Bismîllahîrrehmanîrrehîm
Hemd ji Xweda re û Selat Selam liser Resûlê Wî be!
Bo salvegera wefata Ustad Bediuzzeman Seîdê Kurdî ez dixwazim çend gotinan
ji we re bêjim.
Destpêkê de; bi minasebeta salvegera mirina wî, ez dibêjim Xwedayê Teala
rehma xwe lê ke, wî ef û mexfîret bike, ciyê wî cennet be!.
Ustad Kî ye?
Di sala 1877’an de li bajarê Bitlîsê, li qeza Hîzan û li gundê Nursê ji dayika xwe bûye. Di 23’ê Adar a 1960’de jî wefat kiriye.
Di hemî jiyana xwe da, wî ji xwe ra Seîdê Kurdî gotiye. Lê jiber
nexêrxwaziya hinek tirkan ji bo bêja kurdî, paşnavê wî guhertine û gotine
Seîdê Nûrsî! Yanî yê ku li Nûrsê hatiye dunyayê!..
Ustad di demek pirr tevlihev de hatiye dunyayê. Di wê demê da cîhan tevlihev
bûye, Ummeta Îslamê berbi parçebûnê ve diçê, di şûna ummetperwertiyê da
nijadperestî rojbiroj xwirt dibe. Dewletên serdest dixwazin alema îslamî
parçe bikin. Bo vê ji li hinek herêman nijad û nijadperestiyê bikar tînin.
Bi vê minasebetê jî, niqaşa liser Ustad jî, dawî lê nay. Lewra tirkên
nijadperest rengê kurdîtiya wî û micadela wî ya li hember neheqiyê didin
berçav û wî wek nijadperestekî kurd dihesibînin! Kurdên ku doza kurdî didin
beriya her tîştî, ew jî, bi çavên ummetperwertiyê lê dinhêrin û wî wek
islamperestekî international dibînin, heya hinek ji wan; Ustad wek kurdekî
dilsoz jî nabînin. Hemî xizmetên wî, ji dijminên kurdan re dihesibînin!..
Bi min herdu hêl jî, xeletiyê dikin û ne rast in!
Lewra Ustad heya dawî misliman e! Ji biratî û yekitiya muslumanan hezdikê û heta mirina xwe jî vê diparêze. Lewra di yekîtî û biratiya bawermendan da xêr heye, serkeftin heye, biratî heye, pêşketina maddi û manawî heye, pêşketina teknîkî heye. Ger mirov bifikire ku eger alema îslamê yek vucut quwetek ba, pere yek, leşker yek, çek û sîleh yek, îdare yek, herkes wek hev xwedî maf, herkes bi kultura xwe bijî, hatiniyên dewletê bi awakî wekhevî li
ometê were parvekirin..
Kêdera
vê xirav e? Em nabînin ku li cîhanê way dewletên ku nêzikî hev in di
baweriyê da, way dibin yek! Ustad vêya sed sal berê diye û diparêze çi
xiravî tê de heye?
Ku mirov li rîsalên wî dinhêre Ustad bo vê micadele kiriye. Nexwestiye alema
îslamê parçe parçe bibe û bê quwet bimîne. Lê wî wekheviyê her tim aniye
ziman, heta xwestiye ku paşa û hikûmeta wê dewrê, evana tevî bi nivîskî bi
zangokî bigire binê temînatê.
Belê ustad li hember berpirsiyarên dewletê jî derketiye, dem deman ewana
îqaz kiriye, şaşîtîyên wan aniye ziman. Lê, hember derketina wî, tim bi
awakî siyasî bûye. Wî nedixwest di navbera muslimanan de xwîn were rijandin.
Ewî dixwest hemî kêmasî û xeletî bi awakî siyasî, bi rêya diyaloxê werin
çareser kirin. Her çiqas cîranên me ji vê baweriya wî bi awakî çewt
îstifade kiribin jî, Ustad di baweriya xwe de şaş nebûye, lê wek wî dixwest
jî nahat holê. Emê wek mînak vana bînin ziman.
Ustad Kurdekî welatparêz bû:
Ez dixwazim beriya şirova xwe da çend mînakan ji gotinên wî yên ku di
pirtûkên wî de hatine weşandin bînim ziman.
Di pirtuka xwe ya bi navê munazaratê de wiah dibêje:
“Ey tebeqa xewas (yani ya taybet, ya berpirsiyarên dewletê) em ewam (gel) û
ehlên medresan mafên xwe dixwazin”
Hun çi dixwazin?
“Bi kirinên xwe sozê xwe tesdîq bikin, kêmasiyên kesî ji kirinên xwe ra wek
uzir nîşan nedin, Gotinan (yani daxwazên millet bo ku hun pêkneynin)
hewaleyê hevdu nekin, di xizmetên me yên liser we wacib in di wan de
tiraliyê nekin, tiştên bi saya we bi kêmasî derbas bûnê, wana telafî bikin,
pêkbînin, guhdariya halên me bikin, bi hewceyên me re mijûl bibin, hinek
terka kêfa xwe bikin û ya me bipirsin.
Em vê dixwazin.
Hasil em gelê Kurd û zanyarên gel ji we dixwazin ku hun pêşeroja me bikin
bin temînatê, bikin bin garantiyê, hissa me (yani para me ya) di mana
İttihad û Teraqiyê da, bidin me, tiştên li cem we sivik (yani hun sivik,
biçûk dibînin) û li cem me pirr mezin in em wan dixwazin”
Armanca xwe veşartî nehêle tu çi dixwazî?
Em dixwazin ku Medresetuzzehrakê ku wek hevalekê ji Camiul-Ezherê re li
Bilêsê vekin, ku Bilîs jî wek merkeza Kurdistanê ye. Û du heb hevalên wê jî,
li Wan û Diyarbekir vekin ku ew herdu bajarana wek du baskên Bilîsê ne
Herkesek fikrek wî heye û ez jî azad im û fikrek min jî heye. Ew jî sulhek
umûmî (di navbera muslimanan da, ku bi taybeti wek tê zanîn Ustad ji sulha
navbera kurd û tirkan behs dike), efweka umûmî, (tê zanîn wê demê jî, li
hember kurda ewqas zor û tada hebûye û gelek kes hatine sucdar kirin) û em
dixwazin ku îmtiyaza navbera milletan rabe, yani kes diser kesî da ney
girtin. Lewra xwe serkesîregirtin dibe sedemê derketina nifaqê, lewra kesên
xwe qecntir dibînîn bi çavên heşeratan li yên din dinhêrin.“
„Bila wek quretî ney, lê ez dibêm ku em kurd in, tên xapandin lê kesî
naxapînin, bo jiyanek em tenezulê derewan nakin,( yani em çi sozî bidin
pêktînin)
Ey gelî kurda, min bo xatirê ku ez kurdîtiyê lekedar nekim, min timarxanê
qebûl kir, min îrada paşê, meaş û qencayên wî yên gelek baş qebûl nekir.“
Piştî van mînakan em dibînin ku Ustad dîn û millet, bawerî û gel jihev
neqetandiye.
Dîn bê
millet û millet jî bê din nabe. Ustad dixwaze ku li hember zilm û zorê, li
hember dagirker û hevalbendên wan bi du awa micadele bike.
Yek micadela netewî bûye ku li her derî li her miqamî behsa mafên Kurda
dike, xutba wî ya Şamî di vî warî de meşhûr e. Mafê netewî ji mafê
mirovatiyê dihesibîne û wan mafan jî di bin dewletek îslamî de û bibîratî bê
çareser kirin. Û ya duduyan jî ilm û zanînê belav bike. Di Kurdistanê da
giringî dide ser xwendinê. Bo vê jî diçe Stembolê, daxwaza universitê li
Kudistanê dike. Paşayê Osmaniya di şûna teklîfa wî da dixwaze ustad bi
hediye û peran bixapîne. Lê Ustad vê qebûl nake!.
Bi vê minabetê jî, paşayê wê demê jiber terkirina meqam û serwetê wî bi
dîntî îtham dike û davêje timarxanê, dûvre jî ji timarxanê derdixin û
davêjin zîndanê. Lê ustad dibê bo xatirê ku ez milletê xwe lekedar nekim,
min tercîha hepis û tîmarxana liser hediye yên dewletê kir. Ustad her çiqas
ji dewleta Osmaniyan xiravî dîbe jî, naxwaze li hember wan bi şerrê çekdarî
bisekine. Tam bi ekis di herba cihanêya yekemîn da, ku her milletek jê
firsendê dibîne û dewleta serbixwe avadike, Usdat di biratiya gelan da
îsrarê dike. Armanc parastina yekitiya ummetê ye. Xwestiye ku pirsgirêkên di
navbera muslimanan da bi rêka aştîyê bê çareserkirin.
Ustad texrîbata herî xirav, di xiravbûna manewiyatê de dibîne û dixwaze
mirov li hember vê micadele bike. Dijminê herî mezin cehaletê dibîne, lewra
di pirr gotinên xwe de bal dikşîne ser xwendinê. Zirara herî mezin jî di
belavbûn û neyekîtiyê de dibîne ku her tim yekîtiyê tîne bîra mirov. Pirr
caran jî azadiya kurda di yekîtiya wan de dibîne, loma jî dibê; nehezkirin,
feqîrî û cehalet dijminên me yên herî mezin in, pewîst e em wek millet pêşî
xwe ji vana xilas bikin.
Ustad baweriya xwe bi dostiya dewletên rojava (Europî) nayne, bi vê
minasebetê jî, teklîfîn wan ji ustad re balkêş nay. Belku dema Uris dikeve
Kurdistanê û bitev ermeniyan ve gelek kurdan qir dikin vaya jî, tesîra xwe
li baweriya ustad dike. Lewra bizzat bi xwe jî li hember Rusa şer dike û
esir dikeve destê wan.
Ku em bi kurtî bixwazin dawî li suhbeta xwe bînin, em dikarin bêjin ku gerek
mirov herdu aliyên Ustad Bediuzzeman Seîdê Kurdî jibîr neke.
Yek; Ustad Kurd e, li Kurditiya xwe xwedi derketiye û mafên wan paraztiye.
Dudo; Ustad mirovek musliman e, dixwaze sîstema îslamî li alema îslamî bike hakim, bo vê jî her çiqas xiravî ji hinek nijadan peyda bibe jî, an ger berpirsiyarên dewletê neheqiyê bikin jî ustad naxwaze misliman parçe
bibin.
Li dijî nijadperestiyê derdikeve lê ne li dijî daxwazên kurda!
Li dijî nijadperestiya tirka dertê. Boy vê ye ku tirkên kemalîst tev li
hember Ustad in, jê heznakin.
Hinek kurdên li dijî Usdat dertên jî hene, lê ez bawer im ewana sirf jiber
dîndariya Ustad e, gotinên wan yê nexwe welatparêzî jî bo qewîkirina îddia
wan e, yani pê Ustad sûcdar bikin, an ewana di warê welatparêziyê de jî
naghîjin Ustad Bediuzzeman.
Xweda rehma xwe lê ke.
M.Nureddin Yekta
20.03.2007
|