Wek
dibên di her karek de xêrek heye, me jî bi wê hêviyê liser KurdistanTv’yê
rexnek anî ziman. Di roja 17.01.2005 de li Almanya li bajarê Bedburg-Hau 7
saliya KurdistanTv û vekirina stodyoyekî boy tv’yê şevek
hebû. Me hinek kêmasiyên ku ne layiqê Partiya Demokrata Kurdistan û
televizyona wan bû dîtin û xwestin ku em bînin ziman, her wiha çawa ku
gellek beşdar
û temaşevanan
jî dîtin û dîtibûn û carnan bixwe bixwe danîn ziman.
Roja 16ê mehê seydakî heval telefonê min kir û pirsî, ka ezê jî biçim
şeva
tv an ne!.. Min got ku min hêj biryarek nedaye. Wî got ku karkerên Tvyê
xwestine ku ew jî liser navê wan bibe wasite boy çûyîna min ya
şevê.
Wê şevê
di Koçka Evîna Welat’ta ku jora gelek rewşenbîr,
siyasetmedar, nivîskar, hozan uwd. ne jî, ev mijar hate axaftin. Hozan
Brader jî ev pirs ji min kir û xwest ku ez jî biçim
şevê
û wiha got: “ka tu jî were, dibe ku piştî
şevê
em bi malbatî bi alî we ve werin.” Ez fikirim, him emê gelek dost û
hezkiriyan bibînin û him jî ku ez neçim dibe ku bê gotin “jiber
mêvanan xwedî neke reviya.” Wiha fikirîm û min çûyina xwe mecbûrî dît.Roja 17ê mehê seet 14:30 da ez li wir amade bûm. Karkerê
şevê
liser karê xwe bûn û organizetorê şevê
ji mêvanan bêtir bi karê xwe re mijûl dibûn. Stodyo hêj nahatibû amadekirin û
organizetor ewqas bi mêvanan re meşxûl
nedibûn. Mirov zendikir ku kesên hatibûn ne mêvan bûn û wek rêwiyên
nevexwendi dihatin dîtin. Belku yek caran ji hinekan ra bê dil „hun bixêr
hatin“ dihat gotin û ewqas!..
Di dehliza stodyoyê da min du heb xortên rûken dîtin, hatin cem min û me
lihev pirsî. Dîtin ku ez bi mehcûbî li wan dinhêrim, bi kêfxweşê
gotin „me hevdu li Peyama kurd dîbû.“ Min got „jibîrkirina min bidin xatirê
kaliya min” û em bihev re kenîn.
Seet di 13:30 de berpirsiyaran gotin ka emê biçin restaurantê, li wir
xwarinê bixun û seet 18:00 de wê programa zindî dest pê bike. Pewîst bû ku
em di 18:00 dîsa li stodyoyê bûna. Derdorê 4 km em bi ereba çûn restaurantê
û wek adet e ku herkes bi nasên xwe re rotinên em jî çend nas li ser masekê
rûniştin. Li ser masa me, Hozan Brader, xanima wi, Dilbirîn, Mela Ahmed,
Hozan Fatê, Hozan Canê û xanimek nasê Dilbirîn rûniştîbûn.
Dema garson hat ser masa me û ji me re hinek vexwarin anî, min dît ku li ser
karta ber me hejmara “1” nivîsî.
Piştî mereq û
pirsa min got “her mêvanek dikare du cara vexwe.”
Brader
fîncana xwe û xanima xwe işaret
kir û got “ta du heba helal be, hêj mafê me yek jî heye” û em keniyan. Bi vê
ra esprîkî din jî kir.
Got heqê min yeka din jî heye tu çi dibêjî?
Min got ji van hersiyan yekê biecibîne way du melaye bê îman jî hazir in ezê mara we bibirim.
Mela Ehmed pirsî tu çi dibêy behsa kê dikî?
Min got dev jê berde axavtinek min û Brader taybetî ye!..
Ez keniyam min
got; ”ku mafê vexwarinê bi du îskana hatibe tayînkirin, dê miheqeq xwarin jî
wê bi kevçiyan were kifşekirin.
Piştî
quşxanên
xwarinê danîn ser masên aşxanê,
Birêz Osman Guden derket pêş
û destê xwe lihev xist û bi dengekî bilind got: “Jiber bilindiya dengê me
bibuhurin lê me 80 kes dawet kiribû û bi angorê wê jî me xwarin amade
kiriye, lê mixabin way vexwendiyên me hemî hatine û herkesî jî bixwe re çend
heb anîne. Em jî mane şaş
û em nizanin ka emê dê çi bikin? Dibe ku em di xwarinê de idare bikin lê
bila ji 60 kesên vexwendi bêtir kes ney salona stodyoyê.”
Me herkesî li
çavên hevdu mêzekir û me nizanî em çi bêjin! Wek hat fêmkirin yani; bila nan
jî hindik bixûn (an nexun) û nanê 60 kesê têra wî 200 kesên hatiye bike!..
Hevalki henek kir û got; “bila Brader xanima xwe şûnve bişîne, ku mafê
Hozanek tunebe xanima xwe jî bixwe re bîne emê çi bikin!” Me xemginiya
hundurê xwe û şaşmayîna ruyê xwe jibîr kir û em bi xemgînî keniyan.
Her cara ku Osman û Xelîl bi kevçiyê xwe derdiketin pêşiya beşdaran, dida
zanîn ku vana di organizekirine da gelek nû ne. Ew dest lihev xistina Osman
xwêdana pez li welat dihanî bîra min, wek kerî hatibû xwê û xwediyan pezê
xwe ji kerî diqetand, an jî wek pez ji avê danîn û dikirin gomê!
Xwendevan
bila qisûrê nenhêrin lê bawer bin ne mînakek xerîb e. Her carê ku digotin
“beşdarên hêja pirrên we bê vexwendin hatine, ne xwarin û ne jî ciyê me têr
dike” rêya derî dida ber mêvana. Di qenaeta min de ev gotinana ji yên ne
vexwendi zêdetir li vexwendiya heqaret bû. Wan fêm nedikir kû kesên hatibûn
wir 200-500 km.yî ji boy xwarinekî nahatibûn. Her çiqas kesên ne vexwendî
hebûn jî lê ewana an bi rica vexwendiya an jî ji malbatên vexwendiyan bû.
Ger hinek bi serê xwe hatibûn jî dibe ku ji malbatên nasên organizetoran
bûn. Bi her awahî gerek muamelek baş bidîna, lê mixabin bi ziddê wê bû.
Dema em rabûn xwarinê bigrin, me dît ku çend kamera berê xwe dane me. Rastî
me nizanî ku nanxwarina me jî wê bidin programa zîndî. Lê kifşebû ku
organizetora dixwestin mesrefa xwarinê bînin bîra yên jor! Kê zanibû ku bi
dehan roja ev mesela nanxwarinê bibe sedemê mijara esprî û axaftina me
hevalan!.. Roja din gelek nas û dosta bi telefonê û hinekan jî di internetê
de digotin; “belê seyda wele me te dît û rewşa te gelek baş bû!”
- Li ku gelo?
- Li Kurdistan tv
- We çawa dît?
- Dema we nan dixwar?
- Dema hun rabûn xwarinê bigrin!..
- Dema li ser masê hun dikeniyan!..
- Lê wek din?…
- Wek din na:))
Bi rastî em gelek keniyan û çi dema tê bîra min
her tim dikenim:))
Piştî nanxwarinê me 3 hevalan bi navê oldaran gazî Xelîl Sincarî kir û
got: „Em ji cîh kî dûr hatîn, way me we dît, em we pîroz dikin û destûra me
bidin emê biçin, way cîh biçûk e, bila hinek kesên din di şûna me de rûnên.“
Xelîl wek gellek kêfxweş bû lê hêj bersivek nedabû, xanima wî Emîne hat û
got „Nexêr hun naçin, hun mêvanên me yên taybetî ne û em dixwazin hun
bimînin, emê bi we re roportajekî bikin“
Dema em çûn stodyoyê me dît ku hemî li ber derî sekinîne û hêj derî
venekirine, kifşebû li hêviya hinekan sekinîbûn ku dixwazin pêşî wan bikin hundir, lê dema derî vebû herkesî hicûmê salonê kir û hindik mabû ku hinek di nav derî de bifetisin!. Min koşê rastê ji parayê stadyoyê pêşniyar kir boy hevalan û em runiştin. Me dît
dîsa Osman derket pêşiya beşdara û destê xwe lihev xist bi çend cara û got;
„ji kerema xwe re bêtirê vexwendiya bila kes rûnenên, ne vexwendî jî hatine,
bila kes me mecburê xwendina lîsta navan neke, em ji kê/kî re bêjin bila
rabin biçin, ewana xwe nasdikin, ji kerema xwe re bila terka salonê bikin“
Vê gotina xwe çend caran tekrar kir.
Her carê ku ewana derdiketin hember beşdaran dibû sedemê xemgînîkî li her
kesî û herkesi şermdikir. Vê dida zanîn ku van kesana ji organizekirinê ra
gelek zeif in, jiber ku nikarîbûn tevliheviya organizasyonê zelal bikin.
Mirov ji organiza Tv’yek netewi zêdetir xwe di şevek komela mehelli de
didît!
Bi rastî em gelek aciz bûn. Mela Bedreddin pêşniyar kir kû em hima derkevin,
lê min got em hinek bisekinin, derketina li ser gotina Osman û Xelîl ku ija
di programa zindî da jî bê dîtin, ewqas nidehat hesabê min. Piştî seetekê em
hersê heval bi bêdengî rabûn, bê xatir xwestin derketin derva û birêketin.
Piştî ez û Mela Bedreddîn em hatin Kölnê Restauranta wî, gazî aşpêjê xwe
kir; „em birçîne, ji me re xwarinek baş bipêje.“ Ez keniyam „lo mal ava ma
ne eyb e em carek din xwarina êvarê bixun, belku çend milyona bi çavên xwe
dîtin ku me xwarin dixwar“
Niha dixwazim li ser çend kêmasiya rawestim.
1- Vana 80 kes dawet kiribûn lê zenkiribûn ku wê 60 kes werin, ji boy wê
jî xwarin û ciyê 60 kesî amade kiribûn, fêm nekiribûn ku belku ji vexwendiya
zêdetir werin û mêvanê xwe birçî nehêlin.
2- Ev stodyoya berê mala ezdiyan bûye, bi bazarek Xelîl û Osman firotibûn
Kurdistan Tv’yê. Piştî tevgera wan herdu şexsan hinek mêvana dest bi
paşgotiniyê kirin.
Partîkî bikaribe bi çend sed hezar Euro stodyokî bistine, gelo nikare xwarin
bide 300 kesan?
Gelô çima li cîhkî wiha dûr hat sitendin, çima li cihkî wek Köln uwd,
nestendin?
Gelo çima ezdî ji mala xwe derbas bûn û firotin, pewîstî bi komelekê nema?
An bazarek taybetî bû di navbera herdu şexsan da? Uwd. gelek tişt.. Lê ez
naxwazim li ser vê bisekinim..
3- Wan dikaribû di vexwendinan de bida kifşe kirin ku „ciyê me biçûk e û
xwarina me kêm e, bila ji kerema xwe ra kesên ne dawetkiri neynê, an jî kesî
bixwe re neynin!
4- Tevgera organizetora gelek dûrî urf û adetên kurda bû. Ji hinek kes û
malbatên taybetî bêtir destê kesî nedigirtin, xêrhatina wan nedikirin, belku
mêvan diçûn cem wan destê wan digirtin.
5- Dihat zanîn ku ji bilî kesên ji wan re xweş dikrin û durûtî dikirin kesên
din ewqas wan eleqedar nedikir. Wek min fêmkir gerek mirov endamê partiya
wan ba, an jî wek xulam ba ji wan ra, xwe nêzîkî wan bikira. An nêzîkbûna wan
û axaftina di Tv’de ne mimkin bû!
Kesên wiha tevdigeriyan jî gelek pozê wan bilind bû!.. Xwe xwediyê
Kurdistanê û berpirsiyarê pirsa kurd didîtin!..
6- Bi taybetî karkerên şevên yên ciwan ji derdorê hinek hozanan dûrnediketin
û bi dehan cara poz didan, wêne dikişandin. Min ji stsodyoya tv’yê zêdetir
xwe li salonek firma reklama hiskir.
7- Behsa xwarin û cîh pirr caran hat tekrarkirin, ev jî dibû sedemê
dilşikestina beşdaran, ma gelo carek ne bes bû? Mana carê carek xwarina me
hindike çiye? Yanî rabin biçin mala xwe, bila kes nan nexwe. Halhale kesên
hatibûn (ji bilî duruyên wan) sirf ji boy xatirê Kurdistan Tv hatibûn û
dikaribûn ji kîsê xwe jî xwarina xwe bixwarana û ewqas dilê wan neşikesta.
Organizetora dikaribû bigotina “ku herkes bila perê xwarina xwe bide û wan
wek recûxwaza itham nekirina”
8- Di vexendina siyasetmedaran û çapemeniyê da ji yekalî tevgeriyabûn. Bi
navê rêxistinî ji bilî PDK-Bakur bêtir kes dawet nekiribûn. Hinek kesên ku
eleqa wan bi siyasetê tunebû li wir bûn û wek siyasetmedara diaxivîn. Wek
misal ji PADEK û Rizgarî kes nahatibû dawetkirin. Her wiha ji çapemeniya
kurdan jî kes tunebû, gelek xwedî malperên kurdî ku rojnemavan in û xwedî
proje ne li wir tunebûn!..
Mirov dikare mînaka zêdeke lê ez bawerim evana tênê jî bes in ji boy
karkerên tv.yê û organizetor hişê xwe bidin serê xwe û berpirsiyar jî li
meselê binhêrin.
Ez dixwazim carek din dubare bikim ku; ev şeva ne wek şevek televizyona
netewî bû, belku wek şevek taybetî di nava karkerên televizyonê û malbat û
dostên wan yên taybetî bû. Şevên wiha dûrên ji urf û adetên kurda, dibin
sedemê kêmasiyan ji boy partiki dîrokî (KDP) ku mora xwe li dîroka
Kurdistanê xistiye. Ev jî me welatparêzan gellek xemgîn dike.
Armanca min ji vê nivîsê “ne rexne kirina hinekan e û ne jî dijitiya
partiyeka kurda ye, lê ji boy kêmasiyên wiha dubare nebin, pewist e ku hinek
berpirsiyar pê bihesin û carek din organizeka baştir pêk bê.”
Wek din tu
armancek min ya xirav tune ye.
Bi silav û rêzên min ji xwendevanan re.
01.02.2005
M.Nuredin Yekta
|