Malper/Anasayfa
M.Nureddin Yekta'nin sayfasina hoş geldiniz!..

Pêkenî yên Gel

 

Adetên xirav

Li gundekî adet bû ku heya qîzek derneketa serê xanî (ser banê) wek pisîka nenewîya kesî ew qîza nedixwest.
Madem ku adet bû eyb jî nebû.
Kijan qîza temenê (umrê) wê dibû 14-16 salî, derdiket diharê xanî û dinewîya. Roja pey wê xwazgîniyên wê dihatîn.

Li gund keçeka gelek bedew hebû, bi xwe guman bû, digot ez dernakevim ser xanî û vê adetê jî ji gund radikim.

Sal ser salê da derbas dibûn, hevalên wê hemiyan mêr kirin, zewicîn bûn xwedî mal û zarokan lê keça me hêj di mal da maye. Umrê wê bû bîstûheyşt (28) kesek ji bonê nahat.

Keçikê dît fêde nema, umir diçe û xwazgînî naynê. Halhale keçik pirr jî delal bû. Mixabin adet pêk nedihanî.
Rojek fikirî got wiha nabe, ezê di mal da bimînim, rabû derkest ser xanî bi dengek bilind qêrîya.
Got:
"Miyaaaaaaaaaawwwwwwww gundinao min di gorra bavê we da rîno ser adetên  we da, de haydê miyav û miyaaaawwwww"

Roja din 28 kes çûn boy xwestina wê

M. Nureddin Yekta

 

 

Bizvirin rûpela pêkeniyan