Rêbaza
Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan ( HAK )
Bend-1: HAK: Hêza (Hereketa)
Azadiya
Kurdistan; Cemaetek Îslamiya di 21.03.2014 (21 Adar 2014)
da hatiye sazkirin û bi gelemperî ji bo hemî Alema Îslamê,
bi taybetî ji bo bidestxistina mafên rewacdar (mesrû'), yên
gelên mezlûmên li Turkiyê dijîn, xebatê dike. Hareketa me;
rêxistinek nûya serbixwe ye û di bin bandûra tu dewletekî û
tu quwwetekî din da nîne, herwekî çawa ku bask û dewama
rêxistinekî dinê jî nîne. Quwweta xwe, her ji Xwedê û ji
bawermendên bi îxlas digire.
Bend-2: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; her çiqas rêxistinekî
siyasi be jî, hemî şiklên cihadê ji xwe re hîmê bingehî
qebûl dike û ger dem were (cîh û dem reva bin) soza têkoşîna
bi her awahî dide gelê xwe.
Bend-3: Armanca HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; erka benîtiya
(wezîfa ebdtiya) xwe, ji Xwedê ra pêk bîne û hezkirina wî
bistîne. Hedefa Partiyê; Kurdistan'a Bakur ( perçê di
Tirkiyê da) bigihîne federaliyê û Kurdistanê ji hemî
sistemên taxûtî (kufrî) paqij bike. Li pey federaliyê ra,
biryar mafê gelê me ye û baweriya Hareketa me ev e ku, rêya
"Serbixwetiyê" di federaliyê da derbas dibe.
Bend-4: Dem dema rakirina sînoran (tixûban) ji navbera
dewleta ye, Baweriya Hareketa me ev e ku; gerek muslimanên
her dewletî kargerandina (îdara) dewleta xwe bixin destên
xwe û sînorên ku di nevbera muslimanan da hatiya danîn,
rakin. Yekîtiya dewletên Îslamî, her bi dilxwaziya gelên
û dewletên musliman çêdibe.
Bend-5: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; çi fikr û ramanên ku
ziddê "Nass" (Kîtap û Sunnet) ê bin, redda wan hemiyan dike
û daxwazî dike ku hemî mezheb, firqe, cemaet û rêxistinên
muslimanan, di bin rêya Qur'an û Sunnetê da yekîtiya xwe
çêbikin, noxtên ku li ser nabin yek terka wan bikin, di
noxtên ku li ser dibin yek da jî, bi hev re bixevitin, an jî
alîkariya hev bikin û xîretkar bin li ser yekîtiya fikir û
ramanan.
Her wiha Hareketa me; di hemî pirsgirêkên (meselên) ciyawazî
(mixtelif) yên ku di navbera me û rêxistinên Îslamî yên din
da çêbin, Qur'an'a Pîroz Hakem (kizîr) qebûl dike û hemî
pirsgirêkan hewalê Xwedê û Resûlê Wî dike.
Bend-6: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; ji boy şiklê kargeriya
Dewleta Kurdistanê, Dewra Seadetê ji xwe re mînak hiltîne.
Hareketa me bawere ku; di nerîtandina kargeriyên şûn ve de,
zor û zilm û seltenet û zordestî heye.
Bend-7: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; hebûna gelan (nijad)
yek ji Ayetên Xwedê qebûl dike û bi her awahî nijadperestiyê
red dike, wekheviyê di jiyana hemî gelan da pêwîst dibîne û
bawere ku hemî gelên cîhanê di mafên dunyewî da wek hev in.
Çewa mafê gelên cîhanê ye ku di kargeriyê da serbixwe bin,
wisan jî mafê gelê kurd heye ku bi xwe kargeriya xwe bike û
kultur, urf û adetên xwe muhafeze bike, biparêze.
Bend-8: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; Daxwazî dike ku
pirsgirêkên di Tirkiyê de, bi taybeti zilma li ser
Muslimanan û pirsgirêka Kurd, bi rêya Îslamî bên
çareserkirin. Cemaet û rêxistinên Îslamî yên di Tirkiyê da,
heya îro ji bo pirsgirêka kurd bê deng man, bi vî miasebetê
jî, rêxistinên ne Îslamî li doza kurd xweyî derketin û bûn
parêzgerên gelê kurd. HAK: daxwazî
dike ku, musilman dest bavêjin pirsgirêka kurd û di vî warî
da ji hev re alîkariyê bikin.
Bend-9: Her çiqas sînorên di navbera dewletên Îslamî da bi
riza muslimanan nahatibin danîn jî, di şertên cîhanê yên
îroyîn da, HAK fêde dibîne ku, her
cemaet û rêxistinên Îslamî di herêma xwe da têkoşîna xwe
bikin. Lê pewîste ku di hemî mijaran (ta'lîma leşkeri,
teknik, lojistik) da ji hev re bibin destek û di baweriya me
da ev tişteki zarûrî ye.
Bend-10: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; bawere ku, hemî xêrên
ser erd û bin erdê ji bo hemî muslimana ye (hemi musliman
hevpar in). Bi vê minasebetê, em terefdar in ku ev xêrên
hanê ji pawana şêx, patron û axa bên derxistin û pêşkêşî
xizmeta hemî ommetê bibe.
Bend-11: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; daxwazî dike ku, bi
hemî dewletên cîran ra bendê dostaniyê qewî bike, muddê ku
ev dewletana ji Kurdan ra, ji HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya
Kurdistan û muslimanan ra
dijminiyê nekin.
Bend-12: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; diyalog çêkirin û
alikariya bi rêxistinên ne Îslamî ra mumkin dibîne, muddê ku
ev rêxistinan, nakokîtî û dijîtî bi Îslamê ra, dijminîtîyê
bi gelên mezlûm û mustez'af ra nekin.
Bend-13: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; parçekî ji Hareketa
Îslamiya Gelemperî ye, lê herêma Kurdistan'a Bakur (Bakurê
Kurdistanê) ji xwe re
meydana têkoşînê qebûl dike. Herçî rêxistin û cemaetên
Îslamî yên din, ji herêmên Tirkiyê (wek lazistan,
türkistan), ku ji bo "Îlayî Kelîketullah" têkoşîn dikin
hebin,
alîkariya bi her awahî bi wan re tiştekî zerûrî dibîne.
Bend-14: Erdên ku îro kurd li ser dijîn hemî Kurdistan e, lê
ew herêmên ku cîranên (tirk, ereb, ecem) kurdan bi destê zorê ji wan sitendiye
û ji ereb, tirk û farsa ra kirine şûnwar jî, ji erdnigariya
(cografya) Kurdistanê ne.
Bend-15: Di Kurdistanê de zimanê fermî (bi hemû zaravên xwe)
zimanê kurdî ye. Ji bo yekîtiya di zimanê kurdî divê ku
xebat were kirin û zimanê me ji bêjeyên bîyanî were safî
kirin. Bi tevî vî, ji kîjan zimanê re hewceyî hebe, divê ew
jî di dibistanan da were xwendin. (wekî erebî, îngilîzî). Lê
divê xwendin û perwerdekirina bi zimanê kêmnetewan, yên ku
di Kurdistanê de dijîn (wek Siryanî, Ereb, Asûrî, Tirk uwd.)
serbest be, heta ev ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve were
destek kirin û îmkan bên peyda kirin..
Bend-16: Di Îslamê de Edalet bingeh e. Ji bo vê bexşîniya tu
kes, sazî an jî rêxistinekî tuneye. Pêwist e herkes encamê
karên xwe (ceza an jî xelat) bibîne.
Bend-17: Di Kurdistanê de bingehê şiklê kargerîyê (idare)
Qur´an û Sunnet e. Lê mirov nikare bifikire ku dewletê bi
ictihadên sedsalên berê idare bike. Wek ku mirov dikare ji
bo refaha gel, ji ramanên muctehîdên cûrbecûr (hemî
muctehidan) îstifadê bike, her wiha ku hewceyî hebe, mirov
dikare li ser hinek mijaran, ji alimên ku di merteba
muctehîdan de ne, şûrakî tovbike û ji fikr û ramanên wan
îstifadê bike. Wek ku tê zanîn deriyê îctihadê vekirî ye.
Bend-18: Mirovên ku di Kurdistanê de dijîn û xwediyê bawerî
û mezhebên cûrbecûr in, dikarin bi gorê baweriyên xwe bijîn,
tore û adetên xwe bikar bînin û dikarin bi gorê bawerîyên
xwe îbadetên xwe bikin. Di mijara bawerîyê de, li tu kesî
zulim ney kirin û kes nikare kesî ji bil baweriyan wî sûçdar
bike. Lewra di Dîn û baweriyê de zordarî tuneye.
Bend-19: Di islamê de azadî esas e. Divê ku hemî rê yên dibin
sedemê koletiya mirovên ku ji dayîka xwe azad hatine dunyayê
werin girtin. Ji bo vê jî, mafê herkesî heye ku ramanên xwe
bînin ziman. Tu kes nikare ji ber fikr û ramanên xwe were
sucdarkirin. Îslam xwediyê quwwetekî ye û dikare xwe ji hemî
texrîbatan biparêze. Mirovên ku xweyî fikr û ramanên wekhev
in, dikarin werin cem hev û partî, komel, sendîqa uwd.
sazbikin.
Bend-20: Civakên zexm ji malbatên salih peyda dibin. Ji boy
vê jî, divê rêya zewacê were hêsankirin û ger hewceyî hebe
gerek mesref ji alîyê dewletê va were dayîn. Divê ji
hatinîyên hukumeta Kurdistanê û ji zikat û bêşdanînên ku ji
dewlemendan tên standin mehane (maeş) ji boy malbatên feqîr,
bî, îxtîyar û yetîman re were girêdan, nefeqa wan were
dayîn.
Bend-21: HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan; Wan hemî bendên ku li
jor hatine nivîsandin, wek peymanekî di nava xwe û gelê
Kurdistanê de qebul dike. Her wiha, ger îddia bi nerastiya
(muxalefeta bi Nassê) Rêznama Hareketa Azadiya Kurdistan bi
Qur'an û bi Sunnet bê tesbît kirin, Hareketa Azadiya
Kurdistan
sozdayîna guhertina wan benda dike.
HAK: Hêza (Hereketa) Azadiya Kurdistan
21.03.2014
|