Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Siyaseta Kurda felaketa zimanê wan e!

Her milletek ji xwe re xizmetê dike, nivîskar, seneetkar, siyasetmedar, xwendevan uwd…

Sifetê mirov çi dibe bila bibe, dema mirov xwest ji gelê xwe re xizmetekê bike gerek, mirov realîta wî gelî bide berçavên xwe!
Bi çi?
Bi her awahî! Bi olî, bi ziman, bi dîrok, bi çîrok, bi cilan, bi zewacê uwd. bi sedan tiştên din!

Hunê bêjin gelo em xizmetê nakin, an xizmetkarê vî gelî tunene?
Bele hene, lê şiklê xizmetê şaş e!
Wek nivîskarên kurda bi zimanê gel xizmetê nakin! Kurdên Bakur dibên bila tirk jî meramên me bizanibin, boy vê û him jî bo tirkî hêsan e boy xwendevanan loma em tirkî dinvîsînin.
Nivîskarên Başûr û Başûrê Rojava jî dibên erebî hêsan e û boy ereb jî, ji me fêm bikin, kurdên Rojhilat jî her wiha bo farisî ji xwe re mana dibînin.
Gelo kî wê bo kurdan binvîsine ku kurd jî fêm bikin, kurd jî ji hev fêm bikin? Zimanê me hatiye rewşek wisa ku her zaravek bi sere xwe bûye zimanek serbixwe ku em ji hevdu fêm nakin!

Hinek dibêjin ku cudabûna zarava jî dewlemendî ye. Belê, lê ne ku em di şûna bêjeyên zaravên xwe yên din de, bêjeyên biyaniyan bikar bînin! Weki Bakur di axavtinên xwe de di şûna bêjeyên zaravên din (sorani, zazaki, hawramani) bêjeyên tirki, Başûriyan jî erebî, Rojhilat jî farisî bikar tînin. Bi vî awahî em kurd bi kurdî baş ji hev fêm nakin!..

Bi min di warê asîmîlasyonê de, rêxistin û saziyên kurdan, ji dagirkeran zêdetir xisarê dane ziman û kultura me!
Dikarim bêjim ku va 30 sal e li Bakurê Kurdistanê, hemî rêxistin û parti û saziyen kurda, kurda fêrî zimanê tirkî kirin. Dewleta Tirkiyê 80 salî nikarî kurd fêrî tirkî bikira, lê saziyên me sax bin, wan ev wezîfe bikar anî!
Çima?
Lewra hemî rojname, kovar, sohbet, civîn, niqaş, perwerde bi zimanê tirkî ye. Gelek ecêb e ku, hin kesên me yên ku salên wan li jor in jî, li welat tirkî nizanin, lê dema tên Ewropa fêrî zimanê wê dewletê nabîn fêrî zimanê tirkî dibin. Belku diqeta gelekan nakşîne lê mixabin va rastîyek e!..

Rojname û kovar hene tenê nav kurdî ne, lê di wê kovarê de hun yek hevokek kurdî nabînin!
Ez dikarim vê bi xetên qalind binvîsînim “Siyaseta Kurda ya vî 30 salî dawîn, di ware ziman da felaket û musîbeta herî mezin e bo vî Gelî.”
Ka em bifikirin! Gelo çend malper, kovar an rojname, an jî televizyonên Tirk, Ereb û Farisan daku Kurd jî baş fêm bikin bi kurdî diaxivin an dinvîsînin?... Ger hin televizyon heftê seetek-duda bi kurdî biaxivin jî, ew axavtin jî sirf ji me re dide xeberan! Bi zimanê me, me înkar dike!… 

Rewş gellek xirav e, lê em dikarin çi bikin?

Bi min pirr acîl gerek "saziyen Kurda bi tev nivîskar, rewşenbîr uwd. bicivin û biryarek bidin daku ji vir şûnve herkes tênê zimanê Kurdî bikar bînin." Ev biryara her wiha gerek biryarek siyasî be jî, ne sirf bi kampanyayekê an bi tewsîyekê bêjin û çend roj şûnve ev bê jibîr kirin! Bes di televizyonan de rojê tenê niv seetekê bi zimanê dagirkeran nûçe werin xwendin bese. Pewîst e him jî zor pewîst e ku di radyo û televizyonên me de tu wext muzîka dagirkeran ney lêxistin û ney guhdarîkirin!..

Min vê daxwaza xwe pirr caran di civînan de jî aniye ziman, mixabin her çiqas em dibên ku em kurd in jî, lê mêjoyê me, yê dagirkera ye!…

Hin dibêjin ku “ger em bi tirki an erebi binvîsinin, nivîs zêdetir xwe dighîne xwendevanan û fêda wê zedetir tê dîtin!”

Mixabin ez tev vê fikrê nabim. Herçiqas rast e, zêde were xwendin jî, xisara wê zêdetir e. Lewra em bi vî awahî dibin sedemê pêşketina zimanê xelkê û asimîla zimanê xwe!..  

Ger em biryarek wisan bidin û bi tenê zimanê xwe bikar bînin, xwendevan mecbur dimînin ku nivîsan, rojnaman bi kurdî bişopînin. Wê demê wê di demek pirr kurt da, xwendevan hemî bikaribin bi kurdî bixûnin û binvîsînin. Na ku em him bi kurdî û him jî bi tirki an erebî binvîsînin, wê demê zimanê biyaniyan hêsantir tê li xwendevanan û xwendevan zimanê xwe bikar naynin. Wek tecrubekê hun dikarin nivîsên xwe bi du zimanan binvîsînin, di eyni rojê û seetêde deynin malperan û rojek şûnvê lê binhêrin, ka nivîsa we bi kurdî çiqas hatiye xwendin û bi tirki çiqas? Bi hindikayî nivisa kurdî 10-15 car kêmtir tê xwendin çima? 
Lê ku nivîs tenê bi kurdî be?…..

Bi hêviya civîn û biryarek wiha netewî.

Bi silavên biratî

M.Nûreddin Yekta
20.10.2007

 
 

Bizvirin rûpela nivîsan!