya be, lê bi bîr û baweriya xwe, bi nesîhet û şîretên xwe, bi canfedaiya xwe ya boy gelê Kurd di dilê her kurdekî da dijî.

Ey şehîdê mezin! Şîretên te di guhê nebîyên te da ne! Em di rêya te da ne. Ew wesiyeta te ya Kurdistanek serbixwe daxwaza hemî nebiyê te ne! Rêya te ji me ra ronahî ye!

Em vê sozê didin te heya wesiyeta te ya avakirina Kurdistanek Serbixwe were cîh emê di şopa te da têkoşînê bidomînin!
Bila dilê te rehet be!
Mekanê te behîşt be
Xweda yê Teala rehma xwe li te bike!

Qehra xwe li qatilên te û dijminên kurd û kurdistanê bike
Amîn

Bijî Kurd bijî Kurdistan!

2018.03.31
M.Nureddin Yekta

 

Bizvirin rûpela nivîsan!