Malper/Anasayfa
Hun bi xêr hatin Malpera M.Nureddin Yekta!..
 

Nivîsên Rojane

Siyasî fahîşe an jî kurê o...ya!
Xelk siyasetmedaran hildibijêre dakû ew jî, ji xelkê ra xizmetê bikin, derewa nekin, li her derê bi zimanekî neaxivin.

Dema siyasetmedar derewa bikin, li her derekê gotinek bêjin, gotinên wan hevdu negire û li pey gotina xwe neçin, xelk jî, ji wan bawer nake, nava li wan dike, ji wan ra dide xebera.

Kenan Evren piştî înqilaba xwe ya eskerî ya sala 1980, bajar bajar li Tirkiyê digeriye. Li her bajarekî gotinek digot. Ji xwe wi qatilî gelek kes bidarda kiribû.
Bi xwe îtiraf kir got ku me yek ji alî rast yek ji çep darda dikir. Qur'e ji kê ra derketa, êdî herkes û şansê xwe.

Dema çû Wanê li wir got ez jî misliman im, kurê mela me. (Hoca çocuğu)
Çû li Diyarbekir jî got ez jî kurê kesekî ji vî gelî me. (Halk çocuğu)
Çû Enqerê hemî gotinan jibîr kir.

Piştî vê demekî şûnva, sosyalîstan li Enqerê di ser înşaatekî da potek daliqandibûn, liser wiha nivîsandibûn!
"Kenan Evren li Wanê kurê mela ye, li Diyarbekir kurê yek ji gel e, li Enqerê kurê o.. piya ye!.

Gerek gotina Diyarbekir û Enqere hevdu bigre, an xelk ji mirovan ra pirr tiştan dibêjin!.....

M.Nureddin Yekta
10.06.2019

 

 

Bizvirin rûpela nivîsan!