Wextek di Kurdistanê de rola şêyxa pirr zêde bû.
Li her herêmekî şeyxek û her şeyx wek Napolyon an jî wek Hitler bi hikim bû.
Îdara millet di dest wan de bû. Mela û mixtarê gunda,
wan tayîn dikir. Melayên ku şeyx li pişta wan ba, tu wext pişta wan nedihat
erdê. Şeyx ji kê re bigota mela ye, ew mela bû, ji kê re bigota cahil e, ew
cahil bû, qiymeta xwendin, îcaze û muderistiyê bi dest şeyxan dihat kifşe
kirin. Boy vê jî mirov dikare bêje ku melayên gunda ji sedî 90 mirîdê şeyxan
bûn. Ya herî girîng, şeyx çi bigota mela erê dikirin. Meaş tunebû, hatiniyê
mela ji gundiyan bû. Zekat, sedeqe û wek wan, lê ew jî bi dest şeyxan bû, çi
dema zekat û sedeqe jiber şeyxan bima digihîşt mela, an jî şeyx bigota
zekata xwe hinek bidin mela, mela eydî dikirin.
Gundiyên herêmê tev mirîdê mala şeyx bûn,
ji mirîdê sosyalistan dijwartir bûn. Jixwe ku mela wek şeyx negotana, an wek
şeyx zikir nekirina (bi angorê Îslamê rast an şaş) ew mela cî û star lê
nedima. Ku şeyx bigota vî melayê bavêjin, welat li mela diherimî.
Niha hinek
dibêjin ku mela jî wek şeyxan di Kurdistanê de desthilatdar bûn, wana derewa
dikin, armanca wan dijîtiya ola îslamê ye. Herkesek dizane ku mela wek
êsîran bûn di dest axa û şeyxan de.
Mirîd an jî sofiyên mala şeyx wek milîtanên hinek partiyan pirr tûj bûn, kî
bikujtina wê bi kujtina bes destûra şeyx heba bes bû. Şeyx çi bigotina rast
bû, melakî an jî yekî erê nekira dibû sedemê dijminiya wî, ji civakê dihat
cudakirin, navê xirav lê dibûn, êdî mabû şeyx û însafa wî, çi nav lê bikira ew
nava maqûl bû. Navên ku bi taybetî li melayên rastgo û welatparêz dikirin «
wehabîtî, koministî, fasiq » û wek wan çend navên din bû. Her wiha quwetê şeyxan li cem
dewletê jî hebû. Melayê ne di gotina wan da, ku memûrê dewletê ba jî, dîsa
dihatin sirgûn kirin. Min bi sedan melayê wisan dîtin.
Têjikê mara bê jar nabin
Çawa rola şeyxan hebû wisan ya malbata wan jî hebû. Kurê şeyx wek şeyx bi
rûmet bû. Her çiqas fasiq ba jî, nimêj nekira, rojî negirta, xumar bilîsta,
araq vexwara dîsa jî bê mesuliyata wan hebû. Xwezî kur tenê ba, heta kera
mala şeyx jî wisa hurr û azad bû. Kera şeyx nedihat girêdan, dilê wî bêdara
kê, loda kê bixwesta, an jî mêrg û zeviya kê bixwesta kerê li wir zikê xwe
têr dikir. Wek mînakek binvîsînim.
Li herêmekî me şeyxek hebû, her wiha kerek wan a serberedayi jî
hebû. Havîn e û dema bêdera ye, kera mala şeyx beredayi digere û rojê bêder
û genimê malbatekî serûbin dike. Lê kî ye ku ji mala şeyx re bêje kera xwe bigrin?
Rojek di nava gundiyan de dibe sedemê nîqeşê.
Ji gundiya yek heye nave wi Sebrî ye. Sebrî dibê
- Bila mala şeyx kera xwe girêde, ku girê nedin û bikeve ser genimê min, ezê
li kera wan xim.
Yekî din dibê; ji te û sed bavê te zêde ye ku tu li kera mala şeyx bixî. Niqaş
dirêj dibe şerr dest pêdike. Yek guhê Sebrî gezdike û hinek ji serê guhê wi
jêdike, ji wê rojê şûnve nave camêr bû Sebriyê kirr ta ku mir;)) Baş ew bû
ku ker çar ling bû û li gundek tenê digeriya, ku ji wan kerên du ling ba,
bawerim wê welat xirav bikira. Çawa ku dûvra kerên du ling welat
wêran kirin.
Şeyxan çi bigotina mirîda tesdîq dikirin. Di her gotinek
şeyx da kerametek hebû. Şeyx bikuxiya mirîda bihev re “Ellahu Ekber” digotin
û selawat danîn. Lê şeyx tirrek jî bikira disa hale mirîda ew bû û bi salan li
ser tirra şeyx şirove dikirin.
Şeyx ciyê bila sedem tirra nake, ev tirra ji cennetê hatiye.
Şeyx tirr kir ku nefsa wî bişkê, ji tewazuya wî bû.
Şeyx tirr kir lê bîhn neda, ew jî ferqa şeyxan û me ye.
Şeyx tirr kir lê ew jî ji kerametan bû.
Şeyx tirr kir ez qurbana tirra şeyx bim..
û her wiha sofiyan ji tirra şeyx ra rê didîtin. Yekî nedigot heyra şeyx jî insan e, dibe ku qûna xwe zeft
nekiribe û yek avêtibe, ewqas. Lê ne heddê bavê kesî bû ku ji tirra şeyx re xirav
bigota.
Xwendevanên hêja, hunê bêjin “heyra dema wan şeyxan çû, ka niha çi eleqe pê
heye?”
Na birano na!..
Dema wan şeyxan çû lê, hinek şeyxên
din derketin. Ew jî niha çi tirrî bikin mirîd di şûna zikir da “her bijî”
dibên. Sirf tişta hatiye guhertin şeyx û zikrê mirîdan e. Şeyxên niha jî ku
bêjin kemalizm mirîd pesnê kemalizmê didin, roja din ku bêje soyalizm mirîd dev
ji kemalizmê berdidin û îja pesnê sosyalizmê didin. Ya girîng şeyxtî û
mirîdî ye, wek din ferq nake. Ez bawer im şeyxên niha tirrê wan zêde deng
didin û mirîd jî dijwartir in.
Dibên mirovek hebûye nexweş ketiye. Dema ketiye ber ruh, dest bi
tirra kiriye. Cîran pê keniyane. Kurek wî devê xwe daye ber guhê bavê xwe û
gotiye:
- Bavô ka hay ji qûna xwe hebe, tuyê bimirî emê di nava cîranê xwe da rezîl
bibin, wê hero ji me re bêjîn „law bavê we di ber ruh de tirra dikir“
Bav dibêje:
- Lawo ez wa dimirim û carek din çav bi we û cîrana nakevim, de ka ezê ji kê şerm
bikim. De welle heta ji min were ezê tirrê xwe bikim û biçim, de gor bavê wa
û cîrana!...
Tê zanîn ku dema şeyx çav bi kesî nekevin zêdetir tirra dikin. Gerek mirov
xwediyê mentiqa xwe be, li pey tirrên şeyxan neçe, Xwedê aqil daye mirov çi
hacet bi şeyx û tirrên wi hene?
Bi silavên biratî
25.04.2005
M.Nureddin
Yekta |