Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Şeyx Mehmed Emînê Şeyx Abdulletîf
Şeyx Mehmet Emîn sala 1932'an de li Bajarê Muşê li Nehya Zîyaretê li Gundê Xaziyan ji dayika xwe bûye.
Di zaroktiya xwe de bi bavê xwe ra li Hazro li sirgûnê bû. Dema serhildana Şeyx Seîd da Bavê wî Şeyx Ebdulletif jî, ji mucahîdên serhildanê bû. Piştî girtina Şeyx Seîd ew jî piştî salekî firariya xwe hatibû girtin. Piştî qanûna "urfî îdare" ku ji Kurdistanê rakirin Şeyx Ebdulletîf jî wek hinekên din ketin ber qanûna nexwe efwê û hat berdan, lê demeke dirêj li Hezroyê li sirgûnê ma.
Şeyx Mehmet Emîn ji zaroktiya xwe da dest bi xwendinê kir, Mamostayê yekem bavê wî yê rehmetî bû. Piştî ku ji Hezroyê vegeriyan demek şûnve li Mêxdiyê xwe bicîh kirin. Şeyx Ebdulletîf her wiha xelîfê terîqetê bû, gelek mirîdên wî hebûn.

Şeyx Mehmed Emîn ji medresên Kurdistanê mezûn bûbû her wiha di ilmê siyasetê de jî gellek zanabû. .

Bi vê minasebetê gellek mela û şeyxan jê xû dikirin, heta hinek melayên derdora lê rexne dikirin, digotin çima Şeyx dihêle xelk destên wî ramîse û jê re xizmetê bike. Lê ew bi gor wê demê û bi gor realîta gel tevdigeriya, ewqas guh nedida rexnan, wî dizanibû ku ev rexnana demdemî ne, roj hebe wê herkesê wi baştir nasbike.

Şeyx bi xwe demek şûnve çû gundê Şikeftiya û li wir disekini, medresa wî hebû, dema min dest avêt xwendina medresê li gelek ciyan di medresan de behsa zanîna wî dihat kirin. Dema ez hêj feqî bûm, têkiliyê me hindik bû. Lê dema min xwendina xwe qedand û ez çûm Vartoyê di merkezê de bûm mela, têkiliyên me xwirttir bû, lewra ew carnan dihat Vartoyê û me suhbet dikir. Şeyx gelek henekvan bû, lê di civaka melan de, henekên wisan antika dikir ku mirov şaş dima!.. Min di 2-3 pêkeniyan de behsa wî kiriye. Kesên ku berê paşgotiniyan li wî dikirin piştî xwirtbûna doza netewî îja ji Şeyx Mehmed Emîn şerm dikirin, lewra Şeyx bi rastî jî mirovek gelek netewperwer bû.

Di sala 1993'an de cara yekem bû ku dewletê ez kiribûm binçav. 22 Sibatê heta 5 Adarê di nezaretê de mabûm. Piştî ku derketim, boy meselekê ez çûm Muşê.  Boy meselê ez çûm Çiyayê Sipî, wê demê Şemo (Şemdîn Sakik) li Beqaayê bû, di şûna wî de Çekdar hatibû wezîfe dayîn. Gruba Şemo derbarê kuştina mirovek qenc da biryar dabû. Ez çûm û min bi Çeko ra ev mesele xeberda. Piştî mesela me, Çeko hinek behsa Şeyx kir, herkesi ew nasdikirin û kî bihata girtin dê miheqeq behsa Şeyx jî derbas biba. Min texmîn kir ku di demek nêzîk de wê serê Şeyx bixun!..

Piştî ez zivirîm Mûşê, li qerajê em rastî hevdu hatin. Sitûyê min himbêz kir û got "ez te pîroz dikim, min nikarî xwe bigihînim te, lê min di şûna te de çavên birayê te Hecî kamil ramîsa."

Min wê demê jê ra got "Seyda rewşa te baş naxuyê, tu bi ya min dikî ji welat derkeve, lê wî got "ez nikarim terka welatê xwe bikim, ez bimirim jî ezê li vira bimirim." Dûvre got "ka bikeve millê minê rastê, em hinek bigerin," ez keniyam min got "Seyda ez deh roj berê ji nezaretê derketim, birayên min newêrin bi min re bigerin, ev boy te baş nabe." Lê wî guh nedayê, destê xwe avêt millê min, em hêj çend gav neçûbûn Ademê Muxtarê Kurdmeydanê jî rastî me hat, Şeyx got "Adem ka were tu jî bikeve millê minê çepê." Em bi qasî saetekê geriyan û me xatir ji hev xwest.

Girtina Şeyx
Wek xwendevan jî dizanin ku "girtin û kuştina mirovên naskirî ji boy hêza karkiran avantajekî mezin bû, boy vê jî kîjan mîlîtan bihata girtin navê mirovan dida emniyeta dewletê. Her wiha kî li herêma Mûşê hatibû girtin navê Şeyx Mehmed Emîn dabû. Her wiha gelek xayînên herêmê jî şikayeta wî kiribûn. Rojekê bi nimêja sibê re leşkerên dewletê bi helîkoptera davên ser gund. Bi heqaret û çêr û pêçariyan Şeyx digrin dibin. Gelek kesên naskirî û politiker ketin dewrê lê dewletê ew berneda. Di hundir de gelek lê şikence kiribûn. Ji hevalên wî yên nezaretê yekî ku rojekê bi Şeyx ra di bin çav da derbas kiribû wiha şirove dikir.

"Em bi qasi 200 kesî li derê alaya Mûşê civandibûn, dûv ra me kirin 3 parçe. Hinek ji me serbest berdan, lê yên ku girtin jî kirin 2 par, hinek birin qata jorê bînayê, beşek din jî birin nezareta bin erdê.
Dema ez ketim hundur min dît ku lembe pênakevin, çend reşayî dixuyan, min got ew kîne, Şeyx dengê min nas kir, got:
"Wey te jî anîn vira?" 
Min got qurban
çima vira tehluke ye?
Got belê ev cîh, ciyê kesên werin kuştinê.
Min got Şeyxê min de ku we teva kuştin bila min jî bikujin ma xwîna min ji ya we sortire!.
Gelek li Şeyx şikence kiribûn, laşê wî hemî reş kiribûn, diranên wî hemî şikandibûn, Şeyx ewan diranên xwe kiribû nava desmala xwe û di cêba wî de bû. Got "lawo ger me ne kujin ezê van xaziyana heta mirinê li cem xwe hilînim." Paşê em çend heb ji wir derxistin, Şeyx bi tev 5 kesan va ma, çend roj şûnve cenazê Şeyx bi tev wan 5 kesan va, li Qijiltaxê ser rêya Mûşê nêzîkî çemê Mûradê hat dîtin."

Şeyx li ku hat kuştin kes nizane lê mirov texmîn dike ku di nezaretê de kuştin, dûv ra cenazên wan liber Qijiltaxê avêtin ber rê.
Roja 06.11.1993 sibê kesên ku ji aliyê me (Nehya Ziyaretê) û Siqawiyê çûn Mûşê rastî cenazan hatin. Cenazê Adem birin gundê wî, her wiha yên din jî, cenazê Şeyx anîn Xaziyan li wir defin kirin.
Hezar rehmet li gorra wî be!..

Şexsiyeta Şeyx
Mirovek alim, zana û pirr maqûl bû, ji malbatek mezin bû, xwediyê bîr û baweriyek xwirt bû, ji baweriya xwe tewîz nedida. Guh nedida paşgotiniyan û pirr henekvan bû. Mirovek gelek xanedan bû, mirov biba mêvanê wî ji xizmeta wî şerm dikir.


Bîranînek wî
Min 2 heb bîranînên wi di beşa pêkeniyan de nivîsiye. Lê ez dixwazim yeka din jî binvîsînim.
Rojekê Şeyx Mehmed Emîn tev çend hevalan ve diçin Enqerê. Şeyx dibê ka em biçin ser tirba Ata. Dema diçin nêzîkî tirbê leşker tên pêşiyê dibên “qedexe ye hun nikarin bên.” Şeyx dibê em birrek ji Melayên Serhedê ne û em hemî jî memûrê Diyanetê ne, ta em tirba ata ziyaret nekin û jê re hinek dua nekin em ji vir naçin, ger destûr pewîst be fermo ji qumanderên xwe destûrê bistînin.
Leşker diçe bal qumandar û dizvire, dibê fermo ka biçin ser tirbê. Şeyx tev leşker û hevalan ve diçin ser tirbê, Şeyx dibê ezê duakî bikim hun mela û leşker û polês jî amîn bêjin, tev amîn dibên.
Şeyx wiha dua dike.

"Sed hezar lanet bibarin wekî baranek zelal
...
(Naxwazim vî duayê hemî di vir da binvîsînim)


Piştî duayê Şeyx destên xwe du rûyên xwe didin û pişta xwe didin tirbê dizvirin.

28.01.2007
M.Nureddin Yekta

 

 

Bizvirin rûpela nivîsan!